PERWERDEYA ZAROK -I-

EVDÎ GOYÎ 6 Şubat 2014 0
PERWERDEYA ZAROK -I-

perwerdeya zarokHer zarok cîhanek cûdaye.  Ji ber kû  berî zarok bên cîhanê dêwbav dikeve nava xurûşek mezinde , gelo ka ew zarokê  bêt dinê yê bi tendurist be an ne, yê kur be an ji keç be û emê nêzikatiyek çawa raberê wan bikin? Yê di jiyana xwe ya  li mal û dibistanê de serkeftî be an ne? Ji ber kû rast mezinkirina zarok, bi xwe rast avakirina civakek bi exlaq û demokratike. Di cîhanê de, hemû civakên kû dadî û pîvana exlaqî di nava xwe de dane avakirin û her dem pêşengiyê ji mirov û mirovahiyê re kiriye, yên perwerdeyek rast dane zarokên xwe ne. Ji ber kû biçûkê îro, mezinê sibê ye. Civakên kû girîngi ne dayîne perwerdeya zarokan, di dîrokê de herdem mehkûmê wundakirinê bûne. Ji ber vê çendê rast fêhmkirina cîhana zarok û berekê baş dayîna zarok ji xwe avakirina cîhanek hemdeme kû ji hemû mafê mirov û zindiyên li ser erdê jiyan dike re rêzgirtine. Ji ber vê çendê perwerdeya destpêkê ji her tiştê girîngtire. Bi keşifkirina zanist û peşketina teknolojiyê re gelik tişt li ser mezinkirin û perwerdeya zarok hatine gotin û nivisandin.

Di rastiya xwe de   perwerdeya zarok,  bi dayîkbûnê re  destpê dike. Lê hatiye selmandin kû zarok hê di zikê di dayîka xwe de  perwerda wan destpê kiriye. Ji ber kû  dema nû zarok  candar dibe, dengên ji derve tên dibihîse û ji kefxweşiyan, xemginiyan û stresa dayîka  xwe bandor dibe; ango ev destnîşan dike kû perwerde hê di zikê dayîkê de destpê kiriye.

Zanistê keşîf kiriye kû hêj  zarok di zikê dayika xwe de em nêzikatiyek çawa rebarê  dayika wan bikin yê  di aliyê derûniyê de ji bo hatine cîhanê wesa  amede bên, bi taybet   çîrokên kû em ji bo  wan bêjin; mîna çîroka Rustemê Zal,  Deryêşê Evdî û hwd  yê ayêneyek baş bide dahatûya wan .

Ji ber çêbûna keseyatiya zarokek di navbera temenê 2 – 7 salî de pektê, di navbera  van salan de nêzikatiya em li zarok bikin gelik girînge.  Mîna  fêrkirina dest şuştinê, xwarin xwarinê, cil wergertin , pêkanina têkiliya hevaltî, leyistok leyistin û ji bo wan dem veqandin hwd… Ji ber kû zarok kesayetiyek  çawa ji vê temenê qazenc bike, yê tevahiya jiyana wan bandor bike.

Wekû nimûne; temenê di navbera  3-4 de, temenê bê baldarbûn û cirnexweşiya wane. Di vî temenê de, ger em bi zanebûn nêzikatî raberê zarok nekin, dibe li beramberê wan tiştên ne li gorê zanist li ser wan bidin pêkanîn, ew jî bi xwe re  pirsgirêkên derûnî derbêxe holê. Ji ber kû hertim  hewcedariya wan  bi peywendî û heskirinê heye. Dema em nêzikatiyek baş li zarok bikin, mîna baş pêşwazîkirina wan , pêwiste em baş bi wan bidin hîskirin. Di heman demê de,  xetayên kû casino online dike  çavên xwe jêre negrin û van xetayan  ji bo wan werin gotin û pê bidin fêhm kirin. Pêwîste zarok bizanibe kîjan tiştê bike yê  pê keyfxweş bibe û yê kefxweş nebe.

Gelek caran  zarok ji hestiyariya dêwbav di xwaze sûd bigre û wan ji bo xwe bikarbêne. Ango dema zarok me çavdêr bike, emê êdî nekaribin berekê li gorê rastî bidin zarok û yê ji  çavdêriya me derbikeve. Di heman demê de, yê ji bo civakê bibin xeteriyên mezin. Herwiha,  bi taybet dema zarok xetayek dike, pêwîste dayîk û bav li beramberê wan hêlwest bigre. Yê  bi vî awayî hevsengiyek ya zarok çêbibe û zarokê fêhm bike kû çi tişt başe, an xirabe. Di heman demê de, yê bizanibe kû  kengê tiştek bixwaze  nikare bi destê xwe ve bêne. Yan jî kengê cirnexweşî  û gîrî bike, yê bê sûd be.

Xalek din jî gelik girînge kû ew jî her du salên GIHATINÊ( ergenlik) ne . Dİ vê demê de  zarok bê hevsengî mezin dibe. Ev dibe sedem kû bi xwe re nehevsengiya gewde bîne holê û pirsgirêk werin jiyandin.

Wekû nimûne; wekî ne li ser hişê xwe  tevdigere, dibe sedem kû tepişkor be (sakarlasmak ),  gelik caran bê viyana xwe bi serê xwe li dergeh an ji mêze bixe û ketina erdê û hwd. Li himber dêwbavê xwe derdikevin, yên kû li  pêşiya azadiya wan dibin asteng bi wan re şer  dikin û hwd…  Di vê demê de, zarok li  xwe digere û psîkolojiya wan ji bo ti tiştê  ne dest dayiye.   Pêwîste dê û bav  gelik hişarbin, xwedî nêzikatiyek  baş û bi sebir bin. Qet çênabe  kû wane bi xetayên  kû wan pêktênin rencîde bikin  û xwe ji wan bi xeyidînin.

Cardin xalek girînge kû zarok gelek zoriya wî dikêşêne,  ew jî bandoriyên ji derdor têne. Ev di heman demê de, ji bo mezinan  jî derbaz dibe. Eger mirovên mezin  li derdora  xwe  çiqas  malbat û mirovên qenc û camêr kom bikin, yê zarokên me jî bi zarokên wan re danûstandinek bi tendûrist û baş bikare pêkbêne.Pêwîste dêwbav gelek baldar û hişyarbin kû zarokên wan bi kê re hevaltî bikin.

Cardin pirsgirêkek mezin ewe karanîna internet û televizyonê ya li  malê ye.  Dayîk û bav pêwiste bizani be kû  zarokên wan rojê çend demjimêr  wextê xwe li beramberê internet û televizyonê derbaz dike. Ji ber  kû bê kontrol karanîna  internet û temaşekirina tv  bandorek ne baş li ser zekayê zarok dike. Jixwe xeteriyên zarok yên ji internetê  çiqas bandorek ne baş li wan dike, diyare. Bo nimûne; dema zarok internet kartêne an ji zêde wextê xwe li ber tv derbaz dike, bêrêkûpêk dirûnin . Di heman demê de, komputer  û televizyon  zarok dike koleyê xwe. Di encam de zarok naxive, nabêje, şîrove nake, nikare peywendiyek hevaltî dane û  leyistok bileyize.

Lê, zarokê ji derveyê wan çalakiyan beravajîne.  Zarok,  bi leyistok leyistina bi hevalên xwe re fêrî pîvanan û çêkirina  hevaltî  dibe. Fêhm dike, her tişta bi xwaze çênabe. Di jiyanê de fêrî  binkeftîn û serkeftinê dibin.  Bi fêrbûna wan xalên me li jor dayîn  diyarkirin , dibe alîkar kû ahengiyek baş bikare  bi derdora xwe re pêkbîne. Lê zarokê kû bi komputer û televizyonê ve girêdayî mayî, wane ji bîr dike, hertim di nava jiyana civakê  de nikare cihê xwe di hemû çalekiyan de bi awayek baş bigre û zû tiştan ji bîr dike û di jiyana xwe ya li mal û li dibistanê de ne serfektiye.

Bu yazı 595 defa okundu.

Yorum Yaz »