STÊRKA DERSIMÊ

EVDÎ GOYÎ 10 Ocak 2014 0
STÊRKA DERSIMÊ

Sakine-Cansiz_2448544k

9 ê Çileya 2012 stêrkek ji ezmana rijaya…!

Di tekoşîna Kurd de stêrka Dersimê ya berxwedanê bi deh

ê salane Kurdistan û

Rojhilata Navîn ronî dikir. Bi rastî di hemû tekoşînên şoreşên cîhanê de jinên qehreman  derketine, lê ez dikarim bêjim; ne wekû stêrka Dersimê bû. Ji ber kû di demek wesan de ev qehremanî ya bi sed salane ya jina Kurd hatî wundakirin, lehenga çeleng vê ya di kesayetiya xwe de zelal kir. Cesareta  jina Kurd ya bi hezaran salane, ji aliyê sîstema baviksalarî, împaratorî û desthilatên curbecur ve  li ser xaka Kurdistanê bi cihbûyîn, tune hatiye hesibandin û hertim heyîna jina Kurd tenê ji bo armanç û daxwazên xwe yên xirap û qirêj bikaranîn ji holê rakir.

Stêrka Dersimê vîn azad kir, rihê azad danî, cesareta jina Kurd zindî kir, ji bo jina Kurd felsefe û viyana azadiyê û qehremaniyê afirand.

Herdem di vê riya xwe ya azadiyê de dibû şoreşger, heval, bira, xuşk, bav û dayîk. Dibû hemu tişt ji bo jin û ciwanên Kurd û mirovahiyê. Herdem ew rê nîşanê hevalên xwe bû. Stêrka Dersimê çawa di dîrokê de hemû xudawen dên wekî Inana, Star, Nefertîtî, Zennûbya û hwkd…di demên xwe de,li gor cih û demê xwe bûye sembola vîyana azad. Stêrka Dersimê jina serhildêr di roja me de ji bû jina Kurd bûye pêşeng.

Di kesayetiya xwe de jinek berxwedêr, demoqrat, helbestvan, pêşengekê dadî; çawa jina Kurd wê li hember tundîtîjiyan li ber xwe bide, stêrka Dersimê vê ya bi pîvana xwe û lehengiya xwe afirand.

Dijminên Kurd kengê dibînin civaka Kurd gavek dîtir nêzî azadiyê dibe, pêşengên vê şoreşê hedef digrin. Bo nimûne: Bi derketina Partiya Karkerên Kurdistanê re Heqî Karer şehît xistin, gotin dema em wî şehîd bixin wê ev tekoşîn têk biçe. Cardin tekoşîna Kurd ji hemû demî zortir berxwedaniya ji bo azadî di zîndanên dewletê de dikir. Li hemberî vê hevalê Mazlûm Doxan û rê hevalên wî şehît xistin. Dema dijmin dît kû bi şehîtxistina wan bi milyonan Mazlûm, Heqî û Kemal hwkd çêbûn, vê carê pêşengê artêşa Kurd lehengê nemir heval Egîd şehîd têxin. Daxwaz û armancên wan ew bû kû hertim vê tekoşînê ji holê rakin. Stêrka Dersimê nemir Şehîd Sakîne Cansiz di demek wûsan de hat şehîd xistin.

Êdî, ev tekoşîna bi xwîna şehîdên birûmet mezin bûyî, gavekî din nêzîk azadiyê bû, êrîşek bi vî awayî hate li darxistin.

Heval Sakîne û herdû hevalên wê di nava şaristaniya Ewrûpa de bi qomployekî hatin şehîd xistin. Ango pêwiste mirov vê baş bizane, dema mijar dibe Kurd hemû cîhan çavên xwe ji komkûjiyên li ser Kurd û Kurdistanê tê kirin re digre.

Şehîdbûna van hevalên şoreşger ji bo civaka Kurd û jina Kurd û hemû jinên di cîhanê de li hember hemû zor û tûndîtîjî li berxwe didin û nirxên xwe diparêzin şehîdên nemir Sakîne, Fîdan û Leyla bûn qibla azadiyê ji bo wan. Rêya stêrka Dersimê wê hertim rê nîşanî me bide.

Bu yazı 92 defa okundu.

Yorum Yaz »