Iraqê, li Neteweyên Yekbûyî giliya Tirkiye yê kir

Editor 12 Aralık 2015 0
Iraqê, li Neteweyên Yekbûyî giliya Tirkiye yê kir

Hikûmeta Iraqê, ji bo leşkerên Tirk tavilê ji Mûsilê bên vekişandin, serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da.

Di nameyê de hat destnîşankirin ku hebûna leşkerên Tirk li Iraqê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.

Ji Konseyê hat xwestin, ji Tirkiyê bê xwestin tavilê leşkerên xwe ji nava xaka Iraqê vekişin û serweriya Iraqê binpê neke.

Tê gotin; ji bo pirsgirêk bi rêyên dîplomatîk û diyaloga navbera her du welatan bê çareserkirin, Iraq ketiye nava hewldanan, lê belê di mijara vekişandina leşkeran de Tirkiye qanih nebûye.

Di nameyê de her wiha hat gotin, “Mafê Iraqê heye, ji bo pêşî li çalakiyên agresîf yên Tirkiyê bigire, xwe biparêze û hemû tedbîrên pêwîst bigire.”

Li aliyê din di heman mijarê de daxwiyaniyên tund ji hêzên cûda yên îraqê tên.

Lîderê Şîa yê Iraqî Ayetullah Elî Sîstanî got:”Parastina serweriya Iraqê di bin berpirsiyartiya hikûmeta Iraqê deye. Sedem û hinceta wê çi dibe bila bibe, divê destûr ji vê re neyê dayîn.”

Lîderê olî yê Şîa Muqteda El Sadr jî got:”Dagirkeriya Tirk li ber derî ye. Em amade ne dest bavêjîn meselaya hatina Tirkan ya Îraqê.”

Milîsên ser bi koma Heşd El Şebî ya Şîa jî ji bo Serkonsolxaneya Tirkiyê ya Besra û şîrketên Tirk ji bajêr derkevin 72 saet dem dan wan.

Di daxuyaniya Heşd El Şebî ya Besrayê de hat gotin:’’hebûna leşkerên Tirkiyê li herêma Beşîqa ya Mûsilê, ne bi dilê Bexdayê ye. “Milîsên Şîa yên girêdayî Heşd El Şebî, hebûna eskerên Tirk li xaka Iraqê bi çi awayî qebûl nakin. Vê yekê weke îlana şer li dijî Iraqê dibînin.”

Berdevkê Hêzên Bedîr yên li Iraqê Kerîm Nûrî jî got:’’eger artêşa Tirk leşkerên xwe yên şandiye Mûsilê venekişîne, ewê desttêwerdanê bikin.’’

Ev daxwiyaniyên tund yên aliyên şîa yên Îraqê piştî daxwiyaniya serokkomarê Tirk Recep Teyîb Erdoxan hatin, kû gotibû:’’ em leşkerên xwe yên li Mûsil venakişînin.’’

Tansiyona diplomatîk ya dinavbera hikûmeta navendî ya Îraq’ê û Tirkiyê de ji ber şandina leşkerên Tirk ya derdora Musil hêj bilindbûna xwe di parêze. Tirk di nevekişandinê de û Îraq jî di vekişandinê de bi biryare. Rewş ji her corê surprîzan re vekiriye.

 

 

Bu yazı 110 defa okundu.

Yorum Yaz »