YDG-H’ê banga seferberiyê kir

Editor 19 Aralık 2015 0
YDG-H’ê banga seferberiyê kir

YDG-H’ê da xuyakirin kê li Cizîr û Silopiyê, çete bi desteka artêşa Tirk şerekî mezin dimeşînin û got, “Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî êrîşa çeteyan a topyekûn, dest bi seferberiya topyekûn bikin.”

YDG-H’ê got, Em soz didin kû emê ji Cizîr û Silopiyê destpê bikin, hemû bajarên xwe biparêzin û xwerêveberiyên xwe derxînin qonaxeke bilindtir.”

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn kû, êrîşên hikûmeta AKP’ê ya faşîst a li hemberî qadên xwerêveberiyê yên gelê Kurdistanê derketiye asteke bilindtir.

YDG-H’ê diyar kir kû, li her devera berxwedan lê heye, bi tevlîbûna kontrgerîla û çeteyan ji hewa û erdê ve êrîş dewam dikin û got, “Çeteyên ku nikarin bikevin nava taxan, agir berdidin malan, bi tankan xaniyan xirab dikin û bi vî rengî hewl didin bi pêş de biçin.

Gelê me yê ku bi pêşengiya YDG-H li ber xwe dide, pêşî li hemû êrîşên çeteyan û ketina wan a nava taxan girtiye.

Li navçeyên Cizîr û Silopiyê, çete bipiştgiriya artêşa Tirk şerekî mezin dimeşînin. Divê tevahiya gelê Kurdistanê û dost bizanibin kû bi van êrîşan re hewldana ketina nava qadên me, hewldaneke kêrhatî nîne. Rejîma mêtînger di şerê xwe yê li hemberî qadên me yên xwerêveberiyê de roj bi roj bêhtir derban dixwe û ji ber tirsa ji berxwedana me, bi awayekî bêkontrol êrîşî herêmên sivîlan dike.

Pêwîste were zanîn kû daxwaza girtina xendekan tê wateya ‘Bila ciwanên Kurd xwe teslîmî dewleta Tirk a mêtînger bike’. Yên ku xwe berê teslîmî mêtîngeriyê kirine, gelekî baş dizanin kû ciwanên Apoyî xwe û vîna xwe ti carî teslîm nakin. Gelê welatparêz ê Kurdistanê jî gelekî baş dizane ku ev bang, bangên kesên bêrûmetî û koledarî qebûl kirine, ye. Û roj bi roj berxwedana xwe mezin dike

Di serî de Cizîr, Silopiya û Sûrê, emê hemû qadên xwe yên xwerêveberiyê di her şert û mercî de biparêzin, şîdet di kîjan astê de, ji ku tê bila were ewê bi heman şîdetê bersiva xwe bibîne û çeteyên hewl didin xwe berdin nava bajarê me, wê ti carî nikaribin xetên me yên parastinê derbas bikin.

Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin kû li dijî êrîşa çeteyan a topyekûn, dest bi seferberiya topyekûn bikin. Em soz didin kû emê ji Cizîr û Silopiyayê destpê bikin, hemû bajarên xwe biparêzin û xwerêveberiyên xwe derxînin qonaxeke bilindtir.”

Bu yazı 896 defa okundu.

Yorum Yaz »