Rêvebertiya Xweser û Xweparastina Gel

HEWAR GABAR 24 Aralık 2015 0
Rêvebertiya Xweser û Xweparastina Gel

Di zêhnîyeta cîhana şaristan avakirî de xwilamtî her tim ji azadiyê xweştire. Ji bû kesîtîyek azad ramadinek tîr, rêgezên ji pola, di bin her mercan de desthilanînek bê dudil û red û qebûlên bi xetên stûr ji hev cuda tên xwestin. Ema ji bû zêhniyet xwilam di şûna van hemîyan de axayek –serdestek- bese. Li vêdê ya ji kesîtiya xwilam tê xwestin bi aqilê xwe yê kêm poza xwe yên bicilm neyêxe  di nav karê rêvebertîyê de. Ji ber kû rêvebertî karê dewletvana ye, ne karê beniyên aydê wê dewletêne.

Kengê gelan ( di zêhniyeta dewletan de benîyan) gotin “em ne benîne û emê xwe birêvebibin” divê desthilînin. Wê demê wekî  Sûreh (sûr), Cizîr, Nisêbîn, Gever, Slopî û v.d berxwedana kesîtiyên azad û êrîşên desthilatdarên dagirkeran yê were holê.

Di dîroka komanên dewletvan de şkêrên gelan her tim benî hatine hesibandin. Binyata bêjeya “ezbenî” ji vêdê tê. Li vêdê ji bû desthilatdaran şerê dewletan, an jî daxwaza damezrandina dewletek cuda ne tiştek ewqas xetere. Heta şerê nûkleran jî gengaze. Li vêdê çar kêm, pênç zêde beniyên werin kuştin. Pir dibêjin ya “Encex dewlet bi dewletê re şer bike.” Di binyata vê gotinê de ev zêhniyet dirazê.

Ema, dema şkêrên gelan ji bû xwerêvebirinê rabîn, xwestin pozê xwe bêxin di nav karê dewletê yê pîroz de û ji bû daxwaza xwe desthilanîn wê demê ava çeman diraweste.

Li vêdê gelê serhildanvan ne tenê li hember dewleta dabaşa gotinê dest dihilîne, bi zêhniyet û daxwaza xwe li dijî tevayê dewletvanan serî radike. Û ev ji şerê nûklerî jî wêdedir pir xetere. Xetere, ji ber kû hemsaltiyek bê dewlet ya xwebirêverina komê gelan dertêxe holê. Heke ev sîstem bi ser bikeve dewletvanên xwelîserê çi bixwin!? Ankû xwediyên koşk û serayan yên dakevin asta benîyek bê merîs.

Bifikirin, dagirkerên Turkan bi tang û romiyên xwe ve daketine zikakên bajarê Kurdistanê û mirovan dihêrin. Goristanan wêran dikin, mizgevtan dihilweşînin û qirkirinek bê hemsal pêktînin. Dunya alem dizene tetikêş û fedyîyên artêşa Romê DAIŞ’ (tîmên Esedûllah)in. Dilxwede Dewleta Rûsya ne xweşbêjê Turkaye û dijminê serê DAIŞ’ê ye. Dîsa Amerika, Awropa jî ji polîtîkayên hukumeta AKP pir ne razîne û DAIŞ’ê re şer dikin. Êran, Êraq, Suriye û pir dewletên din ji Turkan ne razîne.

Başe, heke wusa be û pirsgirêk ne xetertîya dewletvantiyê be, çima bi teybet Amerika, Rûsya an jî Yêkîtiya Awropa bê dengin û tiştekî ji Dewleta Turk re nabêjin?

Mane dilxwede DAIŞ li ser rûyê cîhanê xetera herî mezin bî? Mane yên bi vê xeterê re şerê herî dijwar dikin Kurdin? Dîsa yê balefira Rûsya dayî erdê, xetera hevbehr DAIŞ’ê bê minet destek dike ne dewleta Turke?

Belê.

Di heman demê de Dewleta Turk û çeteyên DAÎŞ’ê bi hev re bajarên Kurdistanê dihilweşînin, jin û zarokên Kurdan dikujin û wistên ji van dewleta dernakeve.

Ev, li me hemîyan wekî nakokiyekî tê û bê goman jî nakokîyek mezine. Aha di binyata vê nakokîyê de zêhnîyeta dewletvan radizê.

Ji bû zêhnîyeta dewletvan komanên dikarin xwe bi xwe rêvebibin û ji bû azadiyê li hember dewletan jî dikarin desthilînin hezar qetî ji hovên DAIŞ’ê xetertirin.

Kîye DAIŞ? Seyê herî dilsoz yê zêhnîyeta dewletvane. Hêza wekû demdirêj bikaribe hevalbendîtiya dagirkeran bike ne Tevgeraz Azadiyê (PKK) ye, DAÎŞ bixweye.

Bifelsefeya Pêşeng APO serkeftina Gelê Kurd, di dîroka mirovtiyê de şoreşek bê hemtaye. Heke tahrîbkartîya Sîstema Kapîtalîzm di zêhnîyet û bûnyeya mirovtiyê de pêkanî were berçav girtin dibekû şoreşa herî mûhteşem be.

Şoreşeka kû encamên wê evqas mezin û tevaya hêzdarên cîhanê eleqeder dike bê gomane kû berdêlên wê jî yê giranbin. Berdilên wê giran jî bin Gelê Kurd ji her demî bihêztire û girêdayî vê nêzîktirê serkeftinê ye.

Yan emê bi hev re bê dudilî desthilînin, xwe jî û mirovtiyê jî ji vê  tatistana dojehî rizgar bikin. Yan jî emê ser û mal û welat tevde li ser deynin.

Gernas diketine meydana bajaran.

Gemî şewitandine û tîr ji kevan derketiye. Êdî bi şûn ve veger nîne.

Bu yazı 251 defa okundu.

Yorum Yaz »