Wekîlên Tirkiyeyê ên êrişî Rojava dikin

Editor 8 Aralık 2015 0
Wekîlên Tirkiyeyê ên êrişî Rojava dikin

Bi gelek belge û agahiyan hate piştrastkirin kû li pişt êrişên dijî Şoreşa Rojava dewleta Tirk heye. Her wiha gelek welat, saziyên sivîl û partiyên sivîl jî Tirkiye bi piştgiriya komên çete gunehbar dikin. Herî dawî, piştî krîza Rûsya û Tirkiye, Rûsyayê gelek agahiyên kû têkiliyên Tirkiye û DAIŞ’ê nîşan didin aşkera kir. Heman kêliyê Îranê jî daxuyanî da û got, di destê wan de belgeyên têkiliyên Tirkiye-DAIŞ’ê aşkera dikin hene.

Tirkiye kû li herêmên Cizîr û Kobanê raste rast piştgirî da van komên çete, li Heleb, Efrîn û derdora wan jî, bi rêya berpirsyarên komên ku ji xwe re birêxistin kiriye, şerê wekaletê dimeşîne.

Navê hinek kesên kû raste rast têkiliya wan roje bi Tirkiyeyê re heyî û bi awayek hêsanî derbazî Tirkiye dibin û beşdarî civînan dibin hatin aşkera kirin. Hate gotin kû, li pişt êrişên vê dawiyê ji aliyê El Nûsra, Ehrar El Şam, Fetîh û Cehş El Siwar li ser gundên Efrîn û taxa Şêxmeqsûd ya Helebê hatiye destpê kirin, Tirkiye heye. Ev di mikurhatina çeteyên dîl hatine girtin de jî hate îspat kirin.

ŞÊX YÛSÛF ANADANÎ

Hin şexs hene ku li derdora Heleb û Efrînê ji sala 2012’an û vir ve li ser navê Tirkiyeyê şerê wekaletê dimeşînin. Hin ji van kesan, endamên berê yên rêxistina Birayên Misilmanin. Ev şexs niha li Helebê weke şêx tên naskirin. Serkêşiya van kesan jî Şêx Yûsûf ê Anadanî dike.

Şêx Yûsûf hînê salê carekê diçe Tirkiyeyê û vedigere. Ji bo hemû civînên li ser navê mûxalîfên Sûriyeyî li Tirkiyeyê tên lidarxistin, ew jî tê vexwendin. Lê belê ti carî derneketiye pêş perdeyê. Her tim li pişt perdeyê bi karê rêxistinbûyînê re mijûl bûye.

EBDULCEBAR ÎGEDÎ

Yek ji kesên ku li ser navê Tirkiyeyê li Heleb, Efrîn û derdora wê şerê wekaletê dimeşîne û tiliya xwe di hemû êrîşên li hemberî Efrînê de heye, Ebdulcabbar Îggedî ye. Di Hezîrana 2013’an de êrîşên li hemberî gundên Ziyaret, Akibê, Basilê, Bênê, Cilbir, Dêr, Mişmiş, Zirêxet, Xezevî, Birc Ebdalo û Kefer Nebo yên nehiya Şerawa ya Efrînê kordîne kir. Piştî ku ev êrîş hat şikandin, li Dîlokê civîna 70 rêveberên artêşa azad ên şerê wekaletê dimeşînin, organîze kir. Di wê civînê de got: “Li Sûriyeyê ji bilî mirinê ti mafê Kurdan nîne.”

TEWFÎQ ŞIHABEDÎN

Yek ji kesên kû di hemû planên êrîşê yên Tirkiyeyê li hemberî Efrînê de cih girt ji nehiya Kaftan Cebele Û weke Şêx Tewqîk tê naskirin. Ew jî ji Birayên Misilmana ne. Gelek caran çûye Tirkiyeyê û vegeriya ye. Tê gotin kû ji aliyê Tirkiyeyê ve bi awayekî taybet hatiye wezîfedarkirin.

EBDULQADIR SALI

Yek ji endamên tevgera Birayên Misilmanan yê bajarokê Marea yê ser bi Helebê ye. Salih piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi 90 kesan re beşdarî Lîwa Tewhîd bû. Piştî demek kurt ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo serkêşiya komê hat wezîfedarkirin. Piştî vê wezîfedarkirinê Lîwa Tewhî êrîşî herêmên Kurdan kir.

Dema Salih hate kuştin, ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve weke ‘Qehreman’ hate binavkirin.

MIHEMED EBDUREHMAN

Ew jî ji Anadanê ye. Yek ji wan kesên bi wekaleta Tirkiyeyê êrişî Efrînê dike ye. Ew jî endamê Birayên Misilmane. Yek ji rêveberên Tûgaya Ehrar Sûriyeyê ye. Ebdurehman jî weke kesayetên din li Tirkiyeyê maye û diçe, tê.

EBU ELÎ SÎCO

Ji gundê Sîco yê Ezazyê. Sîco koma binavê Bahoza Bakûr avakir. Armanca avakirina vê komê, êrişkirina ser gundên Êzidiyan ên Qestel Cindo yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bû.

Piştî DAIŞ’ê xwe ji Ezazê vekişand, Elî Sîco ji Dîlok û Kîlîsê ku sê mehan ma vegeriya Ezazê. Di nava Eniya Şamê de cih girt û bû Berpirsyarê Gumrukê yê Oncupinarê. Ebû Elî Sîco li gorî wekîlên din ên Tirkiyeyê hînê ciwane, lê ji malbateke bingehÎn a Biratiya Misilman tê.

EHMED AFFAŞ

Yek ji kesên li ser navê Tirkiyeyê êrîşî Efrîn û taxa Şêxmeqsûd ya Helebê dikin, serkêşê Ehrar Şam Ehmed Affaşe. Affaş weke diz û talankar tê naskirin. Ji ber kû ji bingeha Birayên Misilman nayê, ji aliyê berpirsyarên komê ve bi tenê tê bikaranîn.

Çavkanî ANF-Seyîd Evran

Bu yazı 334 defa okundu.

Yorum Yaz »