SÎYASETA GLADIO KESK Û TÊKÇÛNA AKP

EVDÎ GOYÎ 2 Mart 2014 0
SÎYASETA GLADIO KESK Û TÊKÇÛNA AKP

EVDÎ GOYÎ  SÎYASETA GLADIO KESK Û TÊKÇÛNA AKPLi Kurdistanê bûyer û pêşketînên di qewimin ji demên bûrî gelik tûj û dijwartirin; rê li ber hizirandinên cuda vedikin. Ji ber kû plan û bernemaya hêzên gladio ji bo sazûman kirina Rojhilata Navîn û Kurdistanê daniyîn encam ne girt. Ji ber sîstema desthilatdarîya cîhanê xwestibû kû bi rêya Îslama Nerm re polîtîkayên xwe li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêkbêne. Lê, polîtîkayên Îslama Nerm ji binî ve xwirimî.

Piştî 13’ê Îlona 2001’ê çalakiya Amerikaya ya kû bi xwe li himber xwe dayî kirin û politikayên ji wê demê heya niha mirov dikare bêje; hatiyî meşandin, ji derveyê komkujî, birsîbûn, mişextbûn û wundakirina cih û warê xwe pê ve tu tişt ne daye qezençkirin.

Li milêkê hê jî hêzên cîhanî li ser debeş kirina Surye yê li hev ne kirina wan, di heman demê de, hêzên li himberê Surye yê hatibûn çekdar kirin, têkçûna wan û kom kirina du car Civîna Cenev 1-2 û bê encam belavbûna wane. Cardin ne pejirandina xweseriya Kurd ya li Rojavayê Kurdistanê, ji bo têkbirina destkeftiyên Kurd yên li vê herêmê , karanîna gelek hêzên hinder û ji derve hemi vê dest nîşa dike kû politikayên hêzên Gladioya Kesk av û av çûye.

Ji xwe AKP wekû nûnerê Glodya hatibû erkdar kirin. Gelo çi çêbû kû îro ew ketîne pêsîra hev? Ji ber kû yê AKP anî li ser desthilatdariyê ev hêzbûn! Li gora min, dixwazin faturaya bin keftina xwe ji AKP re bibirin . Ankû yên ev karên qirêj berê kirin, ji xwe şîrikên hev bûn. Di rastiya xwe de, ev partî rûyê hêzên veşartî yên bi sed salan xwîna gelan dirijînîn û bi nirxên gel yên herî pîroz leyistîye.

Niha rewşa AKP ketiyê û politikayên dide meşandin dişibe politikaya dema FIREWÛNÊN Misra kevin. Di dirokê de kî xîyanetê li nirxên gel kiribe ,hertim mahkumê wundakirinê ne. Avabûna AKP ê û bûyina desthilatdar ,ji ber ne li ser hîmên parastîna wekheviya gelan,nirxên pîroz yê civake bû, berevajî wê, hemî pîrozîyên civakê di xizmetên xwe yên qirêj de karanînbû, ji ber vê mahkumê têkçûnê ye.

Di nava van rewşên dijwar de Kurd beramberê çine? Li gora min, merc û şertên li cîhanê bi taybet li Rojhilat Navîn, di demê dawîn de yên herî bi qezenç û xweyî polîtîkayekê diyarker Kurdin. Di Rojhilata Navîn de kî bi Kurdan re li ser bingehekê rast hevkarî bike, ewê qezenç bike. Niha ger AKP ê û hevkarên wan ne xwazin xilasbibin û ji holê tune bibin, yekane rê bi Kurdan re hevkarî kirine. An jî di nava çend salên pêşîya me de bahozeka li wan bêxe, tu kes nikare li pêşiya wê bigre.

Ji xwe Glodyo yê biryara ji holê rakirina AKP ê daye. Niha gelek kes dibêjin, ev partî yê ji holê rabe, edî pirsa Kurd çareser nabe. Nêrînên bi vî rengî ji rastiyê gelik dûrin û ne xwedî ti rastiya ne. Ji ber kû pirsa Kurd ne bi vê partiyê destpêkiriye û ne ji bi vê partiyê dawî lê tê. Têne, ji ber kû li ser desthilatdariyêye peywendî li gel tê danîn. Gavên hatiyîn avêtin jî ne hukumet, lê gelê Kurd û têkoşîna wan bi xwe avêtine.

Bi taybet, di hilbijartinên dema pêş de, ger Kurd li xwe xweyî derbikevin, yê azadiya xwe û xwesertîya demokratîk misoger bikin. Eger partîyên sîstemê dengê xwe zêde bikin, yê cardin komkujî, koçberî, wundabûn, hejarî û êşên dijwar bi xwe re bide xuluqandin. Ez dikarim bêjim; serkeftina HDP û BDP serkeftina tevahiya gelên li Turkye û Kurdistanê jiyan dibinin.

Ji ber kû gelê Kurd ji dîrokê heya roja me, geleke kû bê mafî li gelên di nav de jiyan dibin nekirîye û bi awayek exlaqî, dadî û demokratik pêre jiyan bûne.

Di dema pêş de çar ezmûnên girîng yên kû berekê baş bide pêşeroja Netewa Kurd hene:

a. Xwedî derketina li xwesertîya Rojavayê Kurdistanê.

b. Pêkanîna konferens anjî kongreya netewî

c. Hilbijartinên şaredariyan û rêveberiyên herêmî

d. Hilbijartinên parlemenê.

Ji bû kû xalên li jor hatine rêzkirin sernekevin gelek kes û partiyên xwe bi navê Kurdan nîşan didin nêzikatiyek ne li gora pêvajoyê raber dikin. Ji bû li her çar aliyên Kurdistanê Kurd bibin xweyî nasnameyek azad, mafên xwe yên xwezayî bi destve bînin û serbixwe jiyan bibin, pêwîste bêkû li pey hesabên biçûk biçin, van xalên hatîn diyarkirin bi awayek exlaqî û dadwerî pekbînin. Berevajî vê, rewşek cudatira rû bide, yê Kurd dubare mehkumê mirin û tunebûnê werin kirin.

Bu yazı 436 defa okundu.

Yorum Yaz »