Rewşa Rojava

Editor 15 Aralık 2015 0
Rewşa Rojava

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir kû çeteyên DAIŞ’ê di 14’ê Kanûnê de êrîşî gundê Aşra yê li quntarên çiyayê Kizwanan kirin, Êrîş bi 2 wesayîtên bombebarkirî hat kirin. Hêzên me di cih de dest li êrîşê werdan. Hêzên me wesayîtek ji dûr ve teqandin û ya duyemîn jî bi kûştina çeteyê tê de bêbandor kirine. Bi qasî kû hat tespîtkirin, di bûyerê de 3 çete hatin kûştin.”

Her wiha hat gotin:”Roja 15’ê Kanûnê çeteyên DAIŞ’ê hewl dan êrîşî gundê Miço yê li nêzî bajarokê Silûkê bikin. Di navbera hêzên me yên dest li êrîşê werdan û komên çete de şer derket. Di vî şerî de jî 2 çete hatine kûştin.”

Navenda Çapemenî û Raghandina YPG’ê nasnameya şervanekê xwe kû di 6’ê Cotmeha 2014’an de di berxwedana dîrokî ya Kobanê de şehîd ketibû aşkerakir. Şervanê nasnameya wî hatî eşkerekirin Elî Baykara’yê bi nasnav Rêzan Cûdî’yê xelkê bajarê Sêrt yê bakûrê Kûrdistanê ye.

Hêzên artêşa Tirk li nêzî gundê Meydan Ekbisê yê Efrînê dîwarekî di navbera bakûr û Rojavayê Kurdistanê de çêdikin. Artêşa Tirk li ser sinorê dinavbera bakûrê Kurdistanê û gundên navçeya Raco ya Efrînê de mayîn rakirin û niha dest bi çêkirina dîwarekî kiriye.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel li Kantona Efrînê Firat Xelîl daxuyakirin kû beriya du rojan helekoptereke nenas, li asîmanên Efrînê geriyaye û sedemên vê yekê jî nehatin zanîn. Xelîl hişyar da û got: “Çi destdirêjî li ser Efrînê çêbibe, emê bi tundî berisvê bidin.”

Rêxistina Kobanê ya Alîkariyê bi hatin demsala zivistanê re 575 sobayên elektrîkê, ji koçberên Kampa Newrozê re şandin.

Şandeyek ji endamên rêkxistinê tevî alîkariyê gihiştin kampa Newroz ya li bajarê Dêrîk yê Kantona Cizîrê. Şande ji aliyê Endmên Rêveberiya Kampa Newroz û Meclîsa Demezrêner ya Êzîdiyên Şengalê hatin pêşwazîkirin.

Di dema pêşwazîkirinê de, Endamê Rêveberiya Rêxistina Kobanê ya Alîkariyê Îsmaîl Ehmed, bang li rêxistinên alîkariyê yên herêmî û navdewletî kir kû alîkariya gelê Êzîdî yê kû heya niha koçbere bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê bang li rêxitin û komeleyên alîkariyê yên herêmî û navnetewî kir kû alîkariyê ji kampa Rûbar Ya koçberan Ya li Navçeya Şêrawaya Kantona Efrînê re bişînin.

Rêkxistinê destnîşankir kû pêwîstiya runîstvanên kampê bi tevayî pêdiviyên jiyana rojane, navmal, xwarin û cihê pêwistiyên rojane heye.

terorîstên El-Nusra û Ehrar El-Şam ên kû êrîşî taxa Şêxmeqsûd dikin, heta niha 5 mizgeft û 2 Dêrên taxê topbaran kirine. Mizgeft û Dêrên rastî êrişa Terorîstan hatine evin;’’ mizftên Selaheddin Eyûbî, Îstenbolî, Ferewatî, Marûf û Şiqeyifin. Teroristan, dêrên xiristiyanan yên weke; Dêra Meryem El-Ezraa û Qeddîs Komîdas hedef girtine. Dîwar û pirtûkên pîroz yên di herdu dêran de jî hatine şewitandin.

 

Bu yazı 75 defa okundu.

Yorum Yaz »