Ji berya hin xalên girîng bi were parve bikim, dixwazim bi pirsekê destpê bikim. Çima di demên dawî de serê Hukûmeta AKP’ê û dewleta wê ketiye belayê?
Ji berya Komara Turkiyê were avakirin, amadekariya wê ji berê de ji aliyê sîstema Gladio ve hatibû pekanîn. Ji ber kû Mistafa Kemal ji derve hatibû perwerde kirin. Sedemê avakirina Komara Turkiye di despekê de ew bû kû lingekê pêş yê modela Israilê li Rojhilata Navîn dayina pêkanîn bû. M.Kemal wekû nirxek pîroz bi gel dan pejirandin. Ger gotin di cih de be, wekû “bavê mezin” dan pênase kirin. Di vêdê de rola Cihûyan gelek mezine. Herwiha dema yekem car di 14’ê Gulana sala 1948’an de Dewleta Îsraîl hat îlan kirin, di nava welatên Rojhilata Navîn de yekem dewlet naskirî û wekû fermî pejirandî Dewleta Turkiye bû. Ev encamên van politikayane kû Komara Turkiyê ji aliyê Cihû (Îsraîl) û hevkarên wan ve hatiye dizayn kirin.
Konjûktûra Rojhilata Navîn rê li ber guherin û veguherinên kû tu kes ne li bendêye û rewşên cuda dide çêkirin. Armanca avakirina Komara Turkiye tenê xizmata sîstema kû Gladio û Cihûyan daniyî, pekanîn bû. Lê piştî Şerê Cîhanê yê 2. sazûmaniyeke nû ji bo Cîhanê hat danîn. Di nava vê sazûmaniyê de daxwaz û armancên sîstema Gladio hê mezintir bûn.
Her tim sîstema hegomanîk dema dibîne Komara Turk ji bin kontrola wê derdikeve, destwerdanek dikin. Wekî cûntaya 12 Îlona 1980, 28 Sibat û hwd. Xwestiye cardin hevsar bixin destê xwe. Di wê destwerdanê de bi hezaran mirovên bê gûneh hatin kûştin, girtin û wunda kirin. Wekî mûdaxeleya navxweyî hate destnişankirin, lê belê ev hemû bi destê NATO, Îsraîl û hevkarên wan hate kirin.
Dema proja mezin ya Rojhilata Navîn hate danîn, cardin pêwistiya wan bi amêrekê hebû. AKP ji bo vê hate amadekirin. Gelek tiştan xwestin bi wê re bidin pêkanin . Mirov dikare bêje; Erdogan wekî M.Kemalê duyem nîşan kirin. Ji ber gelek caran xwestin bi hinek komên din vê bêxin meriyetê. Wekû nimûne; bi Adnan Mendres û Turgut OZAL jî xwestin vê pêkbênin, lê van kesan bi canê xwe bedel dan. Sedemek bingehîn ew bû partiya AKP hate hilbijartin, xwe bi navê “Îslama Nerm” nişan kiri bû, ji ber kû gelên di Rojhilata Navîn de jiyan dibin ev bi sed salane bi Îslama xelet ya Osmanî û desthelatdaran hatibû xapandin. Ji bo karên wan yên qirêj destdayî bûn. Ji ber vê AKP hate hilbijartin. Bo nimûne; Muhammed Mursi’jî ji aliyê van ve li Misirê anibûn ser kar, lê dema temaşe kirin kû bi wî rewş çênebû , cardin derbekeran anîn li ser text. Niha Erdogan dewleta kû 11 salin dixwaze bi navê “Îslama Nerm” avabike, pêre rû bi rû maye.
Di nava 11 salan de hûkûmeta AKP ji 2007’an û şûn ve ji bin kontrola Îsrail û hevkarên wan derketiye, ji ber kû sedemek yê avakirina AKP ê ev bû li himberê Gelê Kurd bête bikaranîn, tekoşîna Kurdan tune bike û hemû Gelê Kurd bi navê Îslama kû ji xwe re danî bi xapîne. Ango Kurdan ji hemû nirxên wan yên welatperwerî û niştîmanî dûrxistin bû.
Dema ev plan û bername weke kû hatî plankirin pêk nehat, ev hukûmet hêdî hêdî ji armancên jêre hatîn diyarkirin dûrdikeve û bi teybet piştî destpêkirina pêvajoya çareseriya aştiyane ya mîmarê wê birêz Abdûllah Ocalane, hin bêhtir herareta Sîstema Kapatalizm û hêzên kû Turkiye qontrol dikin bilindtir bû.
Ji ber kû di Cîhanê de îro du xetên bingehîn hene: Yek xeta Kapatalizmê ye kû hemû nirxên mirov û mirovtiyê di xizmetên xwe yên qirêj de bir kartîne. Xeta duyem jî xeta birêz A.OCALAN’e kû ev xet jî di nava hemû zeyand û civakê de bê kû kesek din li himber hizir û baweriyên dîtiran bêrêzî bike, bi awayek komîn bi hev re li ser bingehê demokrasiya dadî jiyan bûyî ne.
Piştî xeta AKP’ê û hevkarên wan li beramberê xeta pîroz ya birêz A. OCALAN serneket, wek derbayên di demên berê de hatibû pêkanin, vê carê jî heman tişt ji aliyê sîstema hegamonîk ve li himber AKP’ê hat dezgah kirin.
Eger gelên li Turkiyê jiyan dibin li viyana xwe xweyî dernekevin, ez dikarim bêjim; pêşeroja Turkiye tarî diyar dike. Tenê yek rêya wê heye, ew jî xwe bi rêya demokratik rêxistinkirin û di hilbijartinên dema pêş de li partî û bloka demokratîk ya HDP û BDP xweyî derketine. Bi vê rêbazê mirov dikare van diz û şêlandkeran ji nava civakê bide dûrxisitin û dadweriyê bide rûnandin.
Bu yazı 80 defa okundu.