SEDSALA 21Ê SEDSALA AZADİYA JINA KURD E! / ŞENGUL OGUR

Editor 10 Mart 2014 1
SEDSALA 21Ê SEDSALA AZADİYA JINA KURD E! / ŞENGUL OGUR

SEDSALA 21Ê SEDSALA AZADİYA JINA KURD E11Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi xwe re tenê hişmendiyeke netewî neanî lê herwiha hişmendiya jinê jî bi xwe re anî û ev hişmendî ne kêmî hişmendiya netewî ye. Bipêşketina hişmendiya jinê ya azadîxwaz ji bo neteweya kurd geşedaneke gellekî girîng e û bandora xwe bi awayekî erênî di her qada jiyana civakî de jî nîşan dide. Em dikarin bibêjin ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ne tenê vejîna neteweya kurd lê herwiha vejîna jina kurd e jî. Di vê têkoşînê de gelek jinên leheng ên kurd bi vîneke polayî derketin ser dika dîroka Kurdistanê û navên xwe bi tîpên zêrîn li dîroka têkoşîna azadiya kurd û Têkoşîna azadiya jinê nivîsîn.
Têkoşîna azadiya jina kurd îro bandora xwe ne tenê li Kurdistanê nîşan dide, Tevgera Jina Demokratîk û Azad îro pêşengiya têkoşîna azadiya jinê ya li Rojhilata navîn jî dike û beriya bi çend mehan li bakurê Kurdistanê, li Amedê bi tevlîbûna gelek berdevkên jinan ên ji welatên Rojhilata Navîn jina kurd nîşan dide ku ew di pêşketina hişmendiya jinê de, di têkoşîna azadiya jinê de xweyî rolekî pêşeng, hêz û hişmendiyeke pêşeng e. Herwiha beriya bi çend rojan pêkhatina Konferansa Jineolojiyê dîsa ya bi pêşengtiya jina kurd nîşan die ku di siberojê de jina kurd wê li tevahiya dinyayê bibe pêşengê têkoşîna azadiya jinê.
Ji jina kurd ku beriya têkoşîna azadiyê qîmetê wê di nav civaka kurd de ne bû, ev rewşa pêşeng ku niha pê rabûye em dikarin bibêjin ku ji bo jina kurd bi serê xwe şoreşek e; şoreşek hişmendî, vînî ye. Helbet jina kurd ev rola pêşengtiyê bi têkoşînê, bi berdêldayinên mezin û bi ji xwe afirandina lehengên mezin ên wekî Berîtan, Zîlan, Viyan û Sarayan ev pêk anî.
îro li bakurê Kurdistanê di qada siyasetê de jina kurd xweyî rolekî girîng e. Bêyî jina kurd teşedayina siyaseta kurd ne pêkan e; ango êdî di siyaseta kurd de jin nikarin jinedîtî ve werin dîtin. Ji ber ku di têkoşîna azadiyê de jina kurd jî bi hindikayî biqasî zilam xweyî têkoşîn, berdêlan e, bi hindikayî biqasî zilamê kurd jina kurd jî xwe tevlî têkoşîna azadiyê kir.
Di civaka kurd a siberojê de jî jina kurd, di hemû qadên jiyanê de wê xweyî rolekî diyarker bin. Ango civaka kurd a siberojê bi hindikayî sed ji pêncî wê bi destê jinê bi teşe bibe û ev jî nîşana wê ye ku civaka kurd a pêşerojê civakeke ronak e, civaka ku di avabûna wê de jin xweyî rolekî diyarker bin, tenduristiya wê civakê wê pir baş be.
Jina kurd di siberojê de wê di qada ekonomî, sosyal, polîtîk, kulturî de xweyî mohreke beloq bin û ev mohr wê mohrên pir xweşik û bedew bin.
Sedsala 21ê wê ne tenê sedsala azadiya Kurdistanê be lê herwiha wê sedsala azadiya jina kurd jî be! Ji niha ve pîroz be!..

Bu yazı 502 defa okundu.

Bir Yorum »

  1. adar 10 Mart 2014 at 14:18 - Reply

    Sedsala 21ê Sedsala Azadiya Jina Kurd e adlı yazının yazarı ismi verilmemiş..

Yorum Yaz »