KCK: Malên xwe bernedin, berxwe bidin

Editor 14 Aralık 2015 0
KCK: Malên xwe bernedin, berxwe bidin

KCK’ê li dijî polîtîkaya koçberkirinê ya dewletê banga berxwedanê kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê, di derbarê polîtîkayên koçberkirinê, ku dewleta Tirk bi taybet li navçeya Sur ya Amedê û gelek navendên din yên Kurdistanê daye destpêkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de tê gotin:”Rêya berdewamkirina hebûna xwe û bûyîna xwedî mafê jiyaneke demokratîk û azad, berxwedana me ya ji bo mal, kolan, gund û taxên meye. Eger jiyanek ya me hebe, divê li tax, bajar û navçeyên mebe.”

KCK’ê got:’’gelê Kurd, li dijî nêzîkatiya AKP’ê ya bi gotina;’’ Pirsgirêka Kurd nîne’’ dest bi êrişan kirî, bi ragihandina xwebirêveberî û çareseriya Xweseriya demokratîk bersiv daye. Li hember ne çareserî, tecrîda girankirî ya li ser Öcalan û zextan çareseriya xwe afirandiye. Ji ber kû dewleta Tirk zihniyetek demokratîk û polîtikayek ya çareseriyê nîne, bi ser çemandina Kurdan bersivdaye daxwazên Kurdan.

KCK’ê got:’’Kurd, ne Kurdên çil sal beriya nihane. Di azadî û demokrasiyê de bi israrin. Kes nikare bi mirin û zilmê çavên Kurdan bi tirsîne. Kurdan serkeftin kiriye rêbaza şoreşa Kurdistanê û veguherandiye şêwazê bidestxistina azadî û demokrasiyê.

Ji ber vê jî dewleta Tirk serî li polîtîkaya koçberkirina bi zorê daye. Armanca êrîşan koçberkirina Kurdane. Salên 1990’an gund, niha jî bajaran didin valakirin. Dewleta Tirk bi koçberkirinê êrîşî hebûna gelê Kurd dike.”

KCK’ê li hemberî polîtîkaya koçberkirinê banga berxwedanê kir û got: “Li dijî vê polîtîkaya koçberkirinê ya dewleta Tirk, divê tevahiya gelê Kurd ji bo hebûna xwe li ber xwe bide. Li hemberî hêzên qirkirinê, neterikandina mal, kolan û taxên xwe, berxwedana parastina hebûna xweye.

Eger jiyan hebe, divê li tax, bajar û navçeyên me be. Terikandina cih û war, mal û halên xwe, ji destpêkê ve qebûlkirina mirinêye. Gotin û gava destpêkê ya vê yekê neterikandina cih û warên xwe ye.’’

KCK’ê got:’’Sûr, rihê Amedê ye; rihê Kurdistanê ye. Em vî rihî teslîmî qirkerên çandî nekin! Em vî ruhê Amedê û Kurdistanê yê ku dîroka me û berxwedana me ya mezin a 40 salan daye avakirin azad bikin!

Ji ber girêdana bi şehîdan re em Cizîr, Nisêbîn, Silopî, Gever û Farqînê ku bajarên şehîdên şoreşa vejînê ne û bajarên xwe yên din terk nekin!

Gelê me yê hêja! Bi qasî kû em mala xwe, kolana xwe, gundê xwe, taxa xwe, bajar û navçeya xwe terk nekin, dê serkeftin ya me be.

Dewleta Tirk bi êrîş û propagandayên xwe hewl dide gelê Kurd bide koçkirin. Divê em neyên lîstîkên vî şerê psîkolojîk.

Bu yazı 95 defa okundu.

Yorum Yaz »