PÊLEYISTOKA QAPITALÎZMÊ: AKP

EVDÎ GOYÎ 6 Aralık 2013 0
PÊLEYISTOKA QAPITALÎZMÊ: AKP

EVDÎ GOYÎ PÊLEYISTOKA QAPITALÎZMÊ AKPEv demek dirêje polîtikayên ji pîvanên exlaqî, mirovatî û hemdemtiyê dûr kû girêdana xwe bi mafê mirovan ve neyî, li ser axa Rojhilata Navîn tê leyîstin. Bi sernavê sîstema dîktetoriya bi hezaran salan di vê herêmê de ji holê rakin şer tê kirin û li cihê wê sîstemek wekhev, demokratîk, ji mafên kesî re rêzdar, bê ku ciyewazî bêxe nava civakê, xweyî li hemû nirxên birûmet yên heyî mirovatiyê derbikeve, bide jiyankirin tekoşîna wê hêj heta niha tê dayîn.

Lê mixabin, piştî ku bi navê “Bihara Ereban” û anîna azadiyê ji bo gelên herêmê şer hat destpê kirin, ew sozên ku hatibûn dayîn, li cihê wan hertişt berevajî hate pekanîn. Li cihê azadiyê; kuştin, girtin, talankirin, windakirin, destavêtina hemû nirxên exlaqî yên civakê mîna ji berê hezaran sal heman tişt cardin dubare dibin. Guhertina sîstema dîktetorî vegeriya rewşekê bi vî awayî. Tenê daxwaz û mereqa sîstema Qapitalîst petrol, kanza û dewlemendiyên herêmê bû.

Bi destpêkirina şerê Êraq, Misir, Yemen, Libya û herî dawî daxwaza guhertina rêveberiya Suryê, destnîşa dike ku ti nirxên civaka Rojhilata Navîn ji bo dewletên sermayadar nîne.

Ji ber ku di encama van şeran de bi milyonan mirov koçberbûn, bi sedhezaran zarok, jin, kal û ciwan hatin qetilkirin! Tenê welatên Rojava bi weşandina nûçeyek ji rêzê û çêkirina bernameyek ya Tv ve bi sinor ma. Ev çi dest nîşan dike? Dide diyarkirin ku ji bo sîstema qapitalîst ti nirxê mirovên vê herêmê tuneye.

Di vê pêvajoyê de, dewleta Turk û hukumeta AKP ê xwast bi kevirekê gelek çûkan bikuje û bi sûdmendî ji van şerên qirêj bermayek mezin qezenç bike. Polîtikaya ku berê çend salan bi cîranê xwe re di nava aştiyê, heya gelek caran bi hevdûre taştî pekdihanîn, ji nişkan ve bû leystoka destê welatên Rojavayî. Ger em bi hinek mînakan vê dest nîşan bikin, emê bibînin ku bi rastî jî hukumeta AKP û dewlet ti girêdana wan bi Îslamiyeta rast re, demokrasî û mafê mirovan re tuneye. Ji ber ku di ola îslamê de, çênabe ku di welatê xwe de ji bo kuştina zarok, casino online jin, kalan komêm çeteyan perwerde bikî. Lê hukimeta AKP ê bi hêsanî, bi bê exlaqî tevgerên herî xirab ku ti pîvanan nasneke li dijî ciranên xwe û gelên musulman da pekanîn.

Herî dawî şerê li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya hukumeta AKP ê hat meşandin. Komên çeteyên li gel dewletê debar dibûn, di hatin perwerdekirin, mirovên bêguneh ku eleqeya bi tikesî re neyî, serê wan jêdikirin. Ka ji min re bêjin; têkiliya van mirovan û hukumeta AKP ê bi kîjan aliyê Îslamiyeta rast û demokrasiyê re heye?

Piştî van şerên ku li herêmê rûdane, Kurd neçarman ku xwe bi parêzin. Bêku ciyewazî bêxin nava gelên li Surî û li Rojava jiyan dikirin, nêzikatiyek wekhev, bi dad, demokratîk, ji hemî bawerî û mezhebên heyî re rêzdarî nîşakirin. Destkeftiyên ku hatin qezençkirin, bi awayek wekhev têne parvekirin. Îro dîrok rastiyek wusan nîşa me dike, çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî tenê dikarin bi sîstemek demokratîk, Ekolojîk û wekhev bê pekanîn.

Em dibînin ku polîtikayên AKP ê û hevkarên wê, ger bi vî awayî dom bike, di demek nêz de mîna sîstemên dîktetorî û olîgarşîk yên heyî hatin tunekirin, AKP û hevkarên wê jî wê li heman rêyê de av û av biçin. Ji ber ku di sedsala 21 an de li hember polîtikayên global çeka herî mezin aramaiyek baş, demokrasiyek cewherî dayîna pekanîne. Ger malbat, qibîle, eşîr, civak û herî dawî dewlet be, pîvanên ku herkes li gora huquqa pêşketî ji bo wan nekevin meriyetê, ewana mehkûmê têkçonê ne.

Wek encam, li gora bûyerên heyî polîtikaya AKP ê ti hêviyek ji bo mirovan nade çêkirin. Çareserkirina van pirsgirêkan encex bi demokrasiyek rast ku ji hemû nirxên mirovatî, civakî, siyasî û çandî re rêz bigre gengaze.

Bu yazı 319 defa okundu.

Yorum Yaz »