Rewakirina kudetayê

CÎGERXWÎN GOYÎ 17 Kasım 2015 0
Rewakirina kudetayê

Li başûrê Kurdistanê hinek rewşên ne normal derdikevin holê hene. Mînak, li herêmê niha li gora zagonan ti serok û ti parlemen nîne anjî nehatiye hiştin. Li rexmê vê jî em mîna kû tiştek rûnedaye tevger dikin.

Hinek ji van direwanên rojane em bêzanebûn wan rewa dikin:

* Mesûd Barzanî derdikeve li ser navê Herêma Kurdistanê “ wekû serok” li Şengalê daxuyaniyan dide. Li gora zagonan çend mehin demê wî dibore û rewatiya wî têt guftûgokirin. Ango ji bilê PDK’ê tikes bi vê bawer nake.

* Li ser navê Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyan daxuyanî dide. Yêkû ne serokê herêmê be, jixwe nabe fermandarê giştî yê pêşmergeyan jî.

* Niha li ser daxwaza Mala Barzan parlemen hatiye bê bandorkirin. Wê demê serokek ne bi rêya parlemenê be, ti girêdana xwe bi îradeya gel re nîne. Ango bihêz û bi zorê desthelatdarî di destê xwe de digre.

* Heroj em di dezgehên xwe yên çapameniyê de Mesûd Barzanî weke “Serokê Herêma Kurdistanê” bi nav dikin. Di rastî de ev yek rewakirina rewşa heyî ye û em jî heroj vê bi caran dikin.

* Ya herî rast ewe kû mirov erkê wî yê rast bêje kû ew jî bes serokê PDK’ê ye. Hingê mirov nabe alîgirê kudetaya li herêmê çêbûye.

* Mesûd Barzanî û PDK ne bes li pey dizîna pereyan, di heman demê de li pey dizîna rolê hêzên Kurdistanîne. Mînak, rizgarkirina Şengalê weke bes ew çobe şer û wî herderê rizgarkiribe ji aliyê çapemeniya PDK’ê ve hat weşandin. Eger na, hemî hêzên Kurd yên çekdar li wê bûn û xwîna xwe rijandin.

* Sedemek kû evqas Şengal kirin di rojevê de ew bû kû xwe li ser Şengalê re bidin rewakirin; ango bes PDK şer dike û bes PDK parazvanê Kurdistanê ye. Ji aliyê din ve, mîhwerê Sîrwan Barzanî ( Mexmûr û Guwêr) hêjta gelik gund di destên DAIŞ’ê de ne; mîhwerê Dubis yê Kemal Kerkukî jî bi heman awayî. Çima li van cihan evqas şow û propaganda nakin? Duh jî (13-11-2015) piçek mabû DAIŞ dubare bikeve di Guwêr de û zêde kesê behs jî nekir. Ango rojev ji aliyê PDK’ê ve têt diyarkirin. Ev jî awayek yê rewakirina kudeta (derbe) ya heyî ye.

Bi vî awayî rojane gelik peyvên kû em ne di zanebûna wan de ne, di bin sedem bêmafiyên têne kirin em wan rewa bikin. Mesûd Barzanî bi zêdehî têt mubalexekirin. Li gora min, biqasî kû mafkiriye divêt maf bêt dayîna wî.

Çima wuha dibêjim?

Sedemek herî girîng yê qeyrana li başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi xwe ye. Mînak, dikaribû di oxira başî û dahatûya Kurdistanê de dest ji kursî berde û rê li ber asoyên nû veke. Hem vê nekir, hem jî yênkû xwastin vê bikin asteng kir.

Bihêza pêbawer –nizanim çi hêze- hemî pêşniyarên partiyên herêmê ji nedîtîve têt. Çima heta niha kariye vê biser bixe, divêt partiyên başûr ji xwe bipirsin.

Li gora gelik agahiyan wekû malbat jî, di nava xwe de bi nakokî ne. Belkî jî dixwazin ji vê qeyranê sûd bigrin û ji nav derbikevin. Gelik bûyerên çêbûne û tarî mane, avêtin li ser Goran û PKK’ê. Piştre diyar bû kû evane hemî bi destê “Parastin” hatine kirin.

Parastin di destê kê de ye? Erkê wan çiye? Giştî ye anjî bes hêza parastina kesane? Ne li herêmê, ne jî li ti deverê hêj ev nehatiye lêkolînkirin. Ger wuha biçe jî, ev tişt yê di tarîyê de bimîne.

Wekû encam, ji bo mirov tiştekê biguhere divêt di serî de di aliyê zêhniyetê de guhertin çêbibe. Guhertina zêhniyetê jî, bi naskirin û bikaranîna têgih û peyvan destpê dike. Ger têgih û peyv li gora rastî û heqîqeta wê neyêne bikaranîn, hingê mirov dubare dikeve di xefika desthelatdar û yekdestdaran de. Peyv û gotinên ew bikartînin, divêt baş bêne analîzkirin û bêt zanîn ka wateya wan, encama wan û heqîqeta wan çiye û sûdê dide kê. Bi van gotin û biwêjên serûbinkirî divêt mirov nehêle civak bêt xirandin. Mînak, mirov nehêle bi nav û peyva “pêşmerge” bêt leyistin, tengkirin, hizbîkirin û gemarkirin. Di rewşa heyî de ev yek pir şêlo ye. Divêt ev peyv bes bi Barzaniyan û PDK’ê ve hevyek û hevwate nebe, ji ber kû ew nirxek yê Kurdistanê hemî ye.

Bu yazı 561 defa okundu.

Yorum Yaz »