Tirsa ji ‘Kaos’ê

CÎGERXWÎN GOYÎ 8 Kasım 2015 0
Tirsa ji ‘Kaos’ê

Encamên hilbijartinên 1’ê Mijdarê piraniya Kurdên bi ar êşand. Ji milekê ve divêt wuha be jî. Lê li gora min, hinek rastî jî bi xwe re derxist holê. Rastî herdem mirovên xeyalperest têşînin. Çine ev rastî?

  • Kêm-zêde dengê Tevgera Azadiya Kurdistanê li Bakur ev qasin. Evane dengên hestiyê piştin û di her mercê de hene. Hinek herêmên di rêjeyek kêm de koçberî lê çêbûye em nagirin nava vê çarçovê.
  • Di Kurdî de dibêjin “Êmanet heta qiyamet!” Diyar bû dengê kû weke ‘êmanet’ dihatin navkirin neman û di nava du mehan de dubare vegeriyan jêdera xwe ango miliyetgiriya Turk. Têt wateya kû di siyaset û polîtîkayê de ev pîvanên civakî, wêjeyî û rojaneyî ne domdarin; li gora berjewendiyan tên û diçin.
  • Li gora ramana min ya kesî, çepgirên Turk ji bilî qismek hindik yên din hêjta di zêhniyeta dewleta netewe de israr dikin û li pey van xeyalan diçin. Di kampanyayên hilbijartinê de pir sist nêzîk bûn. Ev jî têt wateya di zêhniyetê de di navbera me de ferqbûn heye. Encama vê jî, ji hevgirtinên startejîk zêdetir hevgirtinên demkî bi xwe re tîne. Vegerana nêzîkê nîv milyon dengê wan bo CHP’ê vê rastiya wan derxist holê. Bi xeyala CHP wê bihêz bibe xwe dan aliyê wan. Ev têkilî divêt bêne pêşçav re derbazkirin. Û diyare bû kû ti hêza wan ya pêşbînîyê jî nîne.
  • Mirov tekoşînê ji bo şehîdan û nirxan dide. Di oxira vê de hemî fedekarî tên raberkirin. HDP bû qurbana plansaziya kaosê. Ji kaosê tirsiyan û xwe bi awayekê dan alî. Tam berevajî, kaos destûrek gerdûnîye û herdem bi xwe re jidayîkbûnan tîne. Ev di siyasetê de jî derbazdare. Lê komkujiya Enqere HDP da alî. Ev yekane armanca dewletê bû û pêkhat jî. Pir bi hestyarî û lawaz tevgerkirin. ‘Bila şehîd çênebin, bila me jî ti kursî nebe’; ev di aliyê têgihiştin de wuhaye, lê ti encamek ya polîtîk ya vê nîne. Pêwîst bû HDP’ê kampanyaya xwe domandiba û sloganên pir nûtir û tundtir daba pêş û meydanê vale nehiştiba.
  • Ji aliyê din ve, li hinek deveran guhertinên pêwîst nehatin pêkanîn. Ev jî bû sedem li hemberê namzetên partiyên kû hatin guhertin lawazî çêbibe. Li Qers, Erdexan, Dersim û hwd. Di wateyekê de hol ji AKP’ê re hiştin çêbû. Wan jî bi hemî kirêtiyan karîn bi dengek pir kêm li hin deveran derbe danin. An nexwe, di hilbijartinên berê de li van waran ti bermayek yê sîstemê nema bû.
  • Li warên Berxwedanê zindîtî heye û xwe parastin jî. Rêjeya dengên herî bilind li van warên serhildan û berxwedanê bi dest ve hat. Ev jî dide diyarkirin kû gel ji kaosê natirse, berevajî kaosê vedigerîne hêz û rêxistinê. Li Cizîr, Silopî, Elkê, Gever, Lîce, Farqîn, Varto, Sûr û gelik warên din ev pir vekirî derket pêş. Ev têt wateya kû divêt ev berxwedan li seranserê Kurdistanê bêt belavkirin. Gotinên biratiya gelan êdî zikê kesê têr nake.
  • Helwesta Çepgirên Turkan yên vê dawiyê beraliyê xweguhertin ber bi CHP’ê ve di heman demê de bû erêkirina siyaseta qirkirinê ya AKP ya li ser gelê Kurd. Ev helwest yeksane li gel helwesta wan MHPiyên kû ji bo qirkirina li ser Kurdan bidomîne, dengê xwe dane AKP’ê. Niyeta wan çi dibe bila bibe, encama wê ya pratîka rojane û polîtîk eve. Pêşengên HDP’ê divêt vê bibînin.
  • Xalek din ya ji çav têt revandin jî eve; hebûna nûnerên Kurd li Enqere wateyek sembolîk heye û girîngiya wê jî heye. Lê divêt bêt zanîn kû hêjmarek pir zêde jî be, zêde guhertin çênabe. Çima? Ji ber kû ev şer ne şerê hêjmara zêde, lê şerê zêhniyetê ye; tekoşîna cewhertiyê ye. Ango ji nûve avakirina netewa demokratîke. Netewa demokratîk jî ne li Enqere wê li Kurdistanê bêt avakirin. Navçe û bajarên li jor me navên wan anîne, mînaka vê ya şênberin. Ev jî têt wateya kû êdî ne Enqere lê divêt Kurdistan bikeve rojeva me. Ev hisret û bêriya çona Enqere êdî beraliyê wê bêt dayîna Botan, Serhat, Dersim, Xerzan, Harran, Sêwas û Mereşê. Ji ber kû kok li vê derê ye û ya hatî wundakirin jî li vê xakê ye.

Bu yazı 616 defa okundu.

Yorum Yaz »