Têkiliyên DYA û Rûsya

Editor 16 Aralık 2015 0
Têkiliyên DYA û Rûsya

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry piştî serdana xwe ya li Moskowayê daxuyaniyek da û ragihand kû, ji bo çareserkirina pirsgirêka siyasî ya li Sûriyeyê wan li ser hinek prensîbên bingehîn li hev kirine.

Dewletên Yekbûyî ên Amerîka û Rûsyayê got, li ser nexşe rêya pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê kû bingehê wê li paytexta Awûstûrya Viyanayê hatibûn danîn, piştî civîna roja Înê li New Yorkê were kirin dê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve jî bê pejirandin.

Roja 15’ê Kanûnê Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî ên Amerîka John Kerry serdana Rûsya kir û bi Serok Dewletê Rûsya Vlademîr Pûtîn û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin pêkanî.

Li ser hevdîtnê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov da zanîn kû, ji bo nelihevkirin ji holê rabin dê muzareke bidomin. John Kerry jî got, wan di serî de li Sûriyeyê kîjan kom weke terorîst dê bên binavkirin jî li hevkirine.

Rûsyayê di 30’ê Îlonê de li Sûriyeyê dest bi operasyona hewayî kir. Li ser Rûsyayê ev rexne hebûn, Rûsya ji bilî Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DAIŞ) li muxalefetên kû welatên rojava piştgiriya wan dike, bombebaran dike.

Rûsya jî bersiva îdiayan dide Û dibêje, ew tenê komên terorîst hedef dikin û bombebaran dikin.

Hate ragihand kû, di hevdîtina li Moskowayê de careke din li ser pêşeroja Serok dewletê Sûriyeyê Beşar Esad li hev nekirin.

Amerîka dibêje, li Sûriyeyê di pêvajoya demkî ya siyasî de divê Esad tenê di wê dema kurt de li ser peywira xwe be.

Rûsya jî dibêje, li Sûriyeyê tenê muxatabê rewa Esade û tenê gelê Sûriyeyê dikare têkildarî pêşeroja Beşar Esad xwedî gotin be.

Kerry destnîşan kir kû, li rexmî nelihevkirinên di navbera Washington û Moskowayê de jî divê herdu alî bi hev re bixebitin û ev peyam da: “Di demên kû di navbera me de cûdahiya fikir jî heyî, me di gelek mijarên girîng de bi hev re xebatên bibandor serxistin. Dema welatên bihêz li ser bingehek hevpar tên gel hev, yê qezenc dike cîhan hemû ye.”

Piştî balefira Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve hate xistin û herwiha tansiyona navbera welatên NATO û Rûsyayê de bilind bû, civîna navbera Amerîka û Rûsyayê de pir girîng tê nirxandin.

Di nirxandinê hatin kirin de hate gotin kû, Amerîka jî dizane ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê Rûsya welatek girînge û dest jê nayê berdan. Heta Rûsya nebe, ew nikarin Esad bînin ser mêzeya muzakereyan. Her wiha di mijara kû DAIŞ ji bo hemû welatan gefeke jî hemfikirin.

Bu yazı 407 defa okundu.

Yorum Yaz »