QETRANÊ ROJHILATA NAVÎN Û KURD / LEYLA İLHAN

LEYLA İLHAN 20 Aralık 2013 0
QETRANÊ ROJHILATA NAVÎN Û KURD / LEYLA İLHAN

LEYLA İLHAN QETRANÊ ROJHILATA NAVÎN Û KURDDi nav gengeşeya rojhelata navîn de Kurd li ku derêne? Em dikarin vê pirsyare di roja meya îro de çendin car ji xwe bikin. Ji ber kû ji bo gelê Kurd deriyek mezin yê azadiyê hatiye vekirin lê disan wek her car Kurd bi destê xwe vî derî di girin, yan jî didin girtin. Di roja meya îro de ji bo qepatkirina vî deriyê azadiyê rolê sereke beşê başurê Kurdistanê û carna bi eşkere yan jî nixumandî ev rol PDK daniye ser milê xwe. Ev deriyê azadiyê yê li rojavayê Kurdistanê hatî vekirin ji bo planên teng û desthilatdariya xweya kesî digirin. Azadiya gelê Kurd tê qurbankirin.

Bi hemû hewildan û derfetên xwe gelê rojavayê Kurdistanê astekî berçav ya azadiyê bidest xistiye. Ew xeyal û xewnên Kurdan yên bi sedan salan kû li ber bi cih hatinêne, lê dîsan tirsa berjewendiyên teng yên kesî ketiye nava dilê hindekan. Nakokiya ev demeke dinavbera başur û rojavade berdewam dike, ji vê heri zede gelê Kurd bandor dibe. Hîna bi hewildanan tê payîn ku ev nakokî derbas bibe. Lê carnan hindek nêrinên ne aqliyane ji aliyê hindek hezên bi arikariya PDK’ê li rojava dixwazin van deskeftiyên Kurdan têk bibin û li cihe berjewendiyên gelê Kurd kesayeta xwe bidin pêş tên raberkirin.

Ew hêzên rojavayî yên bê ked dixwazin li ser keda gelê Kurd xwe bidin jiyankirin di civîna li Selehedîn de dinavbera hêza sereke ya rojavayê Kurdistanê PYD”ê û dinavbera PDK”ê de hatî kirinde dibejin; PYD amadeye hêza xweya leşkeri fesih bike û hêzek ya aşayîşî em bi hevre ava bikin. Ev nêrîn li gor feraseta hindek kesan maqul tê ditin.

Gelo ev nêrîn maqule, ne mqûle, yan jî di xizmeta gelê Kurd deye?. Ez jî ji we di pirsim; xwendevanên hêja, gelo weke kesayetên Kurdperwer em dikarin vê pirsiyarê bi maquli peşwazi bikin? Ma ne YPG hêzek leşkeri ya girêdayî PYD’ê û li ser hêza gelê rojava hatiye avakirin ji bo parastin û hebûna nirxên gelê Kurd, her wiha bivî awayî xwe bi hez û quwet kiriye.

Sedem çîye? Ger dibejin em jî hebûn û mafên gelê Kurd dixwazin, çima dibêjin bila hêza Kurd ya parastinê bê tunekirin?. Diyar dibe kû ya tê xwestin ne hebûn, rûmet û azadiya gelê Kurde, ya tê mobile casino xwestin berjewendiyên şexsî yên teng û paşverone.

Ji dîrokê heya roja me ya îro, Kurd ji ber van nêrînên ne maqul di vê rewşa îro dene. Her carê hêza xweya heyî faşil kirine û li cihê wê ne karîne tu hêzekdin bidest bêxin. Carna îtifaqên ne maqulane yên bi neteweyên din re û heri zêde îtifaqên ne maqulane yên di nava xwede gelê Kurd hêlayê di vi halîde. Em çima ders ji dîroka xwe na derxînin. Hêzek ya Kurdan çêbûye, çendîn deskeftî bi dest xistine, hebûna xwe misoger kirine û gav bi gav berbi azadiyê ve diçin. Hindek jî nû ji xewê radibin û dibêjin: ev ne bi dilê meye. Li cihê bejîn; we hêzek mezin heye û hêzek ya me jî heye, werin pêkve vê hêzê hêj mezintir bikin. Dibejin: werin em vegerin dîroka berî çend salan. Ya pêwîst ewe em bikarin van nêrînên ne maqulane ji dil û mejiyê xwe derxînin û bikarin hêza xwe beşdarî hêza hevdu bikin û pêkve bihêz bibin. Dema me ev kir wê demê emê bikarin ji bo hebûn û dahatûya gelê Kurd bibin hêz û ji bo pêwîstiya azadiyê ya gelê xwe bibin bersiv.

Bu yazı 452 defa okundu.

Yorum Yaz »