Asayîşa Rojava: Me 21 endamên rejimê girtine

Editor 17 Aralık 2015 0
Asayîşa Rojava: Me 21 endamên rejimê girtine

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê da diyarkirin kû hêzên rêjîmê ciwanên Kurd ji bo leşkeriya bi zorê ya rejîmê digire. Çareseriya herî baş ewe kû rêjîma Bees di demek zûde dest ji van kiryarên xwe yên di derheqê gelê Rojava de berde. Asayîşê diyar kir kû hêzên wan 21 endamên rêjîmê girtine.

Fermadariya Gîştî ya Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê di derbarê kiryarên girtinê yên rêjîma Bees li ser welatiyên sivîl li balafirgehên Şam û Qamişlo’yê daxuyaniyek da raya gîştî.

Fermandariya Gîştî di daxuyaniya xwe de diyar kir kû, kiryarên rejîma Bees ya Sûriyê di derheqê gelê sivîl li balafirgehên Şam û Qamişlo ya di demên dawiyê de, bi hinceta leşkeriya bi darê zorê zêde bûn û da zanîn kû ev kiryar bi taybet li ser pêkhateya Kurd ya civaka Rojava tê meşandin.

Her wiha Fermandariya Asayîşê, di dewama daxuyaniya xwe de got:’’ yek ji endamên rejîmê yê girêdayî Ewlekariya Dewletê, duh dema kû serxweş bû gule li wesayîtek ya Hêzên Trafîka Rojava reşand. Li ser bûyerê hêzên me yên Asayîşê dest avêtiye bûyerê. Li ser bûyerê hêzên me tevî kesê gulebaran kirî 9 kesên girêdayî rejîma Bees ya Suriyê di xebitin giritn.’’

Asayîşê di daxuyaniya xwe de bal kişand kû; dîsan di bûyerek din de komeke ji ‘Hêzên Parastina Niştîmanî’ ,(Dîfa’e Wetenî) ango kesên rûgirtî yên girêdayî hêzên Rejîmê 16’ê Kanûnê danê sibê 2 endamên Trafîkê yên Rojava girtin.

Hat gotin:“Li kolana El-Wihdê hêzên Parastina Niştîmanî kemîne avêt pêşiya dewriyeya me kû bi xizmeta ewlekariyê radibin. Di encamê de di navbera hêzên me û yên rejîmê de pevçûnek ya bi çekan derket. Endamek yê me yê ewlekariyê birîndar bû. Li ser buyerê hêzên me bersivek tund da hêzên rejîmê û 11 endamên rejîmê dîl girtin. Ango bi giştî 21 endamên rejîmê di destê Asayîşa me de girtîne.”

Fermadariya Gîştî ya Hêzên Asayîşa Rojava di dawiya daxuyaniya xwe de da zanîn kû çareseriya tekane ya vê pirsgirêkê ewe kû, gavek ji yekê zûtir rejîma Bees dest ji van kiryarên xwe yên di derheqê ciwanên Rojava berde. Bila herkes baş bizane emê erkê xwe yê parastina gelê Rojava, deskeftiyên wan û ewlehiya herêmê heta dawiyê bicih bînin.”

Beriya niha jî li bajarê Qamişlo û Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên rejîma Bees û Asayîşa Rojavayê Kurdistanê de şer û pevçûn derketibûn.

Şerê li navîna sala 2015’an di navbera hêzên rejîmê û Asayîşa Rojava de derketî, dîsan li ser bi zorê giritin û birina hinek ciwanên Kurd û Ereb ya leşkeriya Suriyê bû.

Di encama şerê di navbera aliyan de derketî de, hêzên Asayîşa Rojava karîn çendîn serbazên paye bilind yên rejîmê dîl bigire. Her wiha gelek navendên heta wê demê di destê hêzên Rejîma Bees debûn ji aliyê hêzên asayîşê ve hatibûn kontrol kirin.

Car caran li Qamişlo û Hesekê pevçûnên bivî awayî di navbera aliyan de rû didin.

Bu yazı 65 defa okundu.

Yorum Yaz »