Siyaseta Dubarebûnê

CÎGERXWÎN GOYÎ 7 Aralık 2015 0
Siyaseta Dubarebûnê

Di van de demên dawî de siyaseta cîhanê ya li ser rojhilata navîn û Kurdistanê pir tiştan hem tevlîheve hem jî pir dubare ye. Mînak siyaseta Turkiye ya heyî tevlîheve lê ya Elmanya hêjta dubare ye.

Her ji sedsalên 18. û 19. ve gava hêdî hêdî meylên parvekirinê derdiketin pêş, Elmanya yekane welat bû hêjta bi awayek konfederal jiyan dibû. Ji ber vê jî bi demê re ew welat yê herî dawî bûyî dewleta netew bû. Di serê sedsala 19 û 20. de Turk-Osmanî hevpeyman û hevalbendê wan yê herî bi nirx bû. Her du Cengên Cîhanî jî di vê çarçoveyê de derbaz bûn. Ma niha jî ne hemane?

Elmanya qet dil neda kû Turkiye ji dest bide. Bi vî awayî hem bi rêya wan bandora xwe ya li ser dewletên Ewrupî yên hevrikê xwe dide çêkirin, hem jî bi rêya Turkan destê xwe digehînin hemî cihên xaka Musulmanan û rojhilata navîn; Kurdistan jî navendek taybet ya vê ye. Hesabên hêj kûrûdûr di bin vê de hene.

Gava mirov li bûyerên vê dawiyê dinêre, bi rastî jî gelik taybetmendiyên dîrokî yên di dema Cengên Cîhanî de hebûne digre nava xwe. Hevpeymanên heyî û nû çêdibin, xwe berdana Behra Spî, Qezwîn, xakên dewletên Êraq û Surye wekû mêtingeh bikaranîn, leyistokên li ser Kurdistanê û bizavên wê û htd.. Li gel hinek guhertinên pir kêm yên di rewşa Kurdan de, mirov zêde cudahiyek nabîne ji wan deman.

Elmanya pêşiya hilbijartina bi awayek pir vekirî destê xwe da Turkan û hukumeta AKP’ê dubare anî desthelatdariyê. Serdana çend rojî ya Merkel û şovên wê, vegotina vê ye. Ango eger Frense û Rusya li Surye bixwazin bibin xweyî gotin, divêt hingê ew Elmanya û Turkiye li hemberê xwe bibînin. Bi wateyek din, Elmanya li ser Pan Germanîzmê, niha bi destê Turkan Pan Îslamîzmê wekû mertalek anjî çekek bikartîne. Bêgoman yê herî ji vê bandor bibe jî Kurdin.

Ji aliyê din ve, Turkiye naxwaze statuya heyî ji dest bide. Pêşiya demekê hewesên wan yên dubare bûyîna Xelîfe hebûn. Lê li Kobanê, Girê Spî û Kerkûkê ev di qirika wan de ma. Mîna çawa Ataturk û Mîsakî Mîllî qet negihan muradê xwe… Armanca Turkiyê îro jî bi heman awayî bi destê “Siyaseta Mamo-Mala Barzan” xwe gihandina heman projeyê ye. Anîna tabûrek leşker li gel 25 tankan (bi alikariya Barzaniya bêgoman) di nava Başîqa-Musul de wek êrişên wan yên di dema xwe de li ser Musul kirine ne. Lê vê carê li Kerkûkê, li Musulê, li Hewlêrê û heta li tevahiya Surye PKK-PYD bendeke mezine li pêşiya vê.

Ji aliyê din ve, siyaseta Başûrê Kurdistanê jî mîna ya dema Cenga Cîhanî ya yekem tevlîheve. Çawa Şêx Mehmûdê Berzencî carnan hevalbendê Înglîzan, carnan jî neyarê wan bû û dixwast wuha statuyek bi Kurdistanê bide qezençkirin û di dawî de bi serneket, niha jî Mala Barzan jî li ser heman şopê ye. Dostên wan û dijminên wan nediyarin. Eger na, herêma Başûrê Kurdistanê yakû bi xwîna sedhezaran şehîd gihaye vê astê, çima dubare bi sol û pûtinên leşkerên dewletek dagirkerê Kurdistanê ya weke Turkiye têt qirêjkirin? Dawiya vê siyasetê wê ji ya Şêx Mehmûd ne cuda be.

Li bakurê Kurdistanê jî metirsiyek bi heman awayê di dema serhildanên Kurdan de heye kû ew jî “herêmî mayîne.” Gava em temaşe dikin, serhildan û berxwedan li hinek bajaran de bi sinor dimîne. Ev belavî derdor û qada bajarên Turkiye nabe. Mînak, bajarên Kurdan têne wêrankirin, lê cihek mîna Îstanbul herkes di nava aramî û tenahiyê de ye. Ev yek, dihêle kû tekoşîn yekalî bimîne û ger dijmin neyêt bêhedarkirin ew gavan jî navêje. Li rexmê evqas sazî, şaredarî û rêxistinbûn ev rastî hêjta nehatiye derbazkirin. Bajarên weke Trabzon, Rîze, Samsun û hwd kû potansiyel neyarên Kurdanin, qet çalakiyek jî lê nayêt kirin. Li Agirî û Geliyê Zîlan komkujî hebû, li Sêwaz û Mereş û Erzurum Kurdan agah pênebû… evqas dubarebûyîn mirov ditirsîne.

Wekû encam; dubarebûnek ne normal di her qadê de heye. Ji terzê jiyanê bigre heta terzê biryargirtin û rêvebirinê, ji terzê tekoşînê bigre heta bi terzê parastinê pir kêm tişt di jiyana me de hatine guhertin. Ev ji bo siyaseta dewletên dagirker û mêtingeh jî hemane. Çima îro 15 bajarên Kurdistanê hêjta nikarin mîna Nisêbîn û Farqîn û Cizîrê xwe biparêzin? Heman tişt… Gelo evqas endamên partiyên siyasî yên Kurd bi kûve wunda bûn? Ev gel çawa wuha li naverastê maye? Ji bilî 59 parlementeran pêve ma kesek din di van partiyan de nîne? Ewên kû di dema hilbijartinan de evqas evîndarên rêz û payeyan, niha li kû ne? Ma ji vê re hesabxwastinek ne pêwîste? Ev siyaset çima bisazî nabe û xwe ji dubarebûyînê rizgar nake?

Bu yazı 520 defa okundu.

Yorum Yaz »