Gelo HDP dibe partiya sêyemîn?

Editor 26 Eylül 2015 0
Gelo HDP dibe partiya sêyemîn?

Li gorî encamên rapirsiyên ji aliyê şirketên mezin ên Tirkiyeyê ve hatine aşkerekirin, rêjeya dengan a HDP’ê gihitiye nêzî ji sedî 15. Bi vî awayî, HDP dibe partiya sêyemîn.

Li gel hemû hewldanên Serokkomar, Serokwezîr û AKP’ê ku dixwazin HDP di bin benda hilibjartinê ya ji sedî de bihêlin, dengên HDP’ê gihitine ji sedî 15. Partiya Demokratîk a Gelan ku di hilbijartinên 7’ê heziranê de bi dirûşima “Em ê te nekin serok” performansek baş nîşan da û rêjeyek bilind a dengan bi dest xist, vê carê hedefa ji sedî 20 daniye pêşiya xwe.

Li gorî encamên rapirsiyên ji aliyê şirketên mezin ên Tirkiyeyê ve hatine aşkerekirin, rêjeya dengan a HDP’ê gihitiye nêzî ji sedî 15. Bi vî awayî, HDP dibe partiya sêyemîn. Hemû encamên rapirsiyan ên di navbera mehên hezîran û îlonê de, li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê hatine kirin, nîşan didin ku pirsgirêka bendê ya HDP’ê nemaye.

Weke di tabloyê de jî tê dîtin, di rapirsiya ANAR-Denge-GENAR-Pollmark ku nêzîkê AKP’ê ye HDP ji sedî 12.5’ê dengan werdigire û dibe partiya sêyemîn a meclisê. Li gorî encama rapirsiya AKAM ku roja 23’yê îlonê hatiye aşk

erekirin, HDP ji 14.58’ê dengan werdigire û dibe partiya sêyemîn. HDP, 86 parlementeran dişîne meclîsê.

Resim1

Hejmara Parlementeran

Resim2

Bu yazı 237 defa okundu.

Yorum Yaz »