DI SED SALA 21 AN DE KURD XWEYÎ SÎYASETEK ÇAWANIN?

EVDÎ GOYÎ 27 Nisan 2014 0
DI SED SALA 21 AN DE KURD XWEYÎ SÎYASETEK ÇAWANIN?

hindek kesDi vê nivîsa xwe de dixwazim xeta û kêmaniyên di siyaseta Kurd de heyî bi we re parve bikim. Li gora min, di sed sala 21 an de parçebûna di nava gelê Kurd de rabûye. Tixubên berê yên kû hatibûn danîn rakirine, dilsozî û niştimanperweriya hatibû nexamtin ji nû ve zindî kiriye. Wê demê ger pirsgirêk rabîbe, çima kongre û konferansa netewî çênabe? Çima sîyasetek ya hevgirtî di nava hemû partiyên Kurd de pek nayê? Çima tixubên bi sedsalane di aliyê erdnîgarî, ziman û çandê de êxistina nava mejiyê  civaka Kurd na reba? Çima di vê qernê de hêjta ji bo berdewamkirina van rewşên xirab di hinek parçeyên Kurdistanê de hinek partiyên serekî alîkariya dijminên gelê Kurd dikin?!

Di serdema Kurd di nav de pêwîstiya wan bi tikesî nîne. Ger hinek partî pişta xwe bi Amerîka, Nato, Îsraîl û Turkiyê germ dikin, xapandina herî mezin li pêşeroja gelê Kurd kirine. Gelê Kurd çiqas pêwîstiya bi têkiliyan hebe jî, du qasê wê pêwîstiya van hêzane bi têkiliya Kurdan heye. Di vê sedsalê de avakirina tixubên nû ji bû tekoşîna Kurd, ya ji hemîyan xirabtir bi destê Kurdan vê dana pekanîn, dubarekirina xetayên di dîrokê de ye kû ev bi sed salane netewa Kurd êş û derdê wê dikşîne.

Di sedsala em di nav de dijîn heman vê xetayê dubarekirin, xîyaneta herî mezin ya li beramberê şehîd û gelê Kurde. Di vê demê de polîtîkayên dijmin yên ev bi çend salane gelik peymanên veşartî di domandin, hêdî hêdî di van rojên dawiyê de rûyê xwe yê qirêj nîşan dike. Wekû nimûne; ev nêzîkê du sal û nîve pêvajoyek ya aştiyê li bakûrê Kurdistanê tê rêvebirin. Aliyê Kurd heta dawî erkê ketî li ser milê wan li gora derfetan pekanîne. Lê her çiqas jî şerekê yekser ne be jî, dijminê gelê Kurd li ser tixubên Kurdistanê baregehên nû yên bi teknolojiya herî dawî, bendavên nû çêdike. Evane ji bû astengkirina gerîlayên Kurd pektîne û hêjta berdewam dike.

Bi veşartî di hemû bajarên Kurdistanê yên kû welatparêziya Kurd lê germ, ji bû tunekirina wê polîtikayên bişavtinê, birsîbûnê, ajankirinê, girtina cerdevanên nû, di nava ciwanên Kurd de bizanebûn pêşxistina çanda madeyên hişber, wkd didin çêkirin. Di heman demê de, dewleta Turk û hevkarên xwe polîtikayek ji nirxên mirovatiyê dûr li ser rojavayê Kurdistanê didin meşandin.  Ger gotin di cih de be, bi zanebûn derbazkirina gelê rojava  ya li Turkiyê û başûrê casino online Kurdistanê, rastî nêzîkatiyên çanda destwerdanek xirab hatine û hêjî tê domandin. Ev  polîtikayane hemî jî bi bername û plansazî li ser gelê Kurd didin meşandin. Yanî tişta dixwazim bêjim, gelê Kurd ji hemû deman behtir di nava xeterî û komployên bişavtin û tunekirinê de ne.

Di vê pêvajoyê de, bawerim di hinek xalên girîng de fêmnekirina sîyasetek raste heye. Rêberê gelê Kurd bi şîrove û paradigmaya xwe ya nû, gelik pêşdîtinên kû bibe malê dîrokê hem ji bû mirovahî û gelê rojhilata navîn kiriye. Di vê xalê de rast û durist ne fêmkirina van pêşdîtinên wî ne. Tenê weke rêxistin bi dubarekirina gotin û têgihan va mayîn sîyaset nayê kirin. Berê hemû tiştî sîyaseta birêz Abdullah Öcalan bi awayek rast û rêkûpêk bête fêmkirin, bawerim pirsgirêkên fêmkirina pêvajoyê û rêxistinbûnê yê nemîne.

Birêz Öcalan ji bû PKK  ê ava bike, bi salan veşartî xebata vê kir û heta karî bi serbikeve. Li gora min, dema rêberê gelê Kurd dibêje pêwîste sîyasetek giştî ya rojhilata navîn xweser çêbibe û bi taybet partiyek hevgirtî ya hemû gelên li Turkiyê û Kurdistanê ava bibe, bawerim nabêje bêkû gel jê agahdar be an jî gel ji rewşa heyî hem di aliyê bîrdozî û rêxistinbûnê de bê perwerde be, hema were destpêkirin. Gotinek ya pêşiyên Kurdan heye dibêje: “ Suwaran bigrin, peyar her yê me ne”.  Ger em hertim li pey suwaran bigerîn, emê hingê peyaran jî wunda bikin.

Li gora min, polîtikaya rêxistinkirina gelê Kurd ya li bakûrê Kurdistanê pêwîste di formatek bingehîn re were derbazkirin. Di vê pêvajoyê de tevlîbûna BDP nava HDP ê şaş dibînim. Ji ber kû heta hilbijartina parlemanê derbaz dibû divîya BDP ê xebatên xwe yên bi navê xwe domandiba. Bawerim yê hîn behtir serkeftî ba. Lê piştî hilbijartina parlemanê dikariyan bi kongreyekê ev xebat hatiba guhertin. Nabêjim HDP ne partiyek ya Kurdane û nedemokrate. Lê ji bû girseya vê partiyê rewşa heyî hatiba pênasekirin, pêwîst bû heta piştî hilbijartinê ev kar rawestaba.

Bi kurtahî,  pêwîste hemû partiyên Kurd yên sereke û yên din bêne li gel hev; bîrdoziya wan çi be bila ew be, lê pêwîste sîyasetek neteweyî ya Kurd bête avakirin. An jî, emê bi xwe bibin xwarina dijminê xwe.

Bu yazı 133 defa okundu.

Yorum Yaz »