15 SALIYA 15’Ê SIBAT’Ê

NIZAR BULDAN 15 Şubat 2014 0
15 SALIYA 15’Ê SIBAT’Ê

16013m

Tam 15 sal beriya niha rojek weke îro. Rovî û çeqel li hev kombûn û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan radestî dewleta Tirk kirin. Temenek bi ser ve çû. Zarokên wê rojê jidayîk bûyîn îro 15 salîne. 15 salîne, lê 15 sale ne karîne tenê carekê jî roja dayîkbûna xwe pîroz bikin. Ev 15 sale, 15 care her roja dayîkbûna xwe, xwe bi reşan di pêçin. Li şûna pif bikin mûmên pasteyan, tif dikin rûyên komplogeran.

Piraniya Civaka Kurd vê rojê xwe bi reş dipêçe. Hinek xwe bi cilên reş di pêçin. Hinek jî dil û hestên xwe bi reş di pêçin. Wê rojê rengê jiyanê reşe.

Kurd beden û dilê xwe di vê rojê de bi reşan di pêçin. Paçên reş bi xaniyên xwe ve di daleqînin. Rojiyê di girin. Dadikevin qadan, kolanan, kuçeyan. Vê rojê bi her coreyê çalekiyê protesto dikin.

Armanca van protestoyan du alîne.

Kurd carekê ji ber hevaltî û lê xwedî derketina kêm û lewaz bi xwe û wijdana xwe re mihakeme û mihasebeyekê dikin. Ankû xwe protesto dikin.

Carekê jî dewlet û hêzên cîhanî û herêmî yên xwe dost nîşandayî, neyar û dijminên Kurdan şermezar dikin. Nêzîkatiya fahîşane ya zîhniyeta dewleta netew û modernîteya kapîtalîst carek din tînin bîra wana.

Jêre dibêjin ka hûn çiqas bê wijdanin. Çi qas bê exlaqin. Çi qas ne mirovin. We çi qas nirx û pîroziyên mirovahiyê binpê kirine.

Tînin bîra wana ka çi qas bê nirx û pîrozîne. Ka çi qas rûmet û şerefa mirovatiyê erzan kirine. Mirov çi qas wehş û hov kirine.

Bi vê û bi dehan kiryarên xwe yên weke vê, sîstema dewlet netew û modernîteya kapîtalîst wisa li mirovan kiriye, mirov ew qas xistine kû mirov rehmetê li heywana bîne. Mirovên bê bext û bê wijdan afirandine.

ji ber kû nirxek yê aidê mirovatiyê li gel wana ne maye, şermê jî ji xwe nakin. Lê Gelê Kurd, Civaka Kurd na hêle ew wê şerma mirovahiyê jibîr bikin.

100 sal jî bi ser re biçin Kurdê vê rûreşiya( di dilê xwe de) civaka navneteweyî li rûyê wan bide. Yên vê xiyaneta wan li bîra wan bînin.

Wê tim jêre bêjin; dexmeyek reş ya şermezariyê, ya bê wijdaniyê, ya bê exlaqiyê li ser eniya we ye. Li ser dilê weye.

Di vê mal mîrata cîhanê de, ji herkesî re cih heye, lê ji Rêberê Kurdan re bostek axê nema kû li ser raweste. Lê bicih bibe.

Îro 15 sal bi ser bêbextiya navdewletî re derbaz dibin. Bi temen bêbextî mezin bû. Lê di warê encamên xwe de biçûk bû. Hat biçûk kirin.

15 sal beriya niha wezîra karên ji derve ya Emerîkayê Madeleine Albright, şeş  meh temen dabûn Tevgera Azadî ya Gelê Kurd. Îro tam 30. şeş mehe kû bi ser gotina xanima mijara gotinê re diçe.

Ez nizanim îro Madeleine Albright li kîderêye, lê baş dizanim ka Tevegera Azadiyê ya Gelê Kurd û Rêberê wê Abdullah Öcalan li kîderêne, di çi rewşê dene.

Ev 15 sale Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, Tevgera Azadiyê û Gelê Kurd bi serferazî û ser bilindî qezenç dikin. Serê wan bilind, rûyê wana spiye. Lê heman rewş ji bo komplogeran derbaz nabe. 15 sale yan di cihê xwe de dijimêrin yan jî winda dikin. Serê wana çemyayî, rûyê wana reşe. Eger hebe wê rojekê wijdana wana jî birîndar bibe.

Bu yazı 94 defa okundu.

Yorum Yaz »