SEKNA KURDÊ AZAD / DURAN KALKAN

Editor 6 Temmuz 2014 0
SEKNA KURDÊ AZAD / DURAN KALKAN

duran kalkanRêxistina bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam’ê ku weke DAÎŞ tê bilêvkirin ku ji Musul’ê destpê kir û heya Bexda’yê pêşde çû û bi van êrîşan ku beşekî mezin ê herêma Sûniyan jî xiste destê xwe, weke ku Iraq kiriye sê parçe, herêma Rojhilata Navîn jî ber bi şerekî mezhebî yê xeternak ve jî bir. Dema ku ev rewş bi rewşa dabeşbûna Sûriyê ya çar beşan re jî bû yek, nirxandinên weke êdî ew sînorên ku di dema şerê cîhanê yê yekemîn de hatibûn xîzkirin ji holê têne rakirin û li herêma Rojhilata Navîn nexşeyekî nû tê xîzkirin, tê kirin.

Bêguman sedemê bingehîn ê ku hişt DAÎŞ li Iraq’ê serbikeve, ew sekna rêveberiya heyî ya ku nekarî îstîqrar û aramiyê bide avakirin bû. Di vê mijarê de seknên rêveberiyên Hewlêr û Bexda’yê yên ku lihev nedikirin û helwestên Malikî yên ku Erebên Sûnî derve dihişt û zext li wan dikir, bûn sedem ku civaka heyî ber bi himêza DAÎŞ’ê ve biherike. Ji ber vê yekê jî ti mafekî Malikî nîn e ku di ber van encaman de kesên din gunehbar bike.

Weke tê zanîn, rêxistina bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam’ê(DAÎŞ) sala 2003’an bi destwerdana DYE’yê re piştî hilweşandina rêveberiya Sedam Hûsên li hemberî hêzên dagirker ên DYE’yê ji bo ku berxwe bidin hatiye avakirin. Her çend weke baskê El Qaîdê yê Iraq’ê teşe girtibe jî di çarçoveya bermahiyên miliyetgir ên rêveberiya Bas de hatiye avakirin. Her wiha dema ku li hemberî hêzên DYE’yê li berxwe jî didan, di serî de rêveberiyên Îran, Sûriye û Tirkiyê ji gelek dewletên Ereb jî piştgirî wergirtiye. Eger mirov DAÎŞ’ê weke hêzeke ku li Iraq’ê ti bingehê xwe yê girseyî tine û bê alîgir binirxîne, ev ê rast nebe.

Di pêvajoya bihara Ereban a ku di destpêka sala 2011’an pêşket de dema ku li Sûriyê şerên navxweyî destpê kirin, vê carê jî hat dîtin ku rêxistinekî bi navê DAÎŞ’ê li Sûriyê xwe daye der. Li vir jî xisleta wî ya herî bingehîn êrîşkarî û xirabkariya wî bûye. Bi taybetî jî piştî Tîrmeh’a sala 2013’an şûnde êrîşên ku birin ser Kurdên Rojava têra xwe sosret in. Di vê pêvajoyê de ku bi El Nûsra’yê re ku weke baskekî El Qaîde’yê dihat binavkirin re valatiyek di navbera wan de çêbû, hat dîtin ku li ser sînoran ji AKP’ê piştgiriya pêwîst jî wergirtiye.

Niha tê lêkolînkirin û dixwazin fêmbikin ka rêxistina bi navê DAÎŞ bi piştgiriya kî ev hemleya Iraq’ê pêşxistiye. Di rewşa heyî de nêzîkatiyên AKP û PDK’ê nerm in û xwe nêzîkî lihevkirinê dikin. Her wiha DYE û Îsraîl’ê jî bertekekî neyînî nîşan nedane û wer xûya ye ku ew jî pê razî ne. Heta hinek kes dibêjin ku ev êrîşên ku têne kirin bi teşwîqa DYE û Îsraîl’ê têne kirin.

Tişta xûya dike ew e, ev demeke dirêj e hinek pirsgirêkên ku gelek derdoran nedikarîn çareser bikin van êrîşên DAÎŞ’ê carekê de çareser kirine. Weke mînak; pirsgirêka sînoran a di navbera Bexda û Hewlêr’ê de di astekî girîng de hatiye çareserkirin. Bi vê yekê karî ne ku Kerkûk û Xaneqîn’ê bi temamî bixin nav sînorên Başûrê Kurdistanê. Her wiha civaka Ereb a Sûnî ku li derveyî rêveberiyê dihat hiştin û nedihiştin ku rêveberiyekî xwe hebe, hatiye wê rewşê ku vê rewşa xwe derbas bike.

Li gorî hinek derdoran li pişt van hemû yekan DYE û Îsraîl hene. DYE û Îsraîl bi xwe spartina van êrîşên DAÎŞ’ê ve hinek pirsgirêkên li Iraq’ê çareser kirine û bi tengkirina rêveberiya Malikî ya Şîa re ew xistina bin venerîna xwe. Lê vê carê jî li naverasta Iraq û Sûriyê di bin rêveberiya DAÎŞ’ê de dewletekî Ereb ê Sûnî derketiye holê. Eger ev hêz weke dewletekî nû teşe bigire, wê demê ji bo Îsraîl’ê wê xeteriya wê ji ya Iraq û Sûriyê kêmtir nebe.

Wê çaxê dê DYE û Îsraîl vê xeteriya nû bi kî û çawa bikarin kontrol bikin? Niha pirsa yekem a ku herî zêde tê pirskirin û li bersiva wê tê gerandin ev e. Di vê nîvengê de cara pêşî Kurd têne bîra mirovan û gelek derdor ji bo pêşîgirtina DAÎŞ’ê dibêjin ‘Kurd dikarin’. Bi taybetî jî di vê sala dawiyê de ku gelên Rojava’yê Kurdistanê bi awayekî serkeftî li hemberî hêzên DAÎŞ’ê li berxwe dan, hem vî nêrînê heyî xurtir dikin û hem jî têgihîştinekî weke tenê Kurd dikarin vê yekê serbixin di mejiyê mirovan de bicih dike.

Bi kurtasî, niha şerekî Kurd-DAÎŞ’ê yê nû û hîn berfirehtir xûya dike. Tê payîn ku hemû hêzên weke Îran’ê ku dijî DAÎŞ’ê ne jî wê vî şerî sor bikin. Ev rewş, hemû civaka Kurd û hêzên wê yên siyasî bi awayekî cidî nerehet dike. Bi taybetî jî ku DAÎŞ xwe dispêre mezhebê Sûnî û hemû axên Sûniyan di nava bernameya xwe de bicih kiriye û wer dihesibîne, vê yekê fikarên Kurdan zêdetir kirine.

Di vê mijarê de behsa gelek senaryo û bernameyên curbicur jî tê kirin. Bi taybetî jî ku heya niha hêzên DAÎŞ û PDK’ê pevneçûne û PDK bêyî ku şerbike herêmên Kurdan ên li Musûlê ku radestî DAÎŞ’ê kirin, weke xalekî balkêş xwe daye der. Hinek derdor vê mijarê li ser bingehê peymaneke di navbera herdu hêzan de dinirxînin. Tê payîn ku PDK dixwaze Herêma Cizîra Rojava’yê Kurdistanê bixe destê xwe û dewletekî cuda ragihîne û li ser vî bingehî jî hemû hisabên xwe dike.

Di rewşa heyî de wer xûya ye ku ev hisabên PDK’ê yên li ser Rojava’yê Kurdistanê wê ji bo Kurdan xeteriyekî cidî bi xwe re bîne. Her wiha aşkere ye, ew hêzên ku dixwazin Kurdan û DAÎŞ’ê berdin hev wê firsendê nedin PDK’ê û wê bixwazin ji bo armancên xwe wî jî bikarbînin. Ev nêzîkatiya hegemon a PDK’ê ya li hemberî Rojava û daxwaza wî ya dewletekî cuda bi awayekî aşkere rê dide hêzên din jî ku bikarin bikarbînin.

Bi taybetî jî rêveberiyên DYE û Îsraîl’ê wê bixwazin di vî warî de PDK’ê bikarbînin. Dema ku DAÎŞ’ê bi destê PDK’ê lewaz bikin û bixin bi venerîna xwe, dibe ku piştgirî bidin PDK’ê da ku dewletekî cuda ava bike. Her wiha rêveberiya Tirkiyê ya ku ti caran dev ji polîtîkaya xwe ya dij-Kurd bernedaye, li beramberî venerîna DAÎŞ û têkoşîna dijî PKK’ê dewletekî cuda ya PDK’ê bipejirîne. Îran jî, li beramberî dewletekî cuda dibe ku bixwaze PDK bi DAÎŞ’ê re pevbiçe.

Bêguman gelek xeternak e ku Kurd li ser vî bingehî li hemberî DAÎŞ’ê bikevin nava şerekî mezin. Pevçûnekî bi vî rengî wê ti sûdekî xwe ji bo Kurdan nebe, berovajiyê vê yekê wê xizmeta berjewendiyên dewletên herêmî û kûrewî bike. Her wiha gelek xirab e ku berê Kurdan bidin polîtîkayekî bi vî rengî. Divê PDK xwe ji polîtîkayekî wiha dûr bigire û hemû gelê Kurd jî di vê mijarê de hestiyar be.

Jixwe li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê şêwazekî berxwedaniyê yê Rojava’yê Kurdistanê heye. Ev şêwaz hem yekitiya Kurdan ji xwe re esas digire û hem jî xwe dispêre rêveberiyekî hevbeş û demokratîk a bi gelên din re. Di vê mijarê de rêveberiya Kantona Cizîrê ya ku xwe dispêre hevgirtina demokratîk a gelên Kurd, Sûryanî û Ereb weke mînakekî çareseriyê ya cidî derdikeve pêş. Helbet ev model, modela xweseriya demokratîk e ku Rêber Abdullah Ocalan pêşdîtibû.

Rêber Abdullah Ocalan vê modelê bi taybetî jî ji bo Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dixwaze weke modelekî demokratîzasyonê pêşbixe. Bi modela xweseriya demokratîk re dixwaze Tirkiyê demokratîze bike û pirsgirêka Kurd jî li ser vî bingehî çareser bike. Bi vî awayî dixwaze têkiliyên Kurd û Tirkan li ser bingehê demokratîzebûna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd ji nû ve ava bike. Ev rewşa ku wê hem ji bo Tirkan û hem jî ji bo Kurdan berhemdar be, tenya rêk e ku dikare pêşî li êrîşkariya DAÎŞ’ê bigire û nehêle li herêmê şerên mezhebî bêne jiyankirin.

Li hemberî van pêşketinên dîrokî yên ku li herêmê têne jiyankirin, sê taybetmendiyên bingehîn ên sekna Kurdê Azad hene. Ya yekem, di navbera Kurdan de yekitiyekî demokratîk avakirin, ya duyem têkiliyên Kurd-Tirk, Kurd-Ereb û Kurd-Farsan li ser bingehê vê yekitiya demokratîk ji nû sazkirin, ya sêyem jî li ser bingehê herdu mijarên destpêkê di serî de DAÎŞ li hemberî hemû awayî êrîşkariyên faşîst û mêtinger berxwedayîn e. Vê seknê bi qasî ku bi Kurdan daye qezenckirin, wê ew qas bi hemû gelên cîran jî bide qezenckirin.

Bu yazı 953 defa okundu.

Yorum Yaz »