Rewşa Rojavayê Kurdistanê

Editor 14 Aralık 2015 0
Rewşa Rojavayê Kurdistanê

Balefirên koalîsyona navnetewî baregehek ya çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kir û wesayîtek ya DAIŞ’ê têk bir. Di heman rojê de çeteyên DAIŞ’ê bajarokê Til Êranê topbaran kiriye û welatiyekê jiyana xwe ji dest daye.

Hate ragihandin kû, roja 13’ê Kanûnê balefirên koalîsyona navnetewî baregehên çeteyên DAIŞ’ê yê dikeve başûrê pira Qereqozaqê ya Kantona Kobanê bombebaran kir.

Di encama bombebarana balefirên koalîsyonê de hate gotin, wesayîtek doçka li ser ya DAIŞ’ê hatiye rûxandin. Nehate zanîn ka kuştiyên çeteyên DAIŞ’ê çêbûn yan na.

Çeteyên DAIŞ’ê roja 13’ê Kanûnê bi çekên giran bajarokê Til Êran yê girêdayî bajarê Helebê topbaran kir.

Hate ragihandin kû, di encama topbarana çeteyan de welatiyekê sivîl jiyana xwe ji dest da û 2 welatî jî birîndar bûn. Bitopbaranê re hinek malên welatiyan jî rûxiyan.

Bajarokê Til Êran kû êrişên DAIŞ’ê li ser zêdebûye, piraniya şêniya wan kurdin.

Di heman demê de êrişên çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên li ser Kantona Efrînê û taxa Şêxmeqsûd ya Helebê kû piraniya şêniya wê kurdin didome. Li beramberî êrişên çeteyan, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bersivên tund didin.

Piştî Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, ji ber teqemeniyên li pey xwe hiştine gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn.

Roja 13’ê Kanûnê (Yekşem) li gundê Korikê yê Kobanê mayînek ya çeteyan bi welatiyekê ve teqiya. Di encama teqînê de welatî birîndar bû.

Hate ragihandin kû, navê welatiyê birîndar bûye Mustefa Şêx Temo ye û ev cara duweme bi mayînê birîndar dibe.

Bi paqijkirina Kantona Kobanê ji çeteyan, welatî hêdî hêdî vedigerin ser malên xwe.

Roja 14’ê Kanûnê jî deriyê Sinor yê Murşîtpinarê kû bi Rojava û Tirkiyeyê sinore hate vekirin. Hate ragihandin kû, heya niha zêdetirî 300 welatî ji Tirkiyeyê derbazî Kobanê bûne. Tê gotin, vegera welatiyan didome.

 

Bu yazı 95 defa okundu.

Yorum Yaz »