RASTIYA 8`Ê ADARÊ

EVDÎ GOYÎ 10 Mart 2014 0
RASTIYA 8`Ê ADARÊ

8 e adare8 ê Adarê di sala 1857 ê de li bajarê New York di karxaneyekê ya textile de ji ber neçareserkirina şert û mercên kar jinên kedkar li wê derê dest bi rojiya birsîbûnê dikin. Lê bi êrişkirina polisan û asih mana deriyê karxanayê re karkerên jin nikarin derkevin û dibe sedem kû agir derbikeve û 129 jin jiyana xwe ji dest bidin. Di wê demê de, nêzîk 10.000 jin tevlî merasîma jinên hatine qetilkirin dibin.

26-27 tebaxa sala 1910 an, li peytexta Danîmarka Kopenhangê di duyemîn konferensa jinên sosyalîst yên navnetewî de, di pêşengiya seroka sosyal demokratên Almanya ya bi navê Clara Zetkin de, ji bo bîranîna wan jinên li 8 ê adara sala 1857 jiyana xwe ji dest dayîn, wekû roja jinên kedkarên cihanê hate pejirandin.

Tundîtîjiya herî zêde ya li cîhanê ya li ser jinê ye û ya herî kêm têt ceza kirin jî ev tundîtîjiye.

Li gora texmînan, ji 113 heta 200 milyon jin bi awayê demografîk nînin anjî wunda hatine nîşan dan. Yan di dema ji dayîkbûnê de hatine kuştin ( li cihê keç kur hatiye tercîh kirin) yan jî nekariye mîna bira û bavê xwe derfetên madî û xwarinê bi dest ve bîne.

Hêjmara jinên di kerxanan de têne bikaranîn anjî jinên têne firotin di yek salê de di navbera 700 hezarî heta 4 milyonan de ye. Qezenca ji koletiya cinsî tê destve anîn, di yek salê de 12 milyar dolare.

Di astek cîhanî de, ji jinên temen pênç ta çil û pênç salî yên kû ji nexweşiyên weke penceşêr, sitma, qezayên trafîkê û dişeran de dimirin; yên bi tundîtîjiya mêran têne kuştin û seqetkirin gelik ji yên bûyerên xwezayî zêdetirin.

Di Cihanê de, ji ber tecawuza sîstematîk ya li ser jinê tête kirin, wekû çeka terorê hatiye karanîn. Komkujiya li li Ruandeyê ya di sala 1994 an de, di navbera 250.000 û 500.00 jin hatine tecawuzkirin û di komkujiyan re hatine derbazkirin. Li gorê lêkolînan tûndîtîjîya li ser jinê hatî pêkanîn, bûye sedemê virusekê ya bi navê HIV herî zêde nava jinan xwe daye der. Yên kû îşkenceya cinsî û destwerdanê dîtin, herî zêde ev nexweşî li wan diyar bûye.

Dema mirov temaşeyê van xalên me li jor dayîn kirin dike, mirov dikare bêje; li ser rûyê cîhanê ji derveyê zilam ti cinsek din evqas nêzikatiyek ji derveyê pîvanên mirovatiyê dûr li ser cinsê hevparê jiyana xwe nekiriye. Ji ber kû bi avabûna civakê re, berê miladê û piştî miladê jin hertim di civakê de rolê xwe yê pêşengtî kiriye û bûye xudawenda rêvebera civakê.

Lê piştî sîstema baviksalarî despêkir û bû desthilatdar, li ser hemû beşên civakê, jin têne wekî pergala zewqê, pêleystinê, kirîn fîrotinê û wekî kole tenê xizmeta zilam bike, dane nîşakirin û fêhmkirin.

Lê, ji ber kû sîstema baviksalarî ji hêza jinê ya pîroz ditirsiya, evqas xirab li ser jinê leyîst. Di dîroka mirovatiyê de û heya roja me, ticar bi dadî (adaletî) nêzîkatî li jinê nehatye kirin. Lê di rastiya xwe de yê kû jiyan, wekhevî, parvekirin, parastina nirxên mirov û ji keda mirov re rêz girtiyî, jine. Ji ber vê çendê, hemû sîstemên desthilatdar ji mezinahiya jinê di tirsiyan kû evqas komkujîyên ji pîvanên exlaqî dûr li ser jinê pêkanîn. Weke nimûne; hemû welatên heyî jinê tênê li gora xwesteka xwe û wekî pargalekê ya zewqê karanîne. Ya ji hemûya xirabtir, sîstema qapitalîzmê jin wekî meta û reklama zewqê nîşan kiriye. Di bingehê xwe de ,tevahiya wan sîstemane li himber xwe, dayîka xwe û cinsê xwe bêrêziya herî mezin kirine.

RASTIYA 8`Ê ADARÊJi ber vê, di bingeh û rastiya xwe de jin xemla wekheviya jiyanê ye. Jin, nirxên bingehîn yê civaka pîroze. Jin, di rastiya xwe de xweşikbûna nava hemû zindiyên li ser cihanê jiyan dibine. Ez bawerim kû ger îro jin li cihê zilam desthilatbûya, li cihanê şer, birsîbûn, koçberî, bê mafî û evqas cihana me ji gazên xirab tejî ne dibû. Ji ber kû di xwezatiya jinê de aşitî, wekhevî, dilnizmî û rêzdarî heye.

Mirov dikare bêje, Rêberê mirovatiyê birêz Abdullah Öcalan ev bi salane bê mafiya li ser jinê hatibû kirin , bi bîrdozî û felsefeya xwe ya pîroz ji nûve rizgar kir. Bê wêrekiya bi sed salan ya jinê kû hatibû kuştin , ji nûve da qezenc kirin. Azadiya jinê cardin bi jinê da xuluqandin.

Têkoşîna jina Kurd bi xebatek ya nêzîk 40 salane ji bo bi destxistina mafê gelê Kurd çespandiye kû têkoşina jin nav de nebe, nikare bigihe azadiya xwe. Di dîroka cîhanê de , ti jin mîna jinên Kurd û yên Rojhilata Navîn di jiyanê de êş û zorî nekêşandine. Jina Kurd bi têkoşîna rizgariya Kurdistanê, cardin mafê kû bi sed salane ji aliyê sîstema desthilatdar ve jê hatî standin, bi berxwedan û xebatek pir pîroz qezenc kiriye.

Li gora min, bê mafiya herî xirab û nebaş jinê tênê bi rojekê kû ew jî roja qetilkirina jinaye, bi biranîn çewte. Pêwîste nebes rojek, hemî roj yên jinan û dayîkan be! Ji ber kû avabûna civaka hemdem û rizgarbuna jina azad û zilamê azad û aşitiya cîhanê bi azadbûna jinê û bîrdozîya birêz Abdullah Öcalan ya ji bo jinan û zilam danî ve gengaze.

Bu yazı 433 defa okundu.

Yorum Yaz »