Kalkan: Gel dê te bişîne cihê tu jê hatî

Editor 15 Aralık 2015 0
Kalkan: Gel dê te bişîne cihê tu jê hatî

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, di MED NÛÇE de bû mêvanê bernameya Polîtîk Alan û li ser bûyerên di rojevê de bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk.

Kalkan bal kişand ser hebûna leşkerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê û got, “Ne tenê li Başîka, li nava Mûsilê bi xwe jî leşkerên Tirk hene. Tirkiye dibêje ‘Em ji bo perwerdekirina pêşmergeyan çûn’. Rêveberiya PDK jî dibêje ‘Ew Ereban perwerde dike’. Di rastiyê de ev hêz çi dike û kê perwerde dike? Ji sedî kes perwerde û rêxistinbûyînekê dike, lê li ser navê çi dike? Tirkiye rastiyan berevajî nîşan dide. Tirkiye pêşmergeyan perwerde nake, hewl dide hêzeke nû ya Sûnî-Ereb perwerde bike.”

DAIŞ’EKE NÛ AVA DIKIN

Kalkan bibîr xist ku DAIŞ weke rêxistineke terorê tê dîtin û ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê lenet kirin û got, “Wê DAIŞ’ê tine bikin. Ji ber ku pêşerojeke DAIŞ’ê nîne, li Iraqê bi taybetî jî li bakurê Bexdayê desthilatdariyeke sûnî ava bikin. Ev herêm niha di destê DAIŞ’ê de ye. Ji ber ku tê zanîn ti kes DAIŞ’ê qebûl nake û wê DAIŞ ji holê bê rakirin, Siûdî, Qatar û Tirkiye li şûna DAIŞ’ê rêxistineke nû amade dikin. Perwerde û rêxistinbûyîna vê dikin. Tirkiyeyê li Sûriyeyê jî ev yek kiriye. Li Cerablûs, derdora Helebê rêxistinbûyînek mîna vê ava kiriye. Li hin cihan endamên DAIŞ’ê tevlî El Nûsra kirin. Berê jî beşek ji El Nûsra bûbû DAIŞ. Dixwazin vê yekê li Iraqê jî bikin. Yanî dixwaze hebûna Şîa ya li bakurê Bexdayê bi temamî tine bike, herêmê bike Sûnî û desthilatdariyeke nû ya Sûnî amade bikin.”

BIRATIYA HEZAR SALÎ VEDIGUHERE SEFSETEYÊ!

Kalkan der barê êrîşên AKP’ê yên li Bakurê Kurdistanê de ev nirxandin kir:

“Berê rûyê AKP’ê bi maske bû û rastiya xwe vedişart. Bûyer û qewimînên çend salên dawî kir ku maskeya AKP’ê bikeve. Rûyê rast ê AKP’ê derket holê û êdî komkujiyan dike. Her wiha dibêje ew ê heta dawiyê jî bike. Dibêje, ‘Eger hûn hezar carî serê xwe rakin, em ê hezar carî biperçiqînin’. Kî wê hezar carî serî rake? Mebesta wan her hal ne tenê PKK an jî gerîlayên li serê çiyê ye. Mebesta wan civak temamî ye û dibêje ’em ê we biperçiqînin’. Qirkirina çandî dike û radibe dibêje ‘PKK dike’. Bi namerdî rabûn Mizgefta Kûrşûnlû şewitandin û dûre gotin ‘PKK’ê şewitand’. Dor li taxan digire û bi tank û topan dişewitîne, hildiweşîne û paşê radibe dibêje ‘PKK dibe zemîn’. Ya ku di salên 90’î de çeteya Çîller-Agar-Guneş li çiyê dikirin, niha çeteya AKP’ê li bajaran û taxan dike.

Li ser dîwarên Farqînê nivîsandin; ‘eger tu Tirk be pê serbilind be, eger tu ne Tirk be serî bitewîne!’ Armanca wan ev e û li ser vê bingehî hovîtiyê dikin. Li Bakurê Kurdistanê terora dewleta faşîst, terora AKP’ê dimeşînin. Ev êdî ji qirkirina çandî wêdetir vediguhere qirkirina fîzîkî Tehcîr û komkujiyê dikin.

Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP’ê bi awayekî vekirî dibêje, ‘eger hûn hezar carî serî rakin, em ê hezar carî biperçiqînin’ Ez jî dikarim vê bêjim: Tu hezar carî hewl bide biperçiqîne, ev gel heta ku te bişîne cihê berî hezar salî tu jê hatî, wê li ber xwe bide! Pêwîste Tayyîp Erdogan jî, yên Tirkiyeyê bi rêve dibin jî baş bi vê zanibin. Vîna Kurdan a serxistina vê yekê heye.

Gotina ‘biratiya hezar salî’ êdî veguheriye sefseteyê. Biratiya çi? Ez ji her kesên li Tirkiyeyê dijîn dipirsim: Kanî biratiya Kurd-Tirkan! Mêrik radibe bi awayekî vekirî dibêje ‘ez ê hezar carî we bitepisînim’. Li hemberî vê yekê deng ji kesî dernakeve.

PKK, dewam û encama berxwedana li dijî komkujiyên ji aliyê Osmanî û Komara Tirkiye ve hatin kirine. Yên xwedî li wan derketin, bila xwedî li vê jî derkevin. Yên ji xwe re dibêje Kurd im û xwedî rûmeta Kurdîtiyê me, girîng e xwedî li berxwedanê derkevin û tevlî berxwedanê bibin. Kî kujeran biparêze, ti eleqeya wan bi Kurdîtiyê nîne û ew dijminê Kurdane. Li hemberî van jî divê bi her awayî têkoşîn were meşandin. Rewş hatiye vê radeyê. Temaşekirina li vê rewşê, hevkariya heman sûcî ye.”

Bu yazı 115 defa okundu.

Yorum Yaz »