Zêdetirî 3 hezar mamoste ji Cizîr û Silopî derketin

Editor 14 Aralık 2015 0
Zêdetirî 3 hezar mamoste ji Cizîr û Silopî derketin

Bi peyama telefonê ya Midûriyeta Perwerdeya Netewî ji mamosteyan re şandî, li navçeyên Cizîr û Silopiya Şirnexê nêzî sê hezar mamosteyan navçe terk kirin.

Ji mamosteyên li Cizîrê kar dikin re ev peyam hate şandin “Wezareta me ji dîrokên 14.12.2015 ve hemû mamoste û rêveber girtine perwerdeya navxweyî. Mamosteyên me dikarin semînerên xwe li memleketên xwe bikin.

Peyama ji mamosteyên li Silopiyê kar dikin jî re ev hate gotin, “Ji ber kû mamosteyên li dibistanan peywirdarin dê ji dîrokên 14-15-16.12.2015 ve bikevin perwerdeyên navxweyî, dibistan hatine girtin.”

Li Cizîr û gundên wê 1298 mamoste peywirdarin. Herwiha 43 hezar û 127 xwendekar li 104 dibistanan perwerdeyê dibînin. Dibistan ji serê hefteyê heya demek nediyar hatin rawestandin.

Heman rewş li Silopiyê jî heye. Li Silopiyê jî 1873 mamoste peywirdarin.

Li Silopiyê li 68 dibistanan bihinceta ‘perwerdeya navxweyî’ zêdetirî 40 hezar xwendevan dê sê rojan neçin dibistanê.

Ji ber êrişên polîsan û qedexeyên kolanan li herêmê xelkê sivîl bifikare.

Heya niha li Cizîrê 4 caran û li Silopiyê jî carekê qedexeya derketina kolanan hatiye îlan kirin.

Yek ji sedemên kû mamoste di nava tirsê de navçeyan terk dikin jî ew peyamanên ji wan re hatine şandinin. Mamosta tirsiyan kû piştî vê peyamê dê careke din qedexeya kolanan îlan bikin û dê pevçûn rû bidin.

Piraniya mamosteyên malbatên wan li bajarên cûda jiyan dikin, piştî peyam girtin, ji navçeyên Silopî û Cizîr ên lê peywirdarbûn derketin.

Mamostaya binavê Sevgul ya ji Amedê kû du meh bû li taxa Cûdî ya Cizîrê dest bi peywirê kiribû, wê jî navçe terikand.

Mamosta Sevgula kû nexwest paşnavê xwe bêje, dibêje ew niha li mala xwe ye lê belê wijdana wê nerihete. Mamosta wiha dibêje:

“Ev hefteyek bû birastî hinek baş bû. Gelek ecêb bû lê belê em fikirîn kû êdî hertişt weke berê lê tê. Êdî xelkê dikarî şevê jî derbikevin kolanan. Lê belê gotinek ya dê roja Duşemê qedexe were îlan kirin belav dibû.

Alîkarê midûrê dibistanê ji me re peyam şand. Em jî ji tirsa dê qedexe were îlan kirin û emê li vir bimînin, bilez û bez em ji navçeyê derketin. Em çûn otogarê. Çi pirsgirêk nebûn. Hema di carekê de ji tomayê gaz avêtin û gule berdan esîmanan.”

“Xelkê bertek nîşanî me dida û digot, ‘Neçin, me nehêlin’. Zarokan jî ji me re digot ‘mamosta neçin, hûn biçin dê xirabtir êrişî me bikin.’

“Min xwe gelek xirab hîs kir. Malbata min li Amedê ye. Ez navbera herduyan de mam. Niha jî ji ber kû min Cizîr terk kiriye wijdana min nerihete.”

Serokê Şaxa Egîtîm-Sena Silopiyê Metîn Alan jî got, di nava rojekê de zêdetirî hezar mamoste ji navçeyê derketine.

Alan got: “Li gorî agahiyên me ji Perwerdeya Netewî girtin, ti girêdana peyama ji mamosteyan re hatî şandin bi perwerdeyê re nîne. Hinceta wê nîne. Em vê weke pêş amadekariya qedexeya dê bê îlan kirin dibînin. Dixwazin mamoste navçeyan bihêlin û biçin. Bi vê biryarê Perwerdeya Netewî xizmeta polîtîkayên şer dike.”

Metîn Alanê ji eslê xwe Semsûriye dibêje, ji ber kû di aliyê wijdanî de dê rihet nebe, ew ji Silopiyê dernakeve.

-Çavkanî BBC-turkçe

Bu yazı 417 defa okundu.

Yorum Yaz »