Çima Tirk Hatin Mûsil?

NIZAR BULDAN 15 Aralık 2015 0
Çima Tirk Hatin Mûsil?

Li gorî min dîmenên şaş di mijara Mûsil de bi me didin temaşe kirin. sehir li me tê kirin. Hem çavên me û hem jî mejiyê me tê xapandin. Mîna hemû caran bazar li ser me ye, ji ber nezanabûna xwe hinek ji me jî bi awayekî xizmetê ji vê xapandinê re dikin. Her weke kû dîrok dubare dibe.

Hatina Tirkyan ya Mûsil ji min re weke Dejavû’yekê tê. Her weke kû ev fîlm min berê jî dîtiye. Ji ber wê; li gorî min ev qîrqîr û axaftinên zûha yên aliyê Îraq’ê yên di derbarê hatina leşkerên Tirk ya Mûsil’ê de ji lîstikek ya replîkên wê baş hatî nivîsin, lîstikvanên wê profesyonel û temaşevanên wê kêm agahî zêdetir ne tişteke.

Tirk, rast dibêjin!… wan û hikûmeta navendî ya Îraq’ê li hevkiriye. Li hevkiriye, ji ber wê dibêjin; em leşkerên xwe ji Mûsil venakişînin.

Daxwiyaniyên aliyên şîa yên di derbarê hatina leşkerên Tirk ya Mûsil’ê de, daxwiyaniyên wezîrê enformasyonê yê rejîma Bees Mihemed Seîd El Sahaf yên dema şerê Îraq û Emerîkayê yê 2003’yê tînin bîra min.

Emerîkayê, di sala 2003’yê de gelek bajarên Îraq’ê wêran kiribûn, leşkerên wan ketibûn gelek bajarên Îraq’ê, wezîrê enformasyonê yê Îraq’ê yê wê demê M.Seîd El Sahaf wiha digot:’’ Emê tankên wan bi serê wan de bi teqînin. Emê wan di tankên wan de bi qelînin.’’ Tam dema ev gotin di gotin, paytext Bexda jî ketibû destên Emerikayê.

Piştre bi daxwiyaniyek ya serokê wê demê yê Emerîkayê George W. Bush me zanî kû M.Seîd El Sahaf tam 21 sal bû sîxurê CIA’ya Emerikayê bûye.

Ji ber wê sedemê axaftinên van rayedarên şîa yên di derbarê leşkerên Tirk de ji min re ciddî nayên. Ji derveyî M.Seîd El Sahaf tiştekî na înin bîra min.

Li gorî min bi taybet piştî rizgarkirina Şengalê hatina leşkerên Tirk ya Mûsilê di encama li hevkirinek ya di navbera dewleta Tirk, hikûmeta navendî ya Îraq’ê, Sûniyên Îraq’ê û DAIŞ’ê de çêbûye. Leşker kêşiya Tirkan ya Mûsil karek pir armanciye ji bo wana.

Li vêderê armanca esasî ya aliyan metirsî li ser destkeftên Kurdan yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê çêkirine. Pêşî li dewletbûna Başûrê Kurdistanê, xweserîya Rojava, yan jî konfederasyonek hevgirtî ya Başûr û Rojavayê Kurdistanê girtine. Pêşî li pêşketin û heskirina PKK’ê ya li Îraq û Başûrê Kurdistanê girtine. Di serî de jî dagirkirina başûrê Kurdistan’êye.

Li kêleka wê hisabên dewleta Tirk yên din jî hene. Yek ji vana jî têkilî, arîkarî û bazirganiya bi terorîstên DAIŞ’ê reye. Piştî kû Rusya’yê têkilî û bazirganiya DAIŞ, dewleta Tirk, AKP û malbata Erdoxan ya li ser Cerablûs’ê re rayêxist ber çavên cîhanê, vêcarê fersenda Mûsil ket berdestan.

Li ser navê leşkeran dewleta Tirk dûrî sinorên xwe dê êdî bi awayek rehettir bazirganî, arîkarî û têkiliyan bi DAIŞ’ê re dane. Dibin navê pêwîstiyên leşkeran de dê pêwîstiyên terorîstên DAIŞ’ê pêk bîne. Dê bikare bi awayek pir hêsanî veguhastina terorîstên DAIŞ’ê ji herêmekê bo herêmek din bike.

Bivî awayî hem dê hevkariya heya niha bi DAIŞ’ê re heyî ji derveyî sinorên xwe bê pirsgirêktir bike. Hem dê ne hêle di demek nêzîk de li Mûsilê operasyonek li dijî DAIŞ’ê pêk were. Hem jî demdirêj dê bixwaze li ser Mûsil û Kerkûk’ê bibe xwedî maf û gotin. Ev jî bernameya 100. Salvegera damezirandina komara Tirke. Yani plana sala 2023’yê ye.

Li gorî min di hatina Tirkan de dîsan carek din weke caran zerermendên herî mezin em Kurdin. Lê dibe piştî demek din Kurd li dijî dagirkeriya Tirkan hem li Bakûr û hem jî li Başûrê Kurdistanê bibin yek.

Bu yazı 309 defa okundu.

Yorum Yaz »