SERHILDAN

HEWAR GABAR 11 Eylül 2015 0
SERHILDAN
  • manset

 

 

 

 

Heke em pêvajoya Împeretortîya Osmanî lênekin ev sed sale dewleta Turk welatê me dagir kirîye.
Ez dikara dagirîyek jirêzê nakim; hemî nirxên me yên mirov têxin mirov û ji alema heywanan cuda dikin talan kirîye.
Ev sed sale şûrê înkar û qir kirinê li ser serê me dihejînin. Kîyê kû xwe tev dide serê wî dipekînin.
Ji bû Kurd doza mafê xwe nekin û serî ranekin û wan çavtirsandî bikin li hember livandinek herî piçûk êrîş û qir kirinên herî mezin pêkanîne. Palo, Agirî, Geliyê Zîlan û Dêrsim mînakên vê rastiyêne.
Camêran bi van kirinên xwe biqasekî encam jî girtin. Heta gotina mezinên waye “ me 28 serhildan peçiqandin û emê ya 29. jî biperçiqînin”.
Bê goman dabaşa me ne dîroka serhildanên Kurdaye. Em vegerin ser dabaşa xwe ya esil.
Ev çil sale ciwanên Kurd di mercên herî giran de, bi bê derfetiyên herî dijwar Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd anîn asta Serhildanê. Di vê têkoşînê de nifş hatin guhertin û zarokên di destpêka şerê çekdarî de jidayikbûyîn niha sihûyêk salîne.
Niha agirê serhildanê gur bîye û gel û gêrîla bi hev re, di heman çeperan de şerê dagirker dikin. Heke gelek bindest hatibe wê astê bi serdestê xwe re şer bike, ev ji bû gelê bindest asta herî pêşketîye.
Ema, bidîtina min li vêdê kêmasîyek heye. Ew jî eve; Dewleta Turk ji 1924’ê ve li Kurdistanê dagirkere. Dagirkerek ewqas bê hemsale hebûna Gelê Kurd înkar dikir. Di cîhana Şaristan de pir dagirî û mijûkdarî çêbûne ema, tu dagirkera hebûna dagirîyên xwe înkar nekirîye.
Turkan ev jî kir.
Ya ne anîn serê me nema. Înkar, qirkirin, asîmîlasyon û her tişt.
Niha dîrokê şansê xwe rizgarkirinê carek din ji me Kurdan re bexşandîye. Divê em Kurd wekî bav û kalan vî şansî dubare ne revînin.
Divê em Kurd zimanê gazindan, lava û dua bihêlin. Gotinek ya pêşiyên me Kurdan heye, dibêje; “Cihê hêvî jê heyî, gazind jê tên kirin”.
Gelo çi hêviya me ji dewleta Turk heye? An jî bi gotinek din, gelek dagirkirî dikare çi hêvîyê ji dagirkerê xwe bike?
Dîrokê bicaran ev îspat kirîye, tu dagirker bilavan û gazindan ji tu welatan derneketine. Dest ji dagirî, mijokdarî û zulma xwe bernedane. Kengê ji hêza li beramberî xwe tirsane yan dûvê xwe kirine quna xwe de û revîne, yan jî ji bû aştîyê li ser dûvê xwe rûniştine.
Heke em Kurd birêkxistî û bi hev re milê xwe bidin milên şoreşgerên xwe reva dagirker jî nêzîke û wekî mirovan li ser masê aştîyê rûniştina wî jî ne dûre.
Ema bi şertekî, divê Gelê Kurd wekî bahozê, wekî gurîya agir û wekî Cizîra Bohtan biherike zikakan û bi zimanê dagirker jê fêhm dike pêre baxive. Navê vê jî deshilanîne û Serhildane…..

Bu yazı 199 defa okundu.

Yorum Yaz »