DYA: Petrola DAIŞ’ê diçe Tirkiyeyê

Editor 12 Aralık 2015 0
DYA: Petrola DAIŞ’ê diçe Tirkiyeyê

Beriya hefteyekê DYA’yê îdiayên Rûsyayê ên têkildarî bazirganiya petrolê ya navbera DAIŞ-Tirkiye de derewandibû. Vê carê DYA bang li Tirkiyeyê kir, hewil bide rê li petrol kaçax bigire. Szûbîn got; “Qismek petrola DAIŞ’ê diçe Tirkiyeyê.”

Rayedarê Wezareta Xezîne ya Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê Adam Szûbîn di konferansek ya li Londonê li ser xebatên petrola DAIŞ’ê axivî. Herwiha agahiyên berfireh ên hatine Washingtonê aşkera kir.

Szûbîn got, niha tişta bête kirin girtina deriyê sinorê Tirkiyeyê. Ji vê gûman nîne. Em hêvî dikin Tirkiye zêdetir di vê mijarê de bikeve hewildanan.

Weke din jî Szûbîn îdia kir kû, bikirê herî mezin yê petrola DAIŞ’ê rejima Esede.

Szûbîn destnîşan kir, DAIŞ ji petrolê mehane 40 milyon dolar pere bidest dixe û aşkera kir kû, DAIŞ’ê heya niha ji dahata petrolê 500 milyon dolar pere qezenc kiriye.

Szûbîn got: “Qismek petrola DAIŞ’ê diçe Tirkiyeyê. Ji bo çavkaniyên madî yên DAIŞ’ê bêne zeft kirin, divê Tirkiye sinorê xwe yê bi Sûriyeyê re bigire.”

Rayedarê Wezareta Xezîneyê Adam Szûbîn, daxwaza me ji Tirkiyeyê ewe ji bo pêşî li vê rewşê were girtin, hîn zêdetir di nava hewildanan de be.

Szûbîn da zanîn kû, girtina deriyê sinor netenê ji bo hişkirina çavkaniyên madî ên DAIŞ’ê ye, di heman demê de ji bo çeteyên din derbazî Sûriyeyê nebin û nekevin nav DAIŞ’ê.

Szûbîn got: “Ewlekariya sinor dê di têkoşîna li dijÎ DAIŞ’ê de qezencên mezin bidest bêxe.”

Rayedarê Emrîkî di berdewama axaftina xwe de bilêv kir kû, ji bo çavkaniyên madî ên DAIŞ’ê tune bikin ew bi hikumeta Iraqê re jî di nava têkiliyan de û got, li herêmên ketine destê DAIŞ’ê de şaxên bankeyan girtine.

Rayedarê Wezareta Xezîneyan aşkera kir, heya niha DAIŞ’ê di şelandina bankeyên li Sûriye û Iraqê de 1 milyar dolar dahat bidest xistine.

Serok Dewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn, Tirkiye, Serok Komarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û malbata wî bi kirîna petrola DAIŞ’ê gunehbar kiribû û belgeyên di destê xwe de aşkera kiribû.

Piştî îdiayên Rûsyayê, rayedarên Îranê jî daxuyaniyek dabû û ragihandibûn kû, têkildarî bazirganiya petrolê ya DAIŞ-Tirkiye de di destê wan de belge hene, eger bixwazin ew dikarin aşkera bikin.

 

Bu yazı 100 defa okundu.

Yorum Yaz »