Konseya Ewropayê: Bila çavdêrên serbixwe bikevin Cizîrê

Editor 11 Eylül 2015 0
Konseya Ewropayê: Bila çavdêrên serbixwe bikevin Cizîrê
  • manset

Konseya Ewropayê daxwaz ji rayedarên Tirkiyeyê kir kû, destûrê bidin şandeyek çavdêrên serbixwe bikevin navçeya Cizîrê.
Komîserê Mafê Mirovan yê Konseya Ewropayê Nîls Muîznîeks têkildarî teror û dorpêça dewleta Tirk ya li ser navçeya Cizîr ya Şirnexê daxuyaniyek da.
Muîznîeks bibîr xist kû, ji 4’ê Îlonê ve li Cizîrê derketina derve hatiye qedexekirin û herwiha têgotin, xizmetên bingehîn yên weke tenduristî û ragihandinê têne astengkirin, ketin û derketina navçeyê hatine girtin.
Muîznîeks destnîşan kir kû, tê îdîakirin artêşa Tirk li hember sivîlan di nava êrişekî bê pîvan de ye. Muîznîeks da zanîn, ew ji rewşa heyî ya niha li Cizîrê diqewime gelek bifikarin û diltirsin. Muîznîeks li ser daxuyaniyên rayedarên Tirk jî got, ew ji agahiyên rayedar didin îqna nabin, ji ber vê çendê divê destûr bêdayîn nûnerên saziyên mafê mirovan ên serbixwe bikevin navçeyê. Muîznîeks got, tenê dikarin bi vî awayî gotinên li ser binpêkirina mafan têne gotin derxînin holê.
Muîznîeks di dawiya daxuyaniya xwe de jî anî ziman kû, ew hêvî dike krîza li Cizîrê biawayek lez bê bidawî kirin.

Bu yazı 129 defa okundu.

Yorum Yaz »