RASTIYA POLÎTIKAYÊN AKP LI BERAMBERÊ PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ

EVDÎ GOYÎ 30 Ocak 2014 0
RASTIYA POLÎTIKAYÊN AKP LI BERAMBERÊ PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ

RASTIYA POLÎTIKAYÊN AKP LI BERAMBERÊ PÊVAJOYA ÇARESERIYÊPêşketinên li Cihanê û Rojhilata Navîn rojane di qewmîn , ewqas  zû guhertinên nû dide çêkirin  kû   ji bo mirov  van  guhertinan fêhm bike, pêwiste   gelik jîr û zane be.

Rojane bi hezaran nivîs liser bûyer û pêşketinên dema dawî çêdibin  têne weşandin. Gelo, Gelê Kurd  li kûdera van pêşketinaye ? Bi rastî di nava vê dojehê de siyaseta li ser Kurdan tê kirin, ango Kurd çiqas dikarîn bi siyasetek netewî cihê xwe di nava vê siyasetê de bigre?  Dewletên  li  Rojhilata Navîn desthilatdarin, Kurdek çawa dixwazin, yan jî profîlek ya  Kurdek  çawa ji bo  xwe bingeh digrin?

Dema mirov ji berya avakirina komarê û piştî  avakirina KomarTurkiyê dinêre, vane ji derveyê komkujî ,bişavtin , valakirina gundan, şewitandina erdnigariya Kurdistanê,binçavkirin û girtina jin, zarok, ciwan û siyasetmedarên Kurdan pêve tiştek nekirine.

Ji 21 ê Adara 2013 an ve, bi destpêkirina pêvajoya Aştiya ya birêz Abdullah OCALAN dayî destpêkirin û şûnve , şerê di navbera şervanên Azadiyê yên PKK’ê û dewleta Turk de bi awayek çalak hatiye rawestandin.

PKK , ji bo çareserkirina  vê pirsgirêkê çi ji destê wî hat kir û erkê kû ketî liser wan, li gora min pêkanîn, hêjî ji  bo gavên erênî û baş bên avêtîn têkoşîna viya  didin.

Eger  em temaşeyê hukumeta AKP ê û dewleta wan bikin, tabloyek beravajî derdikeve pêşiya me. Ji bo cardin  kompleyekê li ser Kurdan bike, çi ji destê wan tên dikin.  Bo nimûne; di şerê li Rojavayê Kurdistanê yê kû li himber Gelê Kurd û arteşê wî têde meşandin, bi hezaran  şervanên Azadiyê jiyana xwe ji destdayine û şehid ketîn de, sedemek ya wî AKP û dewleta wê ye. Li milekê qala çareserkirina pirsgirêkê dikin û li rexa din li şûna kû ji gundiyên Robozkî  û gelê Kurd lêborin bi xwaze, berevajî wê erişê malên wan dike, işkence û girtin pêktênin. Di heman demê de,  girtiyên di zindanên Tirkiye yê de  ji ber raman û sekna xwe ya azadîxwaz di razin  û li ber mirinê ne. Di van zindanan de îşkenceyên cûr be cûr dimeşînin. Zarokên kû di ti qanûnan de çênabe kû  rastî nêzikatiyên xirab bên, lê mixabin  polîs û gardiyanên vê hukumetê destavetinên derveyê exlaqê  mirov û mirovahî  li ser wan pêktênin.

Cardin  ji bo konferans û kongreya netewî  ya Kurd pêkneyê çi ji destê vê hukûmetê  dihat kir. Ji bo demek kurt jî be bûye asteng. Di heman demê de,  ji bo li Rojavayê Kurdistanê yekitiyek ya Kurd çênebe, ew hinek hêzên xwe fîroş yên kû ev bi salane li ser Kurdan  xwe didin jiyankirin,  êxistîn dewrê û hêjî wekû tê xwestin yeketiyek û yek dengiya Kurdan li wê derê pêknehatiye. Cardin  bê viyana hêzên  xwedî gotînê li Rojavayê Kurdistanê , bê kû Kurd wekî komek serbixwe  tevlî CENEVA 2 bibe, tevilkirina ENSK ê  ango  evane hemû bi destê AKP ê û hevkarên wê pêktê. Dilxwede  wê  pirsgirêka Kurdan çareser bike!

Ji bo her du hilbijartînên di demê pêş de li Turkiye û Kurdistanê yên were kirin , dengê BDP û HDP kêmbike, partiyek bi navê Partiya Demokrata Kurdistanê ( PDK) dide demazrandin. Ger mirov li vê partiyê temaşe bike, ji bo çi hatiye avakirin  û wê armancên  vê  çibe, ji xwe diyare. Bo nimûne;  ji bo azadiya birêz OCALAN  imza di avêjin  û di heman demê de  li Ankarê  bi Erdogan re  dibejîn çênabe kû hûn ticar vî mirovê ji zindana Îmraliyê berdin. Dil dixwaze kû  pir partî di nava Kurdan de  bi awayek dadî û demokratîk  bibe dengê hemû mirovên di civaka Kurd û Kurdistanê de. Lê, ger partî û dezgehên  ji bo xirabkirina yekitiya Kurdan be, ewê bi xwe re zerarên mezin kû ticar dîrok viya efu neke bide afirandin. Ji ber vê çendê, polîtikayên  demî zerarên mezin bide polîtika Kurd ya netewî. Pêwiste  partiyên sereke yên kû xwe bi navê Kurd perest pênasa dikin ji van nêzikatiyane birevin. Yan jî deskeftiyên kû di roja me de ketine destê Kurdan wê bi xwe xwe pêşkêşî hêzên faşîzane bikin.

Ji ber vê yekêye  kû politikayên niha hukumeta AKP ê dide meşandin, ji hemû demê xetertîrin . Pêwîste Kurd ji bo viya hişarbe  û ji bo berjewendiyên biçûk  yên kû xizmeta netewa Kurd nakin, tevnegere.

Xeta birêz OCALAN  ya kû ji bo hemû mirovahî, gelên di Rojhilata Navîn de danî, ji bo xwe bingeh bigre, ji ber yekane rizgarbûna me hemûyan bi vê gengaze.

Bu yazı 399 defa okundu.

Yorum Yaz »