XUDAWEND Û FATIH: SARA

NIZAR BULDAN 9 Ocak 2016 0
XUDAWEND Û FATIH: SARA

Hevala Sara yek ji wan kesên tilî jimare kû bi xetên stûr û diyar her cihê kû lê xebitiye kariye cihê xwe di dil û kûraniya mejiyê mirovan de çêbike. Gotin wê kêm jî bi mîne, wê nikaribe pênase jî bike, lê tam fatîhek bû.

Her cihê di çûyê, her mirovê pêre têkilî di danîn, enerjiya wê ya pozîtif ya jiyan û xebatê mirov fetih dikir. Herkes û derdora kû bi hevala Sara re têkilî daniye, pêre axiviye, bi hev re xebitiye di nava kûraniya dilê xwe de, li cihê herî jor yê dilê textek yê heskirin û heyraniyê ji hevala Sara re çêkiriye. Ya hîn rasttir, hevala Sara ew text ji xwe re daye çêkirin. Bi keda xwe, bi hevaltiya xwe, bi danûstandina xwe, bi arîkarî, zanyarî û dilnizmiya xwe ew text daye çêkirin.

Serbûriya jiyana Wê ya tejî berxwedan, êş û serkeftin nîşan dide ka mirovek çiqas pîroz û bi rûmete. Ji xwe berxwedana wê ya zîndanê yek ji berxwedanên herî dîrokî yên dîroka şoreşgeran ya zîndanane. Berxwedana zîndanê ya hevala Sara, ne tenê berxwedana herî dîrokî ya şoreşgerên Kurd di heman demê de berxwedana bê şirîk ya şoreşgerên tevayî cîhanê, rêbera berxwedana jinan û bi taybetî jî rêbera jina Kurde.

Di derbarê berxwedana hevala Sara ya li zîndana Amedê û bandora wê ya li ser hevalên wê, hevalê Wê yê doze, hevalê wê yê zîndanê Mustafa Karasu wiha di bêje: ‘’ hevala Sara, di nivîngeha (koğuş) jinan de bibû her tiştê wan. Hem dayîka wan, hem xwîşka wan, hem hevala wan, hem berpirsiyara wan, hem xizmetkara wan bû. Di nivîngeha jinan de pêwîstiya kê bi çi hebe, ew daye wan. Mejiyê xwe, dilê xwe, her tiştê xwe ji bo wan xerckiriye.’’

Çawa kû Karasû dibêje; hevala Sara li zîdanê, hem dayîk, hem xwîşk, hem heval, hem berpirsiyar, hem xizmetkara hevalên xwebû, çi di nava refên gerîllade çi jî dinava civakê de, hevala Sara dîsan heman tiştê heval û civakê bû.

Ev jina leheng, ev jina berxwedêr, ev jina zanyar, ev jina mirovhez, ev jina fatih, ev jina xudawend, ev jina pêşenga her cih û deman naskirin, bi wê re hevaltî kirin, li cihê ew lê mayî mayîn şans, şanazî, rûmet û şerefek mezine ji bo mirov. Weke jin, ciwan, zarok, pîr û her beşê civaka wargeha Mexmûr em xwe dinava wê şanaziya mezin û pîroz de dibînin kû me jiyan bi hevala Sara re parvekiriye.

Em bûne xwediyê wê şerefê kû em bûne hevalên hevala Sara. Em xwe serbilind dibînin kû me xwendevaniya wê kiriye. Me bi hevre kar û xebat kirine. Hevala Sara, em fêrî hevaltiyê, hezkirinê, azadiyê û berxwdanê kirin.

Ji sîstema perwerdê bigire heya xebatên çand û hûnerê, ji xebatên jinan bigire heya sazî û xebatên ciwana, di her warê jiyan û tevayî saziyên wargehê de şopên diyar yên hevala Sara hene.

Her goşeyek ya ware me, her saziyek ya me, her dibistanek ya me, di her çareseriyek ya pirsgirêkên me de bi xetên stûr nexşê Sara’ya leheng lê diyarin.

Şoreşgerek bê nimûne ya pir alî bû. Çawa kû hevalê Mustafa Karasu dibêje:’’ hevala Sara mejiyê xwe, dilê xwe, her tiştê xwe ji bo hevalên xwe xerc dikir’’, ya me li Mexmûr jî jê dîtî û em jê fêrbûyî heman tişt bû.

Li gorî pêwîstiya cihê lêdima erk digirte ser milên xwe. Dema pêwîst dikir rêveber bû, dema pêwîst dikir mamosta bû, heval bû, hûnermend bû, ciwan bû, xwendevan bû. Dilê xwe, hêza xwe, enerjiya xwe, mejiyê xwe, demê xwe, xewa xwe dida. Tenê ji bo xizmetê ji mirovên li derdora xwe re bike jiyana xwe ne di jiya. Her weke kû ji bo mirovên li derdora xwe bi jî hati bû ser vê cîhanê. Ne xwe, civak, şoreş û mirovên li derdora xwe di jiya. Jiyana derdora di jiya. Jiyana xwe dida derdora xwe.

Kedek mezin ya hevala Sara, xwihdanek giran biha li ser tevayî pêkhate, sazî û sîstema wargeha Ş.Rûstem Cûdî heye. Deynek yê hevala Sara yê mezin li ser milên me ye. Erkê me xwedî li doz û şopa Vê xudawenda mezin derketin, Ew dana jiyankirin û di jiyanê de pêkanîne. Tenê bi vî awayî em dikarin ji bin vî bar û deynê giran derkevin. Bi çi rengekê din ne ev deyn tê dayîn, ne jî ev bar tê hilgirtin.

Sara, di çareserkirina pirsgirêkan, dîtina rê û rêbazên çareseriyê de gûman têda nine kû Xudawenda serdema xweye. Eger di vê serdemê de em li xudawendekê de bigerin ew Sara’ye. Ji derveyî wê kesek nîne.

Eger Fatihek yê dost û heval, nas û biyanî, civak, jin û zarok, ciwan û pîran de bigerin ew jî Sara’ye. Ji Sara’yê fatîhtir min kes nasnekir.

Bê hevala Sara windahiyek mezin ya jiyanî û netewiye.

 

Bu yazı 698 defa okundu.

Yorum Yaz »