QEYRANA MÛSIL

Editor 8 Aralık 2015 0
QEYRANA MÛSIL

Di qeyrana Mûsil de her daxuyaniya rayedarên Îraqî ji ya din tundtire.

Demê hikûmeta Îraq’ê ji bo vekişandina leşkerên Tirk dabû dewleta Tirk ber bi dawiyê ve diçe. Û di helwesta hikûmeta Îraqê de çi nermî nayê dîtin.

Herî dawî daxwiyaniya ji Îraqê hatî de, tê gotin kû: ‘’emê bi Tirkiyê re şer bikin.’’

Serokê Lijneya Parastin û Ewlekariyê yê Parlamentoya Îraqê Hakim Zamilî got:’’Emê bi Tirkiyê re şer bikin.’’

Zamilî got:’’ Eger leşkerên Tirk ji îraqê venekişin, nêzîkatiya em li DAIŞ’ê dikin, emê li Tirkiyê jî bikin. Çawa em bi DAIŞê re şer dikin, emê bi heman awayî bi Tirkiyê re jî şer bikin. Ev rewşek gelek asanyiye.’’

Li ser gotinên kû; agahiya Bexdayê ji hatina leşkerên Tirk ya Îraqê hebû Zamilî got:’’Ev tişt ji rastiyê dûrin.’’

Zamilî da dîyarkirin kû:’’ parlamentoya îraqê dê îro li ser mijara hatina leşkerên Tirk bo Musilê kom bibe û dê biryarên pêwîst di derbarê hatina leşkerên Tirk de bigire.’’

Zamilî daxwîyand kû:’’ Eger leşkerên Tirkiyê di mijara perwerdê de arikariya îraqê bikin, em amadene kû wan pêşwazî bikin. Lê bi çi rengî em razînabin kû leşkerên Tirk li virbin. Emê bi her şêweyî li dijî wan rawestin.’’

Yek ji berdevkên wezareta parastinê ya Emerîkayê Jeef Davîs dûh dabû diyarkirin kû:’’ bêy daxwaza hikûmeta Îraqê em piştgiriyê nadin çi hêzê kû serbazan li ser xaka Îraqê bi cih bike. Ev hem ji bo leşkerên Emerikayê û hem jî bo leşkerên welatên cîran derbaz dibe.’’

Lijneya Ewkariya Netewî ya Îraqê 6’ê Kanûnê dibin serokatiya serokwezîr Heyder Ebadî de kombibû. Lijneyê rewş weke ‘’Êrişa ser mafê desthilata Îraqê’’ binavkirîbû.

Di daxwiyaniya ji Ofîsa serokwezîrtiya Îraqê hatî kirin de jî hatibû gotin serokwezîr Heyder Ebadî ji hêzên hewayî re gotiye:’’ ji bo parastina Serweriya welat bikevin rewşa hişyariyê.’’

Duh di daxwiyaniyekê de fermandarê Tugayên Bedir Hadî Amirî gotibû:’’ Tirkiye serweriya Îraqê binpê dike. Emê tankên Tirkan bi serê wan de bi teqînin. Ji ber kû balefira Rusya yê çend saniyeyan axa wan bezand, balefira Rusî xistin. Niha bi kîjan mafî xaka me binpê dikin.’’

Amirî bang li hikûmeta îraqê kir kû leşkerên Tirk ji xaka îraqê derxîne.

Bu yazı 85 defa okundu.

Yorum Yaz »