POLÎTÎKAYA PDKÊ ZIYANÊ DIDE YEKÎTIYÊ / ŞENGUL OGUR

Editor 23 Mayıs 2014 0
POLÎTÎKAYA PDKÊ ZIYANÊ DIDE YEKÎTIYÊ / ŞENGUL OGUR

UntitledLi Rojhilata navîn siyaseta ku bi berdêlên mezin tê kirin, siyaseta kurd û Kurdistanê ye. Siyaseta kurd û Kurdistanê bi peyvan, li odeyan, li ser maseyan nayê kirin. Li serê çiyan, di nav sir û seqemê de, di êşkencexaneyan de, di bîrên asîtê de, di Enfal, di Geliyê Zîlan de tê kirin. Bo vê jî siyaseta kurdan siyaseta berdêlan e, siyasetê berdêlên mezin e. Rewşa kurd û Kurdistanê ne rewşeke asayî ye ku bêyî berdêlên mezin siyaseta wê were kirin. Bo ku dagirkerên Kurdistanê dagirkerên hov û barbar in; bo ku dagirkerên Kurdistanê li ser kurdan siyaset û polîtîkayeke derî aqil û sincê mirovahiyê didine meşandin, kurd bo ku mafê xwe yê herî jirêzê, herî sirûştî bi dest bixin, neçar dimînin ku berdêlên mezin bidin.

Li çar parçeyên Kurdistanê, ev nêzî sedsalekê ye ku kurd, bo mafên xwe yên herî jirêzê û siruştî bi dest bixînin berdêlên mezin didin.

Bi van berdêlên mezin, bi xwîna jin û xortên kurd hêdî hêdî hin mafên xwe yên siruştî bi dest dixin. Ev 20 sal in ku li başûrê Kurdistanê kurdan statûyeke bi dest xistiye, ev 2 sal in ku li Rojava kurd roj bi roş şoreşekê dijîn, li bakurê Kurdistanê têkoşîna azadiyê gihaye qonaxeke girîng, herwiha li rojhilat jî bo azadiyê têkoşîneke mezin tê kirin. Ev destkeftiyên kurdan ên li hemberî dewletên dagirkerên Kurdistanê û li pişt wan dewletên kapîtalîst, destkeftiyên girîng in. Kurd bi têkoşîneke domdirêj hêdî hêdî gihane wê qonaxê ku planên dewletên dagirker û piştgirên wan pûç bikin û êdî ew kirasê ku ji Kurdistanê re fesilandine nema li Kurdistanê were.

Li her çar parçeyên Kurdistanê partî û rêxistin û saziyên kurdan hene. Li her çar parçeyên Kurdistanê û dewletên dagirkerên Kurdistanê, kurd hêza herî dînamîk û xurt in ku dikarin pergalên dagirkeran pûç bikin. Ango kurd êdî weke destpêka sedala 20ê ne bêrêxistinkirî , ne bê sazî û dezgeh in, kurd wekî destpêka sedsala 20ê ne qels in ku dagirkerên Kurdistanê bi rêya hêza xwe ya leşkerî kurdan têk bibin.

Ev nêzî sedsalekê ye ku li çar parçeyên Kurdistanê kurd êş û bêrûmetkirina bindestiyê dijîn û berdêlên wê didin. Diviyabû ku kurd ji vê dîroka xwe ya kambax, a tije êş, kul û keser, bi vê dîroka xwe ya tije îxanet û lehengiyên mezin têra xwe ders werbigirtana. Lê di roja me ya îroyîn de, dema ku em li hin nêzîkatî û polîtîkayên hin partiyên kurdan dinerin, wilo xuya dike ku me hêj têra xwe ders ji vê dîroka xwe ya malkambax  wernegirtine. Wilo xuyanî dike ku bîra me ya dîrokî, ya polîtîk pir qels e. Her çi neteweya ku bîra wan a dîrokî qels be, trajediyên xwe zû ji bîr bike, ew netewe neçar e ku dîrokê bi awayekî dubare bijî; ango neçar e ku bindestê hin hêzên biyanî be.

Dewletên dagirker tenê bi hêza leşkerî bi ser me de nayên, gelek caran jî ew bi ser me de nayên û dikin ku em bi ser hev de werin. Ev polîtîkayeke klasîk a dagirkerên Kurdistanê ye. Li bakur û li başûrê Kurdistanê dagirkeran ev rêbaz pir bi hostatî ceribandin. Li bakur bi sîstema cerdevaniyê, hîzbullahê dewleta dagirker xwest ku kurdan bi hev bide qelandin, li başûr jî bi sîstema  cehştiyê dagirkeran ev taktîk dan meşandin; dîsa dewletên dagirker bi polîtîkayên xwe yên qirêj di salên 90î de kir ku hin partiyên kurd werin pêşberî hev û di dîroka kurdan de rûdaneke bi navê ‘’birakuji’’yê pêk were. Ev hemû polîtîkayên klasîk yên dagirkerên Kurdistanê ne ku tekane armanca wan têkbirina têkoşîna azadiya Kurdistanê ye. Di vê rewşê de, yên ku derbê dixwin tenê kurd in û yên ku bi ser dikevin tenê dagirkerên Kurdistanê ne.  Ji şerê navxweyî ne pêkan e ku kurd bi ser bikevin lê teqez e ku ji şerekî navxweyî yê kûr, serkeftin wê ya dagirkerên Kurdistanê be.

Îro dibe ku hin dewletên dagirker xwe wekî hevalbend û dostên hin partiyên kurdan nîşan bidin û di ber hin peymanan de dibe ku hin soz ji hin partiyên kurdan re dabin û hewl didin ku hêza hin partiyên kurd li hemberî partiyeke dî ya kurdan bi kar bînin. Lê ev partiyên wilo ku baweriya xwe bi dagirkerên Kurdistanê tînin û li gorî hin peymanan berê xwe didine partiyeke dî ya kurd ku hêj têkoşîna azadiyê dide, divê baş bizanibin ku qelsbûna partiyeke dî ya kurd wê qelsbûna wê partiyê  jî bi xwe re bîne ku dewleteke dagirker ji xwe re dost û heval dibîne û siberoj, ew dagirker bi hemû hêza xwe wê bi ser wê partiyê de biçe û hewl bide ku hemû destkeftiyên  wê jê bistîne. Ji bo vê sedemê tenê jî mabe, divê yek partiyeke kurd, pişta xwe nede dagirkeran û li gorî plan û projeyên wan, nebin xweyî paradîgmayekê. Dibe ku pirsgirêk di navbera partiyên kurdan de hebin, lê divê kurd di vê sedsalê de, êdî gihiştibin wê astê ku bikaribin pirsgirêkên xwe bi rêya dîyalogê di navbera xwe de çareser bikin lê ne ku li gorî berjwendiya dewletên dagirker bi ser hev de biçin û bikin ku dagirkerên me di biniya simbêlên xwe de bibirin.

Van demên dawî dema ku mirov li nêzîkatiya PDKê ya li Rojavayê Kurdistanê, nêzîkatiya wê ya li PKKê dinere ne pêkan e ku mirov bikaribe vê nêzîkatiya PDKê di nav çarçoweya polîtîkayeke kurd û Kurdistanî de bi cih bike. Ji roja ku li Rojavayê Kurdistanê şoreşê dest pê kiriye, nêzîkatiya PDKê ya li Rojava bi giştî xweyî nêzîkatiyeke negatîf, hilweşîner, carinan mirov dikare bibêje ku nêzîkatiyeke dijminane ye.

Dema ku şoreşa Rojava dest pê kirî tirsa kurdan tenê ji dagirkerên Kurdsitanê bû, lê îro li hemberî Rojava hêza herî dijber, herî bêtehammul PDK ye. Qet neba kurdan ji PDKê hêvî dikir ku bi rêya dîplomasiyê, di qadên navnetewî de piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikira. Lê PDK hem di qada navxweyî û hem jî di ya navnetewî de, li hemberî Rojava tim di nav şerekî de ye, propagandaya reş dike, destkeftiyên Rojava nas nake, rêveberiya Kantonan nas nake, hewl dide ku li Rojava di navbera kurdan nakokiyan kûr bike. Bi giritna deriyê Sêmalkan, bi kolandina Xendekan bawer dikim ku li hemberî PDKê, di nava neteweya kurd de nerazîbûnên pir tund derketin holê, gelek kurd ti wate nedana vê nêzîkatiya PDKê û gelek kurdên ku sempatiya wan li PDKê jî hebû, bi van nêzîkatiyên PDKê hêvîşkestî jî bûn. Bo ku ti kurdekî/a azadîxwaz, ti kurdekî/a xweyî hişmendiyeke netewî, bi ti awayî, bi ti hêncetan nikare vê nêzîkatiya dijminane bi xwe bide qebûlkirin, van nêzîkatiyan nikare di nav çarçoweya polîtîkayeke kurd û Kurdistanî de bi cih bike. Beriya bi çend rojan nêzîkatiya PDKê ya li PÇDKê û hin saziyên Kurdistanî jî dibe sedem ku kurd vê pirsê bikin: PDK dixwaze çi bike, bi van polîtîkayên xwe PDK xizmetê ji kê re dike!?

Weke roniya rojê hişkere ye ku ev polîtîkayên PDKê ne di xizmeta kurd û Kurdistanê de ne. Ne di xizmeta PDKê bi xwe de ne jî! Ev kîn û hêrsa PDKê ya li Rojava û ya li PÇDKê û hin saziyên din ên ku beriya bi çend rojan hêzên PDKê bi ser wan hate girt, mirov şaş û metel dihêle. Kurdan heya niha ev cure nêzîkatî tenê ji dagirkerên Kurdistanê ditine. Ev pêkanîn polîtîkayên dagirkerên Kurdistanê bi bîra kurdan tîne. Bi van nêzîkatiyên xwe PDK beriya her tiştî ziyanê dide rewatiya xwe. Bo ku ti meşrûîyeta van polîtîkayan a bi destê partiyeke kurd di nava miletê kurd de nîn e û ji bilî hişmendiyeke nexweş ti kurd van nêzîkatiyan nikare di nav polîtîkayên,’’kurd û Kurdistanî’’ de bixwîne!

Ev nêzîkatiya PDKê ziyanê dide bendewariya kurdan a Yekîtiya Netewî, bendewariya pêkhatina Kongra Netewî hildiweşîne. PDK bi vî awayî kurdan gav bi gav ber bi xwekujiyê ve dibe. Di vê rewşê de berpirsyariyeke dîrokî ye ku hemû sazî û partiyên Kurdistanî   li hemberî van polîtîkayên PDKê ku roj bi roj kurdan ber bi ‘’xwekuji’’yê ve dibe, helwesta xwe nîşan bidin û vê polîtîkayê mehkûm bikin.

Naxwe dibe ku siberoj pir dereng be.

Helbet, PDK bila bi dagirkeran re têkiliyê deyne lê ev têkilîdanîn divê ne li ser wî bingehî be ku berê xwe bide hêzeke dî ya kurd, ziyanê bide têkoşîna azadiyê yên parçeyên din ên Kurdistanê, divê li ser esasê piştgirîdayîna têkoşîna azadiyê yên çar parçeyên Kurdistanê û xurtkirina partî û sazî û dezgehên ku têkoşîna azadiyê didin  vê têkiliyê bi dagirkerên Kurdistanê deyne. Heke PDK li ser vî bingehî polîtîka xwe bide meşandin û bi dagirkeran re têkiliyan deyne hem bo pêşeroja PDKê û hem jî bo pêşeroja tevahiya kurd û Kurdistanê wê wê polîtîkayên xêrê bin lê ne ku PDK berovajî van polîtîkayan tevbigere û li ser esasê qelskirina têkoşîna azadiyê ya parçeyekî dî yê Kurdistanê tevbigere, polîtikayan bimeşîne, di serî de PDK wê têk biçe, ti rewatiya wê di nav miletê kurd de wê nemîne û herwiha wê pêvajoya rizgariya kurd û Kurdistanê jî dereng bixîne.

Weke dawî, em hêvî dikin ku PDK li tehrîbatên kirinên xwe yên van demên dawî bifikire û polîtîkaya xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bike.

 

Bu yazı 445 defa okundu.

Yorum Yaz »