KÎJAN KURDISTAN?…

NIZAR BULDAN 14 Aralık 2013 0
KÎJAN KURDISTAN?…

NIZAR BULDAN KÎJAN KURDISTANDi siyaseta fermî ya dewleta Tirk de bê exlaqî, durûtî û bê wijdantiyek ketiye rê, ji derveyî wê tiştek din di xema wê de nîne. Virê bi derewê, sosretê bi qebahetê di pêçin.

Me bihîstîbû, di gotin: ‘’di nav Osmaniyan de lîstok xilas nabin’’ lê kesê pêyre ne gotibû: ‘’di siyaseta komara Tirkan de dirûtî, direw, xapandin, îxanet…hwd wê bibin çanda herî binav û deng’’.

Kurd û neteweyên li Mezopotamya û Anatoliyê jiyan dibûn, piştî hilweşîna imparatortiyeta Osmaniyan tam gotin; em ji leyistokên osmaniyan xilasbûn, vê carê ketin ber direw, durûtî, xapandin û xiyaneta Komara Tirkan.

Lê binêrin, Erdogan di seredana xweya Amedê de bi şermokî û bi xwe veşartina pişt pişta Mistefa Kemal, gotina Kurdistan bikaranî. Ji xwe piştî ji Kurdistanê vegeriyayî û çûyî Tirkiyê ji bo bertekên netewperestên Tirk nerm bike, got: navek cografîk û dîrokiye, ji xwe Sultan Sancer û Mistefa Kemal jî bi karanîne’’.

Em Kurd dibêjîn; ‘’ egîdan bi kûje lê, mafê wan nexwe’’Heqê vî camêrê Erdogan û dewleta wî were dayîn başe. Direwkerên başin. Soz û peymanên wana jî cihê baweriyê nînin. Pêwîste em vê rastiya zelal jî baş bizanîn. Ji xwe Gelê Kurd bûye pisporê direwên wanan.

Ez ji wan rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd û Tirk sersorman dimînin kû di gotin; li Amedê ji aliyê Erdogan ve bikaranîna peyva Kurdistanê şoreşeke. Şoreşa çi, halê çi. Hîleya bangeşeya hilbijartinan bû. Ji xwe ji wê rojê û şûnve li bajarên ‘’Kurdistan’’ê pêlek ya girtinan hat destpêkir. Ji wê rojê ve bi sedan kes hatin girtin û binçavkirin.

Di rûniştina destpêkê ya bûtçeya sala 2014’an de peyva Kurdistan, kû parlamenterên BDP’ê bi zora xwe xistibûn nava rapora bûtçeyê, bi li hevkirina her sê partiyên din (mhp-chp-akp) ve ji nava raporê hat derxistin. Vêca hem jî di serî de jî parlamenterên Erdoğan destên xwe hildan.

Vê siyaseta rezîl. Li Amedê navê Kurdistanê heye, lê li Enqerê tiştek, cihek yê binavê Kurdistanê nîne. Tenê ji bo dengan. Piştî vê kiryara akp’ê (peyva Kurdistan ji nava raporê derxistin) dilê min bi wan di şewite yên bi qîr û hewar, bi bez û tenge nefesê xwe di gihandin studyoyên televîzyonan û di gotin; ev şoreşe, Erdogan li Amedê ji Kurdistanê re gotiye Kurdistan.

Çi qîmeta wê heye?

Erdogan bêje Kurdistanê, Kurdistan çiye, ne bêjê çiye!… Dema ew Kurdistan heyî, Kurdan û gelên din yên herêmê jêre di gotin Kurdistan, turkên niha Erdogan dixwaze wan wekû qewmên cîhanê yên fer û pîroz bixwe bide pejirandin li kûbûn? Gelo, Erdogan dikare bersiva vê pirsê bide?

Guhertinên di gotinan de ne şoreşin. Di gotinan de çi şoreş nayên kirin. Çênabin. Gotin ew qas sivike kû bayek hêdî dikare wê gotinê bibe bê dawîtiyê. Ji ber wê heya niha kijan gotin bûye şoreş? Nirxê gotinê nîne.

Şoreş, di zîhniyetê da destpê dike, di kiryarê de jî di gihije serkeftinê. Pêwîste dil û mejî şoreşê bikin. Ziman bê dil û mejî nikare çi şoreşan bike. Ziman û peyva bê mejî, bê şerme jî.

Bi kurt û kurmancî; ji Kurdistanê re Kurdistan gotin ne şoreşe. Ji Kurdistanê re Kurdistan ne gotin bê rêziye. Dema Mistefa Kemal ji Kurdistanê re gotî Kurdistan û kiryarên piştî wê çi qas şoreşbin (Şêx Seîd, Koçgirî, Dêrsim, Zîlan û Agirî) ya Erdogan jî ew qas şoreşe. Ya baş Kurd, ne Kurdê berêne.

Lê di vê êdî em vêjî baş bi zanîn,di dema pêşiya me de hilbijartin li pey hilbijartinê tê. Ji ber wê jî pêwîste em di ferqa Kurdistana hilbijartinan û Kurdistana Kurdan debin. Divê em ji hev cûdabikin.

Bu yazı 78 defa okundu.

Yorum Yaz »