Çawa kû Kawayê Hesinkar çirûska azadiyê bi çakucê xwe li hember zilma Dehaqan pêxist. Kawayê hemdem bi sê zilgên şqatan zincirên zingarû yên dehakên hemdem heland û bi dengê berxwedanê qêriya û ev dengê berxwedanê li çiya banî deşt û bajarên Kurdistanê bilind kir û gihand hemu mirovatiya azadîxwas. Ev qerîn bu berxwedan bû dengê azadiyê, bû hêviya zarokên pêşerojê, mezin bû bilav bû û xwe gihand lûtka herî bilind.
Vê berxwedana bê hempa di Newroza 2013 an de bi peyama birez Abdullah Öcalan bi vînekî herî mezin, helwesta azadî û aştiyê hat misûgerkirin. Ev peyam bi awayek hin xûrttir di vê cejnê de jî hat dubare kirin. Êdî xeta azadî û aştiyê ne tenê ji bu gelê Kurd ji bu hemu mirovahiya pêşverû bû çavkaniya hêz û quweta di xeta azadiyê de tekoşîn dana meşendin. Kesên kû çirûska heviyên wayên azadiyê hatibûn vemirandin, bi ve pêngava xurt ya azadî û aşitiyê carekdin bi çirûska xeta agirê Kawayê hemdem hat pêxistin.
Êdi cejna vejînê Newroz ne tenê li hindek deverên Kurdistanê, daket nava dilê hemû mirovên azadixwaz. Nimuneya vêya herî berçav hêzên çepên Tirk yên kû hêviyên wan yên azadiyê hatibûn tûnekirin yên kû xwe daxistibûn qalkê xwe û bêdeng mabûn. Bi vê mukûrhatina azadiyê ya Kurdanre carekdin li xwe vegeriyan û gengê xwe tevli dengê azadiyê kirin.
Gelû ma mirov nikare bêje nerazîbûn û xwepêşandanên geziyê berhemê ve mukurhatina azadiyê ya Kurdane? Kesên Kurd û Tirk yên piştî cûntaya 12ê İlûnê hatibun tirsandin û bêdeng hiştin, wana jî ji xwere azadi wek xeyalekê kû xweş lê nayê bidest xistin qebul kiribûn û tenê azadiya xwe di dilê xwe de hêlabûn. Lê piştî xwebat berxwedan û bedelên herî giran yên gele Kurd êdi azadî ne tenê xeyalek xweş kû di dilde bê jiyankirine. Bedel hatîn dayin pêwiste berhemji bê girtin. Azadi ne tenê di dilde êdî dema li hemû kolan û kuçikên gund bajaran de bê qîrandin bê bi hiskirin û bê jiyankirine.
Germahiya Newroza îsal asta vê xwesteka azadiyê bi şêwazek eşkere da diyarkirin. Eşkere kir kû ne pêwiste gengê me zimanê me û navê me wek hevbe ya giring dilê mê û dengê me yek be wê demê emê bikarin hevdû bibinin û bibihisin.
Vê Newroza îsal ev bi awayekî berçav da diyarkirin. Germahiya li qûntarên Qendîl ya gel û gêrila, heyecana li Amed’ê ya Kurdan û yekîtiya gelan ya li Stembulê mezinahiya xeta azadiya gelan eşkere kir û berhemê bedelen giran yên ji bû azadiyê hatin dayin carekdin bi xelat kir. Ev ji bu geleke dibin hemu zilm û zûriyan re derbasbuyi bi hemu tunekirin û tune hesibandinêre rû bi rû mayîre serkeftinek bê hempa ya xwesteka azadiyê ye.
Dema mirov li paşerojê temaşe dike online casino û li roja meya îro temaşedike mirov bi mafbûna tekoşîna azadiyê ya kû hatî dayin dibîne.
Ez weke kes cara yekem li salên 90 an beşdarî Newrozê bûbûm di we demê de germahiya cejna vejînê taze taze li hindek heremên Kurdistanê dihat pêhesîn bi taybet ji li herêma Botanê êdî çirûskên agirê azadiyê xwe diyar kiribûn. Ji bû min keyxweşiyêk nayê bilêv kirin bû.
Lê dama mirov îro li germahiya dilê mirovan temaşe dike ne tenê li hindek deverên Kurd lê dijin, li hemu qadan û hemu herêman germahiya agirê Mazluman bilind bû û dilê bi milyonan mirov geş kir. Ev yek serkeftinek ya gelê Kurd û tevgera azadiyê ye.
Tişta ji bû me giring ev germahiya dilê me ne tenê di roja Newrozê de di hemû rojên kû em dijin de bi taybet kû rojên em vîna xweya azadiyê didin diyarkirin de wek helbijartinên li pêşiyame. Yakû ez dizanim êdî pêwist nakê mirov bêje mirovê çî bike jiber kû ya bê kirin diyar û di li hev civina gel û mirovên azadi û aştîxwaz de xwe eşkere kir. Em bikarin di hilbijartinan de vîna xweya azad bidin diyarkirin. Ji ber kû wek tê gotin ev hilbijartin ji bu azadî û aştîxwazan referandûmek ya diyarkirina jiyankirinek bi ci awayî ye. Ger em bixazin bi awayek wek hev bê ciyawaziya netew û gelan jiyan bikin pewiste em li dûra hev kom bibin.
Li gor kû ez dibinim li Kurdistanê ji BDP’ê û li Tirkiyê ji ji HDP’ê bêhtir bikare ve xeta azadi û astiyê ya wek heviya gelan û parastina nirxên mirovahiyê pêk bine tûneye. Ji ber vê êdi navnîşana xeta azadiyê hatiye diyarkirin. Ez bawerim hemû mirovên azadi û aştiyê dixwazin di vê ferqêdene.
Dubare newroz pirozbe
Jibû hilbijartina, serkeftin ji xeta azadî û aştîxwaz re.
Bu yazı 120 defa okundu.