NÊZÎKATİYA DEWLETA TİRK A ROJAVA Û BANDORA ROJAVA Lİ KURDİSTANÊ / ŞENGUL OGUR

Editor 29 Mart 2014 0
NÊZÎKATİYA DEWLETA TİRK A ROJAVA Û BANDORA ROJAVA Lİ KURDİSTANÊ / ŞENGUL OGUR

Sinora RojavaEva ji salekê zêdetir e ku di navbera Rêbertiya Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê, rêzdar Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de bi mebesta bi rêyên demokratîk çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê de hevdîtin pêk tên. Ji roja ku ev hevdîtin pêk tên û heya niha ji hêla çekdarî ve li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di navbera hêzên leşkerî yê dewleta tirk û şervanên azadiya Kurdistanê de şerekî çekdarî rû nedaye. Ev pêvajoya ku ji hêla Rêbertiya Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hatiye dest pê kirin wê heya kengî bidome nediyar e. Helbet ji dîyalogê berjorbûna muzakereyan wê hilmekê bide pêvajoyê lê nayê zanîn ku di rojên pêş de wê nêzîkatiya dewleta tirk a li pêvajoyê wê bi çi rengî bidome. Di rojên pêş de wê diyar bibe bê ka hikûmet û dewleta tirk bi awayekî taktîkî nêzî pêvajoyê bûye yan jî bi rastî jî xweyî stratejiyeke demokratîk e.

Ji bo ku mirov bixwaze ji nêzîkatiya dewleta tirk a ji vê pêvajoyê fêhm bike mirov nêzîkatiya wê ya li Rojava binere mirov dikare bigihije hin encaman.

Ji roja ku li Rojavayê Kurdistanê şoreşê dest pê kiriye û heya niha polîtîkaya dewleta tirk a li Rojavayê Kurdistanê polîtîkayeke dijminane ye. Ji bo destkeftiyên li Rojava têk bibe dewleta tirk hevkariyê bi gelek çeteyên terorîst re dike, alîkariya çekan bi wan re dike, hêzên xwe yên tarî jî bo ku li hemberî kurdan şer bike dişîne Rojavayê Kurdistanê. Rojava jî parçeyek ji Kurdistanê ye û miletê li Rojava jî dijîn bi piranî kurd in; herwiha hêza siyasî ya diyarker a li Rojava jî li gorî paradigmaya Rêbertiya Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê, rêzdar Ocalan xwe saz dike. Hêza li Rojava  ya şoreşê û civaksaz û ya bakur heman hêz in. Dewleta tirk a ku li Îmraliyê bi rêzdar Ocalan re di diyalogê de ye û wek ku çareseriya demokratîk dixwaze xuyanî dike li Rojavayê Kurdistanê ne alîgirê çareseriya demokratîk a pirsa kurd û Kurdistanê ye. Her çiqasî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di navbera hêzên leşkeri û yê dewleta tirk û şervanên azadiya Kurdistanê de ti şerê çekdarî pêk nayê jî, li Rojavayê Kurdistanê di navbera hêza leşkerî ya dewleta tirk û şervanên azadiyê de şerekî çekdarî didome. Ango em dikarin bibêjin ku şerê çekdarî yê li bakur dewleta tirk şemitandiye Rojavayê Kurdistanê. Dewleta tirk ji roja ku ev pêvajoya li bakur dest pê kiriye û heya niha li Rojava polîtîkaya xwe ya îmha û înkarê ya li ser kurd û Kurdistanê bi hemû rê û rêbazên mîlîtarîst didomîne û bi ti awayî alîgirê çareseriya demokratîk a pirsa kurd û Kurdistanê xuyanî nake.

Dema ku mirov polîtîkaya dewleta tirk a li Rojava û li bakur binere, mirov dibîne ku dewleta tirk di mijara kurd de ne xweyî alîgirê çareseriyê ye û ne xweyî polîtîkaya zelal e.

Dîsa ji polîtîkaya dewleta tirk a li Rojava mirov dikare bigihije wê encamê ku dewleta tirk wê nêzîkatiya xwe ya li bakur li gorî rewşa Rojava biguhere; ango heke dewleta tirk bikaribe destkeftiyên kurdan li Rojava têk bibe, hetanî ku ew hêviya wê ya têkbirina destkeftiyên Rojava hebe pozisyona xwe ya bakur jî wê tam zelal neke ango hem wê weke çareserîxwaz bixuye lê li aliyê din jî bo çareseriyê wê ti gavên pratik neavêje. Heke li Rojava nikaribe destkeftiyên kurdan têk bibe, heke hêviyên xwe yên têkbirina destkeftiyên kurdên Rojava ji dest bide wê demê li ser bakurê Kurdistanê jî, wê bi rehetî nikaribe polîtîkayên xwe yên îmha û înkarê bidomîne û ji neçarî wê ber bi çareseriya demokratîk ve were.

Ango rewşa Rojavayê Kurdistanê di demeke berteng de  wê bandora xwe li ser bakur û demeke berfireh de wê li Başur û Rojhilat jî bike. Ji bo vê jî pêşeroja Rojavayê Kurdistanê bi awayekî dîyalektîk bandora xwe, bi awayekî erênî yan jî neyênî wê li ser her çar parçayên Kurdistanê bike.

Ji bo vê jî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo kurdan mijara manûnemayê ye. Azadiya Rojava mîsogeriya azadiya Kurdistanê ye. Divê hemû partî û hêzên Kurdistanî di nav vê çarçoweyê de li Rojava binerin û dev ji polîtîkayên berteng ên partîyî berdin û li ser zemîneke netewî, kurd û Kurdistanî ya xwe bikin yek û ji bo mîsogerkirina azadiya Rojava têbikoşin!

Bu yazı 447 defa okundu.

Yorum Yaz »