Li ser rêya Farqîn-Amed îro dema derbazbûna wesayîta zirxî teqînek rû da. Hate ragihandin kû, di teqînê de 3 polîs hatin kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên di teqîna li nêzî Taxa Ogûzlar ya Farqînê rûda gelek ambûlans ji Amed, Farqîn û Taxa Bagdereyê hatin cihê bûyerê.
Piştî teqînê li navenda Farqînê gelek wesayîtên zirxî Ural, Kobra û Akrep ketin tevgerê. Herwiha polîsan nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê dorpêçkirin.
Hate ragihandin di teqînê de 3 polîs mirine û 2 jî birîndar bûne. Hate gotin kû, ev polîs demek kurte ji Enqereyê hatine Amedê.
Bu yazı 86 defa okundu.