TEHLIYA WELAT, NE HINGIVÊ XERÎBIYÊ

HOŞENG HESEN 7 Şubat 2016 0
TEHLIYA WELAT, NE HINGIVÊ XERÎBIYÊ

Bi peşveçûna şoreşê re û girêdayî qezencên gelê Rojava bi destdixistin ambargoya ser Rojava zêde dibû, ji milekî de çeteyên DAIŞ`ê kû hemû rêyên bazirganiya ji hundirê Sûriyeyê derbazî kantonên Rojava dibin girtibûn û gelek pêwîstiyên jiyanê li ser welatiyên Rojava qut dikirin û hîn jî dikin. Milê din dewleta Tirk-Hikûmeta AKP`ê ango bavê çeteyan dijberiya xwe ji şoreşa Rojava re ti car venaşert û hemû îmkan û derfetên xwe seferber kir ji bo kû şoreşa gel li Rojava li bin bixe lewma wê jî ji mile bakur ve hemû madeyên kû berê derbazdibûn qut kirin. Milê dawî sînorê kû dijminê dagirker bi Başûrê Kursistanê re çêkiriye li wir jî deriyê Sêmalka heye di navbera Rojava û Başûr de , mesela Sêmalka jî wekî bûka her roj ji xesûwa xwe xeyîdî be wekî kû li mala bavê xwe be li mala xwe namîne, deriyê Sêmalka jî wekî kû girtî maye nehatiye vekirin ji ber hin nakokiyên siyasî yên hikumeta Başûr bi sîstema Rêveberiya xweser a Rojava re. Bi vî awayî em dikarin bibêjin hema Rojava ji her alî ve, di bin ambargoyê de ye û alîkariyên kû gelek caran rêxstinên navnetewî bi gelê Sûrî re dikirin jî, gelê Rojava her dem jê bêpar bû.

Girêdayî vê ambargoyê dema dawî şekir li bajarên kantona Cizîrê nema tê peydakirin û ev bûye sedema kû welatî zehmetiyan bikişînin, lê tişta bala min kişand 4 bapîrên kû li ber deriyê xwe rûniştîbûn û ça vedixwarin lê mixabin ji ber peydanebûna şekir neçarbûn kû çayê tehl ango bê şekir vexwin, hevoka ji devê yek ji wan derket ev bû “Ev çaya tehl a welat ji hingivê Ewrûpa xweştire” û pêre kenekî li ser lêvên xwe nîşan dide û her sê bapîrên din jî pêre dikin û çaya xwe ya tehl vedixwin.

Bûyerekî biçûk yek ji kolanên bajarê Hesekê, bajarê kû bi dehan caran bû şahidê şer û pevçûnan carna rejîm, carna jî çeteyên DAIŞ`ê, ji bilî şerê qirêj yê veşartî kû dijmin di nav civakê de dike kû şev û roj propagandayên reşkirinê li dijî şoreşa gel a Rojava dike ji bo kû vî gelî ji doza wan dûr bixe û bide koçberkirin lê van hemûyan jî nikarîbûn bi vîna bapîrê kû ew tenê mînakek biçûk ji mînakên israrkirina gelê Rojava di şoreşê û mabûna ser xaka xwe de bişkîne û wê heya bapîr, ciwan û dayikên giranbiha û bi doza xwe ve girêdayî hebin wê nekaribin bigihêjin armanca xwe…

Bu yazı 685 defa okundu.

Yorum Yaz »