EV KÎNE?

HEWAR GABAR 17 Temmuz 2014 0
EV KÎNE?

HEWAR GABAR EV KÎNEEv bisalane em di meydanên serhildanan de, di ekranên televîzyonan de van camêran dibînin. Dijminê dagirker zarokên me qetil dike, welatê me dişewitîne, destavêje zarokên meyên berşîr, Pêşengê me dîl digre, devji deh hezaran çeteyên ev bi dehan salaye li serê me kirîn bela berde, ji tevayê cîhanê çeteyan kom dike û berdidin ser çavnên me. Bi mihaneyên pûç û vale xortên me tavêjin zîndanan û di wan zîndanan de tecewûzê wan dikin. Çanda me, zimanê me, bi gotinek din hebûna me înkar dikin, tevzê xwe li me dikin.

Kengê li hember van kirinên mijokdarên dagirker reyaqsonek ya gel çêbibe û çend ciwan hewl bidin bertekekî mucid (cidî) nîşa polîs û romîyên Roma reş bikin; çend kesên dilxwede rêvebirên mene, xwe ji berya polîs û romiyan tavêjin pêşya ciwanan û wan pasîfîze dikin.

Dema wan vedigerînin jî wekî serkeftinek mezin bi destxistîn her heqaretê jî mafê xwe dibînin. Ji ciwanan re dijûnan dikin, wan didin ber zelan, wan bi neyartî didin ber tehf û lekman. Heta dema ciwanin dil bişewat di reyaqsûnên xwe de israr dikin, ev camêran dikarin wan bi prowektortiyê jî tewam bar bikin.

Doh li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê jî me bi awayek zindî dubare heman dîmen temaşe kirin. Ji gel çend kes dixwazin reyaksona xwe nîşa romiyên Roma reş bikin, dîsa camêrek bi hewldan û kelecanek awerte ciwanan tehf dide û berxwedana wan pasifîze dike.

Ankû ev camêr her kîbe, ewqas bikelecan, ewqas bivîn û daxwazek mezin ciwanan dide ber tehfan, tu bixwazî ne xwazî ev raman bi serê mirov re derbaz dibe; heke ev coş û vîn ji bû doza xwe bikaranîbûya niha rewşa meya pir cudatirbûya.

Pêşengê Gelên Kurdistanê ji bû Kobanê banga seferbertiyê û rakirina van sînorên qatil dike. KCK ev bicarane heman bangê bi hemî awayî dike û dixwaze gel sînoran rake û wekû aktîf tevlî berxwedana Kobanê bibe. Ji Hukûmeta Kantona Kobanê bigre heya bi YPG/YPJ her kes û sazî ji bû parastina Kobanê hewar dikin.

Lê, yên li ser van bangan çûyîn li ser sînor hêşedariyê dikin, dema mirovek dixwaze sînor biçirîne û derbazî Kobanê bibe bi dehan kes wî digrin û nahêlin here.

Gelo ev ne paredokseke, ne nakokîyeke?

Li aliyekî Hevserokatiya KCK’ê dibêje; “Koban qulbeta welatparêziyê ye. Yên sînoran ne qetînin û derbazî Kobanê nebin ne welatparêzin”.

Li aliyê din dilxwede yên li ser vê bangê çûyîn ser sînor û pêwîste sînoran rakin; bi daxwaz û israrek bê eman pêşya ciwanên dixwazin derbazî Kobanê bibin digrin.

Bixwazî, nexwazî pirsek wusa tê hişê mirov; gelo ev kes bizanebûn, ne bi zanebûn xizmeta kî dikin?

Ev kesên ji ya heyî razî, pirsgirêkek ya wan bi sînorên ser singa welatê me re hatî kişandîn nîne, dixwazin hêstên ciwanên me pasîfîze bikin, naxwazin çanda demokratîka radîkal pêş bikeve kîne?

Erkê wan ya di nav serhildan û berxwedanên me de çiye?

Gelo ev ji tirsa wusa dikin? Ji wunda kirina kursiyên xwe ditirsêne, an jî çi hesabên wan bi hêza dagirker re heye?

Heke ditirsêne û li çaverêyên hêzek rizgarvanin; bila çavekî bavêjin dîroka ROJIYA BERXWEDANÊ.

Bi vê keysê Berxwedana Xêrî, Kemal, akîf û Elî bibîrtînim û di şexsê wan de bejna xwe li ber tevayê şehîdên Kurdistanê ditewînim.

Bila destana Mezlom û Egîdan bixwînin. Bila serpêhatiya Bêbextiya Navnetewî ya Pêşengê Gelên Kurdistanê vekolin. Ya ji hemîyan jîndartir û berçavtir bila li berxwedana kal û zarokên Kobanê temaşe bikin.

Dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê dîrokek ji agire. Her bêhna vê têkoşînê, her gava wê bi berdêl û berxwedanên mezin pêkhatiye.

Wekû kes, ev nêrîna min ya kesiye; heke hin kes ji vê berdêle re ne amadene, ji ya heyî razîne, cesareta wan têra rakirina sînoran nake; bila bela xwe ji ciwanên me vekin û li mala xwe birûnêne.

Evder Kurdistane, her xirabî binavê qenciyê tê kirin. Ev camêrên dikara wan tê kirin jî binavê qenciyê vê xirabiyê bi me dikin. Û ya hê sosretir; ev ew kesin kû her tim di nav siyeseta Kurdan de xwedî paye û kursîne.

Ez dubare pirs dikim; ev kîne û xizmeta kî dikin?

Bu yazı 178 defa okundu.

Yorum Yaz »