ROJEK JI ROJÊN PENABERI YÊ / NARINC GÜNGEN

Editor 17 Ocak 2014 0
ROJEK JI ROJÊN PENABERI YÊ / NARINC GÜNGEN

penaber

Em nû hatibûn Wargeha Mexmur. Wê demê ez hê biçûk bûm. Ez diçûm dibistana seretayî. Çend sewalek yê me hebûn. Dema xweyê vala diçûm ber sewalan. Ji stiriyên kesk û kevirên girnij û tûj yê Qereçoxê zêdetir tiştek tunebû. Niha ew sitirî jî nemane. Tenê me demê xwe derbaz dikir, li ber sewalan.

Rojekê min disa sewalên xwe derxistibûn pita malan. Nizanim ji kengê ve li wire lê, min dit kû kaleki rêh spî li girikê beramber rûniştiye û ji xwere kûr kûr dihizire.Di wê gavê de zilamek hat li gel kalê rêh spî û ew jî li ber tenişta wî rûnişt. Şalwar û şapikek Soranî li zilmê nû hatî ye û ji ber ya niha min ev kes qet ne dîtî ye. Hemabêje ez her kesê kû li wargehê dirûnin nas dikim û ev jî tê wê watê ev kes biyanî ye û ne niştecihê wargeha meye. Ji tevgerên her du ya jî kifşe ji berê ve hev nas nakin.

Denge wan ji dûr ve dihat gohê min. Ji zarokatiya xwe û pêve ez pir ji civata kalan hez dikim, jiber gotinên wan pir kurt û bi cewherin. Min jî mereqa axaftian wan kir û sewalên xwe ber bi wan ve ajot. Êdî dengê wan xweş daihat min.Dikara penabertiyê dikirin. Ev tê wê wateyê kû dabaşa vê sohbetê min jî têkildar dike. Êdî min hê bi baldartir guhdar kir.

Zilamê biyanî : hûn çi kesin, ji kû hatine û hûnê bi kû ve herin?

Li ser vê gotina kesê biyanî, tebeqeyek şil çavên kalo nixwimandibû.

Kalê Penaber: Çîroka me dûr û dirêje, hêvî û daxwazên me mezinin.Em gelek bindestin û dijminan welatê me dagir kirî ye. Me jî serdestiya dijmin ne pejirand û em ketin rêya penabertiyê.

Zilamê biyanî : Kalo ya tu dikara wê dikî karek zor û berdêlên buha dixwaze. Pêvajoya azadiyê demek dûr û dirêj dixwaze. Jibû vêjî pir ked berxwedan, xwîn û xwêhdan pêwîste.

Kalê rêh spî jî bersiv da û got; Dema kû em ji welatê xwe penaber bûyîn me hertişt daye ber çavên xwe û em wusa derketinê vê rêyê. Jii bû vê jî tişta ji destê me were emê bikin.

Belê, ger em li roja xweya îro binêrin û binirxîni wekû Gelê Kurd me gelik xwîn rijandiye û berdelên pir giran jî daye, êdi dema azadiyê hatiye û derbaz jî dibe .

Bu yazı 515 defa okundu.

Yorum Yaz »