TIFAQA MESUD BERZANÎ Û TAYÎP ERDOGAN

HEWAR GABAR 12 Aralık 2015 0
TIFAQA MESUD BERZANÎ Û TAYÎP ERDOGAN

Di van rojên Rojhilata Navîn dikele de herkes li pêşiyê ye hem behra mezin bigre û hem jî xwe bigre ewlehiyê. Li aliyê din herkes ditirse. Ji berkû kevir dileqêne û tukes nizane di nav vê tevlîheyiyê de kîyê wunda bike û kîyê serbikeve.

Bê gomane kû yên herî zêde ditirsêne û rewşa wan ne kifş Mesud Berzanî û Recep Tayîp Erdoğan’e.

Piştî hilbijartina 7 Hezîranê Dewleta Turk li hember yêkîtîya gelê Kurd ji bû desthilatdarîya Erdogan=AKP cunta kir û Erdoğan derbazer jî be rizgar kirin. Lê, ev rizgarkirin ne mayîndeye û li hember bahozek herî sivik dikare bikeve.

Di rastîyê de rewşa Mesud Berzanî jî ne ji ya Erdoêan cudaye. Di aliyê zêhnî de biramakê hevin. Erdoğan, AKP bi zora dewletê li ser hukum digre, Berzanî jî xwe bi zora PDK’ê li ser kursî digre. Di rastîyê de hukumdartîya her du ya jî ne rewa ye.

Li aliyê din, Dewleta Turk dixwaze ji vê tevlîheviyê sûd bigre û bi rêya Mesud Berzanî xwe bigihîne nefta Kerkûk û Mûsil. Ankû bi gotinek din Başûr jî dagir bike. Di heman demê de li Bakur PKK’ê û–bigotina wan- bazkê dijwar yê HDP’ê ji der ve bihêle û partiyên li Bakur bi PDK ve girêdayîne bêxin muxetabê pirsgirêka Kurdên bakur. Bi vî awayî pirsgirêka Kurd bi rêya PDK safî bikin.

Bê goman ev xwezîne. Nixwe dewleta Turk jî û Erdoğan jî baş dizane kû pirsgirêka Gelê Bakur bi rêya PDK, Mesud Berzanî û Partîya xwirde çareser nabe.

Ev ji sedemên girîngin kû ya her du seroka tîne cem hev . Ema, xala bingehîn ya vê tifaqê ne eve. Xala kifşker PKK ye.

PDK ya kû Mesud Berzanî serokatiya wê dike ji xweguhertinê re girtî ye. Di aliyê zêhnî de dembûrîye û nikare dahatûyê rast bixwîne. Ji vê sedemê nikare hedefek birêgez jî ji xwe re deyne. Bigotinek din muxtartîya 1975’ê derbaz nekirîye. Hê jî li ser wî guhê dirazê û bi wî awayî tevdigerê. Her tim di nav lêgerîna pesartekek zwxim de ye. Tu carî bi hêza xwe ya cewher, an jî bi hêza gel bawer ne kirîye û her tim li sihek tarî geraye.

Li ber serê PDK’ê û Dewleta AKP, PKK ya her kû diçe geş dibe, Di Rojhilata Navîn de bûyî aktorek sereke heye. PKK, ezberên kevin ji bin ve dixwirîmîne û bizmarên statûkovanan dileqîne.

Di rewşa heyî de li cihê PKK hebe ne Dewleta Turk- Erdoğan di ewlehiyê de ye û ne jî PDK ya Mesud Berzanî. Yan ev her du hêzên yêkîtiya qederê di nav xwe de ava kirîn yê xwe biguherin û sîyanetê bidin vîyîna gel, yan jî yên li ber pêlan bikevin.

Ya van her du kesa evqas nêzî hev dike û wan lekmî himbêza hev dide ev zêhniyete. Sedemê her du hêz derîyên xwe heta dawî ji hev re vedikin û tu sînoran di nav xwe de nahêlin ev tirse. Bi gotinek din PKK, xetera şîrîke.

Di rewşa heyî de hem PDK di dorpêça PKK’ê de ye û hem jî AKP+Erdoêan= Dewleta Turk. Bayek herî sivik di ser wan de were her du hêz jî yê desthilatdartîya xwe wunda bikim. Dewleta Turk’a dagirkertîya Bakurê Kurdistanê û PDK’a hukumdartîya Başûr wunda bike. Jixwe Rojavayê Kurdistanê ji zû ve wunda kirine.

Ya romiyên dewleta Roma Reş tîne Başîqa, ya di protoqûla hevdîtina Mesud Berzanî û Ahmet Davutoglu de ala Kurdistana Başûr dide daleqandin ev tirse.

Bê goman xeyalên din jî hene. Wekî Osmanîtîya Erdoğan, sînorên Mîsaqê Mîlî ya Mûsil û Kerkûk dorpêç dike. Semaxa Erdoêan li qada Surîye wunda kirî dixwaze li Êraqê rizgar bike. Dixwaze ji cîhanê re bêje; “ez jî heme” ema, ya kifşker û bingehîn tirsa ji PKK ye.

Bifikirin, Birêz Mesud Berzanî di serdana xwe ya Ankara de bi hemî partiyên dilxwede Kurdistanî re hevdîtin pêkanî. Ji bû zêde bertekan ne kişîne HDP’ê re jî rûnişt. Ema heke hûn ji min bipirsin; ne bi HDP em dizanin re hevdîtin pêkanî. Bi HDP xwe re rûnişt.

Ez li vêdê dixwazim vê jî bêjim; welatê me di bin dagirî ya Roma Reş de dinale. Bajarên me têne qir kirin. Ciwanên me, zarok û dayikên me têne qetil kirin. Yên li Bakur, bi navê Gelê Kurd dixwaze sîyasetê bike divê bê hîle be. Ji berkû êdî pir zore kes bikaribe hîlan li vî gelî bike. Heke dixwazin pirêzeyek paqij ji zarokên xwe re bihêlin pêwîste rewşa heyî derxin zanebûnê û wusa tevbigerêne.

“Ew ware, lê ne ew bihare.” Ew Kurdistane, lê ne ew gelê 1920, bê ser û bere. Yên ji bû berjewendên gel tevnegerêne yê bi xwisrin. Êdî ev gel qencî û xirabiyê, dost û dijminê xwe baş dikare ji hev veqetîne.

Dem bihare û tu hêz nikare pêşya bişkuvandinaa kulîlkan bigre. Ya herî rast em biharbûna biharê ji dil bi pejirînin û li gor wê tevbigerêne.

Bu yazı 123 defa okundu.

Yorum Yaz »