POLÎTÎKAYA XENDEKAN Û RAGIHANDINA SERXWEBÛNÊ / ŞENGUL OGUR

Editor 15 Nisan 2014 0
POLÎTÎKAYA XENDEKAN Û  RAGIHANDINA SERXWEBÛNÊ / ŞENGUL OGUR

hendek1Sînorên di navbera Kurdistanê de encama polîtîkaya dabeşkirina Kurdistanê ye û polîtîkaya dagirkerên Kurdistanê û hêzên emperyalîst e. Ev sînorên di navbera 4 parçayên Kurdistanê de bi armanca nenasîna vîna xwebirêvebirina kurdan, bi armanca tunekirina hemû tiştên têkilî kurd û Kurdistanê; bi armanca bêvînkirin, bêşexsiyetkirin, bêzimankirin, bêkultkirin, bêazadkirina neteweya kurd e; armanca van sînorên dagirkeran tunekirina kurd û Kurdistanê ya li ser dika dîrokê ye; dagirkeran ji sînoran xwestin ku kurdan bikin tirk, ereb, fars.

Ji bo vê jî, ji roja ku sînor di navbera Kurdistanê de hatine danîn û hetanî niha li hemberî van sînoran, li hemberî polîtîkayên dagirkerên Kurdsitanê, li hemberî polîtîkayên dabeşkirina kurd û Kurdistanê, kurdan xwe birêxistin kir û şerê xwe kir. Ji bo ku ev sînorên çêkirî, sînorên bi darê zorê li Kurdan hatine ferzkirin ji holê rabin, kurdan berdêlên mezin û giran dan û hê jî didin. Ji ber ku meseleya Kurdistanê meseleyeke giştî ya Kurdistanê ye, ne meseleya parçeyek ji Kurdistanê ye; têkiliya di navbera parçeyên Kurdistanê xweyî têkiliyeke dîyalektîk e. Bi tena serê xwe ti parçeyekî Kurdistanê nikare azad be; heya ku sînorên di navbera Kurdistanê de ranebin, hetanî ku Kurdistan nebe yek; heya ku hêzên milîtarîst ên dagirkerên Kurdistanê ji Kurdistanê neyên derêxistin ne pêkan e ku meseleya kurd û Kurdistanê çareser bibe. Qelsbûna parçeyekî Kurdistanê bi awayekî neyênî bandorê li parçeyên din yê Kurdistanê dike û herwiha xurtbûna parçeyekî Kurdistanê bandora xwe bi awayekî erênî   li parçeyên dî yên Kurdistanê dike. Azadbûna Rojavayê Kurdistanê bandoreke erênî li tevahiya Kurdistanê dike û bindestmayina Rojava jî bi awayekî neyênî bandora xwe li tevahiya Kurdistanê dike. Ne pêkan e ku azadbûna Rojava, Bakur an jî Rojhilat bandoreke neyênî li Başûr an jÎ parçeyekî dî yê Kurdistanê bike. Her ku parçeyekî Kurdistanê azad bû hêdî hêdî polîtîkayên dagirkerên Kurdistanê têk diçin. Polîtîkaya kurd û Kurdistanî ew e ku mirov bo azadkirina hemû parçeyên Kurdistanê têkoşîn bide û alîkar be bo azadkirina parçeyên dîn ên Kurdistanê lê ne ku azadbûna parçeyekî Kurdistanê bo xwe wekî taloke bibîne û hewl bide ku destkeftiyên parçeyekî Kurdistanê têk bibe. Hewldan û nêzîkatiyeke bi vî rengî ne hewldan û nêzîkatiyeke kurd û Kurdistanî ye û bi ti awayî bo kurd û Kurdistanê ti berjewendinya xwe nîn e; berovajî  berjendiyê ziyaneke mezin dide pêşeroja azad a kurd û Kurdistanê û berjwendiyê dide polîtîkayên dagirkerên Kurdistanê ku tim dixwazin sînorên di navbera Kurdistanê de biparêzin. Polîtîkaya dijdagirkerî ew e ku mirov van sînorên di navbera Kurdistanê de bi ti awayî meşrû nebîne û li hemberî van sînoran têkoşînê bide. Polîtîkayeke ku van sînoran meşrû bibîne, bi polîtîkaya xwe hebûna van sînoran meşrû bike, zexm bike û sînorên dî jî(wekî xendekan) deyne, rasterast helwesteke dagirkerên Kurdistanê ye û niyet, armanc, hêncet çi dibin bila bibin, ev polîtîka bi ti awayî nikare were pejirandin û di têkoşîna siyaseta kurd û Kurdistanê de wê wekî deqeke reş li ser kirdarên van polîtîkayan bimîne.

Başûrê Kurdistanê ne xwemalî yek partiyê ye; hemû hêz û dewlemendiya wê ya hemû neteweya kurd e. Hêz û dewlemendiya Kurdistanê divê bo azadkirina hemû parçeyên dî yê Kurdistanê were şixulandin lê ne ku bo fetisandin, bindesthiştina parçeyê  dî yên Kurdistanê .Bi ti awayî nayê fêhmkirin bê çima rayedarên PDKê têkoşîna azadiya Rojava bo xwe wekî taloke û tehdîtê dibînin, hewl didin ku destkeftiyên Rojava têk biçin, bi propagandeyeke reş êrîş dibin ser destkeftiyên Rojava.

Temsîlkarên PDKê diviyabû di hemû qadên navxweyî û navnetewî de piştvanî bo şoreşa Rojava bikira lê ji roja ku têkoşîna azadkirina Rojava dest pê kiriye û heya niha berpirsên PDKê di qada navxweyî û navnetewî e bi propagandyeke rewş êrîş dibe ser şoreşa Rojava, şoreşa Rojava nas nake û hewl dide ku li Rojava destkeftiyên kurda têk biçin. Gelo çi berjwendiya PDKê ji têkçûna şoreşa Rojava heye!? Gelo berpirsên PDKê nizanin ku azadbûna Rojava wê bandoreke erênî li başûr û tavahiya Kurdistanê bike!?

Di van demên dawî de PDK dîsa bi polîtîkayeke xwe dijberbûna xwe ya li hemberî şoreşa Rojavayê Kurdistanê nîşan da: Polîtîkaya Xendekan!

Ev polîtîkaya xendekan ne tenê li dijî şoreşa Rojava tenê ye jî; ev polîtîka li dij destkeftiyên hemû parçeyên Kurdistanê ye; li dijî pêvajoya dirêj a azadkirina tevahiya Kurdistanê ye jî. Ev polîtîka hêncet çi dibin bila bibin,erêkirina polîtîkaya dagirkeran a dabeşkirina Kurdistanê ye. Ji bo vê jî hêncetên bêbingeh ên wekî ”bo pêşîlêgirtina erebkirina Kurdistanê”, ”bo ewlekariyê”, bo astengkirina hatûçûna ”terorîstan” ev polîtîkaya xendekan nikare were parastin, meşrûkirin.

Temsîlîyeta Herêma Kurdistanê divê bikaribe berjewendiya hemû parçeyên Kurdistanê û kurdan biparêze. Heke temsîlÎyeta fermî ya Herêma Kurdistanê bikaribe berjwendiya tevahiya Kurdistanê bipareze peywira xwe ya dîrokî û netewî bi cih tîne û bi vî awayî jî temsîlîyet dibe temsîlîyeketek meşrû û rewa, lê na heke temsîlîyeta parçeyên dî yên Kurdistanê neke; berovajî vê li dijî berjwendiya parçeyên dî yê Kurdistanê tevbigere, ev temsîlîyet peywira xwe ya dîrokî, netewî bi cih nayîne û di nav neteweya kurd de jî ti rewatiya van berpirsan û van polîtîkayan dijKurdistanî jî namîne.

Ji bo vê jî berpirsên vê polîtîkaya xendekan her kî be, demildest divê dev ji vê polîtîkayê berdin, lêborînê ji neteweya kurd bixwazin û ji îro û şûn de hemû hêz û dewlemendiya başûrê Kurdistanê bo prosesa azadkirina Rojavayê Kurdistanê bimexêzin.

Bendewariya neteweya kurd ji başûr û hêz û partiyên kurd û Kurdistanî tenê ev e. Tenê ev nêzîkatî di berjewendiya kurd û Kurdistanê de ye û ev nêzîkatî dikare polîtîkayên dagirkeran têk bibe.

Serxwebûna başûrê Kurdistanê bi xendekan pêk nayê!

Ya ku serxwebûna başûrê Kurdistanê mîsoger bike şoreşa Rojava ye.

Têkçûna şoreşa Rojava têkçûna daxwaza serxwebûna başûr jî.

Biserketina şoreşa Rojava wê bi xwe re serxwebûna tevahiya Kurdistanê bîne.

Ango polîtîkaya xendekan û ragihandina serxwebûnê hev têr nakin, li zemînekî reel rûnanin.

Serxwebûneke reel bi azadbûna hemû parçeyên dî yê Kurdistanê pêkan e,bi taybetî jî bi azadbûna Rojava.

Heke bo ragihandina serxwebûnê xendek hewce be divê ev xendek ne di navbera başûr û rojava de lê divê di navbera başûr û îraqê de werin kolandin; ji ber ku talokaya herî mezin a li pêşberî serxwebûna başûr dewleta Îraqê ye!

Bu yazı 497 defa okundu.

Yorum Yaz »