PYD û TEV-DEM’ê komkujiya Til Temirê şermezar kir

Editor 13 Aralık 2015 0
PYD û TEV-DEM’ê komkujiya Til Temirê şermezar kir

Meclîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Hevserokatiya Meclisa TEV-DEM’ê ya Efrînê di derbarê êrîşên li Til Temirê de daxwiyaniyên nivîskî weşandin. PYD:’’ êrişên Til Temirê delîla îflasa çeteyan û têkçûna wane.”

Meclîsa PYD’ê di daxuyaniya xwe de got:‘’di vê êrîşa li dijî welatiyên sivîl pêkhatî de, xwîna hemû pêkhateyan ketiye nav hev. Ev yek diyar dike ku yekbûna pêkhateyan, jiyana hevbeş û biratiya gelan ku hemû ji berhemên şoreşa 19’ê tTîrmehê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîkin, êdî komên terorîst û alîgirên wan dixe nav tirs û xofan de. Têkiliya gelek welatên herêmê ya bi komên çete yên ku dijminahiya biratiya gelan dikin re êdî eşkere bûye.”

Hat gotin:“Em nikarin van êrîşan ji rewşa Sûriyê cuda bi nirxînîn. Ew hêzên ku li Sûriyê di nava şer de ne neghiştin çi çareseriyê û rewşa Sûriyê hîn girantir dikin. Hin alî idîa dikin ku nêzîkî çareseriyê bûne. Lê ew aloziyê kûrtir dikin.”

Dîsan hatin gotin: “Ev kongre gaveke girîng bû. Ev ispata wêye kû fikra azad û şoreşa civakî çi caran nayê tunekirin. Tevî hemû rengên ambargoyê, êrîş û kiyarên hovane yên çeteyan, gel ji berxwedana li hember desthilatdariyê venegeriya û ji bo guhertinê kar dike. Ev êrîşa çeteyan ya ku li Til Temirê pêk hat jî delîla îflasa çeteyan û têkçûna wane.”

Di dawiyê de jî hat gotin:“Em van êrîşên hovane şermezar dikin. Em soz didin hemû şehîdên xwe heta em doza wan bigihînin serkeftinê, azadiya civakî li tevahiya Rojava û Sûriyê pêkbînin, têkoşîna ku wan daye destpêkirin emê bidomînin. Em sarsaxiyê ji malbatên şehîdan re û şîfaya acîl jî ji birîndaran re dixwazin. “

Hevserokatiya Meclîsa TEV-DEM’ê ya Kantona Efrînê, di derbarê êrîşên Til Temirê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Hat gotin:” Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ya di encama Kongreya Sûrieyya Demokratîk de 8 û 9’ê Kanûnê hat ragihandin, çûye zora Erdogan, hikûmeta AKP’ê û hêzên wan yên tarî. Lewma piştî aşkerakirina danezana Kongreya Sûriyeya Demokratîk, li bajarê Til Temirê yê bi pirçandiya xwe tê naskirin, ji bo xirab kirina yekîtî û biratiya gelan, bi destê DAIŞ’a ji AKP’ê piştgiriyê digire, sûcekî din li dijî mirovahiyê hatiye pêkanîn.

Em bang li tevayî gelên Sûriyê dikin ku li dora Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bicivin û piştgiriyê bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de yekane hêviya gelane.”

Di encama êrişên DAIŞ’ê yên li Til Temir’ê de 28 welatiyên sivîl jiyana xwe ji destdabû, 120 birîndar bibûn û her wiha ziyanek mezin ya madî gihiştibû mal û milkê welatiyan.

Bu yazı 406 defa okundu.

Yorum Yaz »