Artêşa Tirk herêmên gerîla bombebaran kir

Editor 11 Eylül 2015 0
Artêşa Tirk herêmên gerîla bombebaran kir
  • manset

HPG’ê daxuyaniyek da û ragihand kû balefirên şer ên artêşa Tirk herêmên di bin kontrola gerîlayan de bombebaran kirine.

Navenda Ragihandin-Çapemeniya HPG’ê îro di malpera xwe ya fermî de têkildarî êriş û bombebaranên artêşa Tirk ên li ser herêmên wan de daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê aşkera kir kû, balefirên şer ên artêşa Tirk di 11’ê Îlonê de herêmên Zap, Xakurkê, Metîna û Gare bombebaran kirine. Her wiha hate destnîşan kirin, di encama bombebaranê de agir bi gelek deverên derdora gundan ketiye.

Têkildarî bombebaranên artêşa Tirk ên li ser herêmên dikevin sinorê başûrê Kurdistanê de Berdevkê Wezareta Dervey ya Iraqê Ehmed Cemal duh daxuyaniyek dabû û êrişên li ser axa Iraqê şermezar kiribû. herwiha Cemal aşkera kiribû kû ev êriş, bandorê li ser têkiliyên Bexda û Enqereyê dikin

Bu yazı 133 defa okundu.

Yorum Yaz »