SÊ ÇIRA

HEWAR GABAR 10 Ocak 2014 0
SÊ ÇIRA

se çıraJi berya salekî îro li Navenda Şaristanyeta Koledar, li Paytexta Dewleta Freng Parîs’ê sê çirayê Kurdan vemirandin.

Ew roj ev roje; li gel hemî lêkolîn, teknolojiya modern û pisporên xwe, dilxwede nikarîn vê  qir kirinê ronahî bikin.  Dikarin li Nav sera Zagrosan, di nav xeramek asê de, li binê deviyekî têkoşerek kurd bibînin û bikujin lê, nikarin qir kirina di navenda Kelha Şaristaniyeta Koledar de rohnî bikin. Û ronahî nabe jî.

Gotinek ya pêşya heye, dibêje; “Diz û malxwê li hevbûn yar, ga bi koleka xanî re anîn xar”. Piştî diz û malxwê li hev bibin yar, gotinên hire-wêre valene.

Xweş tê bîra me; demjimarên destpêkê yê bûyerê bi giştî Dewleta Turk û bi teybet Hukûmeta wê AKP’ê daxwiyaniyên sosret dan. Berdevkê hukûmetê, Serokwezîrê wê, wezîrên sereke bi hem dengek xerîb bûyer wekû “hesab xwestinek navxweyî” nirxandin. Jixwe wusa hatibû sazûman kirin; hem yê sê çirayên kurdan tefandibûna û hem jî yê gomana ne bawerbûyînê êxistibûna di hinavê  kurdan de. Dema dîtin ev xapa wan nagire xwe yêk car ker kirin.

Li aliyê din polîsên Dewleta Freng kesek girtin. Li cihê têkiliyên vî qatilî yên bi Mît’ê re, îstîxbareta Dewleta Freng re, Gladyo re û hê eşkeretir bi Dewleta Turk re lêkolîn û zelal bikin; ketin ber û gotin: nizanim çend caran tevlî civînên Kurda bûye û çend caran bi xebatkarên kurdan re axivî ye. Li vêdê jî armanca  Dewleta Freng ne rohnî kirina bûyerê, reş kirina kurdan bû.

Şehadeta Hevala Sara, Rojbîn û Ronahî berdwewama Bê bextiya navnetewî ye. Li benda rohnî kirina bûyerê mayîn xwe xapandinek. Diz û malxwê li hevbûn yar û ga di kulekê de anîn xar, evqas hêsanî. Dewleta Turk û Freng li hevbûn yar, bi hevalbendên xwe re jî şêwirîn û ev qir kirin pêkanîn.

Ya ji destê dagirker û  hevalbendên wan wan tê, camêran qet texsîr nakin. Keç û xortên kurdan dikujin, bê erz dikin, li pêşberî kamereyan destên zarokên me dişikînin, dîroka me bin av dikin, her derê welatê me têxin bendav û qereqol û ya ji hemîyan girantir jî Serokê me di nav heft deryan de dîl digrin.

Ya tevayê van dike, ne rebena Dewleta Turka ye. Te xwelî li serê Dewleta Turk kirî! Dewleta Turk, natorvan (Bekçî) ek bipirsgirêk ya Sîstema Kapîtaliste. Aha hûn rewşa wan dibînin; ji ber kû di xizmeta Sîstemê de qusûr kirine, berdane pêsîra hev. Yê çawa ji hev vebin, ne kifşe. Yê di xwilamtiya Axê de qusêrê bike, yê wusa rezîl û riswa bibe. Jiber kû xwilamtî bixwe rezîltî û ruswatî ye.

Wekû Gelê Kurdistan ya em bikin girînge. Divê em wekû hêstî, mejîyî tevayê têkiliyên xwe ji van dagirker û talankeran qut bikin. Huquqa ew pir wesfê edeleta wê didin, sênca sîstema waye. Pesarteka desthilatdartiya wane. Rewa kirina talan û dizîya wane. Dema Pêşeng APO dibêje; “Exlaqê herî paşketî, ji huquqa herî pêşketî çêtire,” dikara vê rastiyê dike.

Ev tê wê wateyê kû divê em çaverêyî eşkere kirina vê bûyerê ji Frengan an jî Dewleta Turkan nemînin. Divê em hêvîya qenciyê ji vê sîstemê nekin. Kurd û Kapîtalîzm du alîteye. Wekû reş û spî, qencî û xirabî, tarîtî û ronahî nikarin bi hev re jiyan bibin.

Bê goman qismek mezin Kurd di vê zanebûnê de ye. Lê, kêm jî be, qismek hê jî çaverêye Ewropa, an jî filan dadgeh adîlîyetê pêkbîne. Ev xwe xapandineke. Dixwazim bi mînakekî dawî li nivîsandina xwe bînim: ji berya du sala Hukûmeta AKP’ê zagona HSYK bi hezar lava û hêvîyan bi gel da pejirandin. Niha kêrî îşê wê nayê bêkû pirs jî bike li gor berjewendên xwe dubare diguhere.

Bê rûtîyek, bê heyatiyek ji vê mezintir heye? Qet ne kifşe siba heman zagonê bi awayek din biguhere. Wê demê yê bi dadgeh, dadger û dozgerên van bawer dike ne kêm aqile? Jixwe heke ev kurd be êdî hûn nav lê bikin….

Bu yazı 74 defa okundu.

Yorum Yaz »