‘DAIŞ pembû difiroşe Tirkiyeyê’

Editor 11 Eylül 2015 0
‘DAIŞ pembû difiroşe Tirkiyeyê’

Hate îdiakirin kû, çeteyên DAIŞ’ê li herêmên di bin kontrola xwe de pembû difiroşin Tirkiyeyê û fînansmana xwe li ser wê dikin.

Li gorî nûçeya ajansa Fransayê AFP’ê, li Sûriyeyê çeteyên DAIŞ’ê li herêmên di bin kontrola wan de pembû di firoşin bazirganên Tirkiyeyê û li ser vê bazarê fînansamana xwe dikin.

Hate ragihandin kû, beriya vê çendekê jî rayedarên sektorê digotin, çeteyên DAIŞ’ê pembûyên li herêmên Reqa û Dêre Zor ên Sûriyeyê bidest xistine difirotin Tirkiyeyê û bi vî awayî dahata xwe bidest dixistin.

Her wiha herêmên Reqa û Dêre Zor ên ji yekan duwê hilberîna pembû ya Sûriyeyê ne. Lê belê ji ber sedema şerê li Sûriyeyê bazara pembû pir kêmbûye.

Di gelek malper, Tv û belgeyan de hate gotin kû, Tirkiye bi çeteyên DAIŞ’ê re bazirganiyê dike. Hercarekê hikumeta Tirkiyeyê ev derewandin lê belê, daxuyaniyek kû her derdorê îqna bike nedaye.

Bu yazı 138 defa okundu.

Yorum Yaz »